ENQERE - Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo aştiya civakî û çareseriya pirsgirêka Kurd gavekî sûdewer be.
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, didome. Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Abdullah Ocalan re 2 hevdîtin kir. Piştî hevdîtinan jî Abdullah Ocalan deklarasyoneke çareseriyê ya ji 7 xalan pêk tê bi raya giştî re parve kir.
Hemû derdor, dibêjin ku ji bo çareseriyeke berfireh hewcehî bi paqijiyeke rê heye. Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Zulkuf Guneş jî diyar kir ku rakirina astengiyên li pêşiya zimanê dayikê dê çareserkirina pirsgirêka Kurd hêsantir bike û da zanîn ku ev rewş berevajî dabeşbûnê, dê bi xwe re pêkvejiyanê bîne.
BAL KIŞAND SER AŞTIYA BIRÛMET
Guneş, da zanîn ku ew hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re jinêz ve dişopînin û wiha got: “Di serdema 2013-2015’an di perwerdeyê de dersa bijarte kete meriyetê, di qada çapemenî û weşanê de hinek sererastkirin çêbûn û di mijara radyo û televîzyonan de hinek gav hatin avêtin. Lê belê piştî sala 2015’an, ketin nava pratîkên beriya sala 2015’an. Pêvajoya tê domandin hewceye şefaf be, baş bi raya giştî re were vegotin û divê weke navnîşana çareseriyê nîqaş li Meclisê bên kirin. Aştiyeke birûmet a li ser bingeha hemwelatiya wekhev dê ji bo me tevan baş bibe.”
MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ
Guneş, got ku pêşwazîkirina daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dê bandoreke erênî li muzakereyên heyî bike û ev tişt anî ziman: “Tirkiye, welatekî pirçandî, pirzimanî, pirnetewe û piroalî ye. Pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê sedema gelek pirsgirêkan jî ye. Heke Kurdî bibe zimanê fermî û di qada cemaweriyê de bêhtir xuyanî bibe, dê çareseriya mafê perwerdeyê jî hêsantir bike. Dema mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nehat dayin, ev rewş bi xwe re pedagojî, civaknasî û çandî ve rê li ber gelek pirsgirêkan vedike. Dibin sedema terikandina dibistanan, neperwerdebûn û hwd. Sedema van pirsgirêkan, cîbicînekirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Divê ev daxwaz tavilê bê cîbicîkirin. Bêguman çareserî, bi sererastkirinên qanûnî yên li Meclisê pêkan e. Cihê ku di vê mijarê de dikare îradeyê raber bike, Meclis e. Hem rêxistinên civaka sivîl hem jî înîsyatîfên sivîl dikarin di vê mijarê de daxwazên xwe ji Meclisê re bişînin.”
‘DÊ JI BO AŞTIYA CIVAKÎ SÛDEWER BE’
Guneş, axaftina xwe wiha qedand: “Polîtîkayên qedexekirina ziman û asîmîlasyonê yên Tirkiyeyê salên dûvdirêj, bandoreke neyînî li ser Kurdan kir. Ev polîtîkaye li civaka Kurd hatin ferzkirin. Lê belê di halê hazir de li seranserî cîhanê gelek welat hene ku 3 - 5 zimanên wan ên fermî hene. Ji van welatan tu jê parçe nebûne. Em dikarin bi zelalî bibêjin ku ziman, tu welatan dabeş nakin. Lê belê ev zîhniyeta qedexeker dabeş dike. Rakirina qedexeyan dê welat dabeş neke, berevajî vê dê yekitiyê û pêkvejiyanê bêhtir pêş bixe. Rakirina van qedexeyan û hemwelatiya di çarçoveya pîvanên mutebeqeta civakî de divê tavilê bikeve meriyetê. Ev yek dê ji bo aştiya civakî jî sûdewer be.”