Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide 2025-01-29 14:06:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya ji bo rawestandina êrişan li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin, tevî êrişan jî di roja 22’yan de didome.  Çalakiya nobetê ya xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza parastina bendavê û sekinandina êrişan li Bendava Tişrînê daye destpêkirin didome. Tevî êrişan jî çalakî di roja 22’yan de didome.    ‘EM Ê BENDAVÊ NETERIKÎNIN’   Welatiyên ji bajarên cuda hatin Bendava Tişrînê, ji bo êriş bisekinin çalakiya xwe didomînin. Çalakvanan gotin: “Em ê bendavê biparêzin. Em ji dagirkerên tirk, çeteyên wê û balafirên wan natirsin. Heta ku êriş disekinin em ê çalakiya xwe bidomînin. Em bi hêzên xwe yên leşkerî re ne û li vir in. Em ê bendavê neterikînin.”