NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya ji bo rawestandina êrişan li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin, tevî êrişan jî di roja 22’yan de didome.
Çalakiya nobetê ya xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza parastina bendavê û sekinandina êrişan li Bendava Tişrînê daye destpêkirin didome. Tevî êrişan jî çalakî di roja 22’yan de didome.
‘EM Ê BENDAVÊ NETERIKÎNIN’
Welatiyên ji bajarên cuda hatin Bendava Tişrînê, ji bo êriş bisekinin çalakiya xwe didomînin. Çalakvanan gotin: “Em ê bendavê biparêzin. Em ji dagirkerên tirk, çeteyên wê û balafirên wan natirsin. Heta ku êriş disekinin em ê çalakiya xwe bidomînin. Em bi hêzên xwe yên leşkerî re ne û li vir in. Em ê bendavê neterikînin.”