Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin

ŞIRNEX - Esmer Çikmaz ku keça wê di jêrzemînên Cizîrê de hatibû qetilkirin, diyar kir ku êriş ji bo valakirina navçeyê hatin kirin û got: “Em ê wan rojan ji bîr nekin.” 

Di 14’ê Kanûna sala 2016’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û 79 rojan berdewam kir. Di dema qedexeya derketina kolanan de 177 jê li jêrzemînan bi giştî 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku 177 lê hatin şewitandin û qetilkirin, raya giştî ya Kurd navê “Jêrzemînên wehşetê” li jêrzemînên Cizîrê kir. Komkujî di 7’ê Sibata 2016’an de hate kirin û bi ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn. Cenazeyên 11 kesên di komkujiyê de hatin qaetilkirin hêj winda ne. Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayin bi sedema binpêkirina mafê jiyanê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan lê ev serlêdan du caran hate redkirin. AYM’ê, di biryara xwe ya redkirinê ya di 7’ê Tîrmeha 2022’yan de got: “Nabe ku ev serlêdan bên qebûlkirin.” 
 
'DÊ TU CARAN NEKARIN BI SER KEVIN’
 
Bi ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn lê hêj jî êşên malbatan mîna roja ewil in. Esmer Çikmaz (53) ku keça wê Yasemîn Çikmaz di jêrzemînên Cizîrê de û kurê wê Vahap Çikmaz jî di qedexeya derketina kolanan a li Hezexê de jiyana xwe ji dest da, da zanîn ku di salên 90’î de dewletê gundê wan şewitand û ew jî ji neçarî hatine navenda Cizîrê. Esmer Çikmaz, diyar kir ku wê serdemê gundên Kurdan dihatin şewitandin û valakirin û ev tişt anî ziman: “Kurd didan zorê ku koçî metrepolan bikin. Digotin qey dê li wir tune bibin. Lê tu caran nekarîn bi ser kevin. Em hatin Cizîrê. Tevahiya zarokên di jêrzemînên Cizîrê de hatin şewitandin, li vir ji dayik bûn û mezin bûn. Nekarîn me xelas bikin. Deh sal berê zarokên min ên li ber çavên me hêj weke 10 rojî ne, 100 metre dûrî min bû û ji bo bi hawara wan biçim min gelek hewl da lê min nekarî. Ne tenê Yasemîn, her kesên di wê jêrzemînê de hatin qetilkirin zarokên min in. Tevekan jî dayikên wan hene. Tevek jî zarokên me bûn. Xwestin Cizîrê vala bikin û hin kesên din lê bicih bikin. Lê nekarîn bi ser kevin. Dê tu caran jî bi ser nekevin. Ma me Roboskê, Geliyê Zîlan û jnêrzemînên Cizîrê ji bîr kir? Na.” 
 
'EM Ê LI SER RÊÇA DOZA ZAROKÊN XWE BIN’ 
 
Esmer Çikmaz, destnîşan kir ku gelê Kurd bi zilmê tune nabe û axaftina xwe wiha qedand: “Têkoşîna gelê Kurd tenê bi yekitî û tifaqê dikare bi ser keve. Divê Kurd li her derê û her dem têkoşîna xwe mezin bikin. Dixwazin mîna di navbera 2014 û 2016’an de dîsa zarokên me qetil bikin. Lê em ê êdî vê firsendê nedin wan. Gelê Kurd di ferqa her tiştekî de ye. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Di salên 90’î de gund hatin şewitandin, di salên 2014-2016’î de ev komkujî kirin. Her 10-15 salan carekê ji bo tunekirina Kurdan êrişan dikin. Banga min ji bo tevahiya gelê Kurd e; bibin yek. Wê demê em çi bixwazin dikarin bikin. Heta ku em bi destê hev negirin dê kesek destê xwe dirêjî me neke. Em ê li ser rêça doza zarokên xwe bin û het dilopa xwîna xwe ya dawî dilsozên bîranînên wan bin û şopdarên doza wan bin.” 
 

Sernavên din

09/02/2025
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
10:12 Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome: Dê gelek kes qezenc bikin
09:41 Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê!
09:38 Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê
09:11 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan hat kirin
09:10 Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin
09:09 Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin