Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne

  • rojane
  • 09:05 13 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Li gundên Derxust û Cinezur ên gundê Licê yên di salên 1990'î de hatin şewitandin, ji bo  petrolê xebatên rê hatin destpêkirin. Şêniyên gundan bertek nîşanî vê yekê didin û li gel vê Baroya Amedê jî amadekariyan dike ku li dijî wêrankirina xwezayê dozê veke.

Xwezaya Amedê di van salên dawî de ji ber lêgerîna petrolê tê wêrankirin. Li gorî daneyên Komîsyona Bajêr, Hawirdor û Hiqûqê ya Baroya Amedê; li bajêr di nava 5 salên dawî de li zêdetirî 200 cihan lêgerîna li peyrolê û derxistina petrolê hatiye kirin. Ji ber xebatên lêgerîna li petrolê û derxistina petrolê 35 hezar hektar zeviyên çandiniyê ji dest çûne.
 
Gundên Derxust û Cinezûr ên Licê jî di hedefa şîrketên petrolê de ne. Ji bo xebatên petrolê di 17'ê cotmehê de dest bi çêkirina rê hat kirin. Ji ber xebatên rê ji bo şîrketa ku dê li petrolê bigerin gelek dar hatin birîn.
 
Serokê Komîsyona Bajêr, Hawirdor û Hiqûqê ya Baroya Amedê Ahmet Înan û şêniyên herêmê bertek nîşanî xebata ji bo petrolê û rûxandinan dan.
 
'ARMANC SIRGÛNKIRIN E'
 
Ji şêniyên gundê Derxustê Asiye Sogutê (70) diyar kir ku di salên 1990'î de bi darê zorê yê leşkerî koçî Meletiyê kirine û piştî gelek salan vegeriyane. Asiye Sogutê anî ziman ku dewlet bi xebatên maden û lêgerîna petrolê cara duyemîn dixwaze wan koçber bike û anî ziman ku ew naxwazin li gundên wan lêgerîna petrolê bê kirin. Asiye Soğutê got: "Dema ku ez derketim derve û min mêze kir, li jora mala me kemçe dixebitî. Min got, 'Lawo, tu çi dikî, ma tu yê malê li ser serê me xera bikî?' Wî jî got, "Xaltî wê xebata lêgerîna li petrolê bê kirin, em rêya wê çêdikin.' MIn ew ji jora malê qewirandin, lê vê carê li cihekî din dest pê kirin. Hemû dar birîn û heya serê gir çûn. Armanca wan ne lêgerîna petrolê ye, armanca wan me ji van deran sirgûn bikin." 
 
Asiye Sogutê destnîşan kir ku ew ê li dijî xebatên lêgerîna li petrolê li ber xwe bidin û dest ji gundê xwe bernedin.
 
'ÊRIŞEKE BI PIŞTGIRIYA DEWLETÊ HEYE'
 
Sûat Mercanê ku ji gundê Cinezûrê diyar kir ku mêrg û qadên daristanan ji ber makîneyên karî hatine texrbîkirin. Mercan bal kişand ku taxa wan cihekî dîrokî ye û wiha got: "Şîrket bi tevahî berjewendîparêz in û bêyî ku hevsengiya xwezayê li ber çavan bigirin zirarê didin xwezayê. Hikûmet jî şirîkê vê ye."
 
Mercan anî ziman ku ji aliyê dewletê ve êrişek li ser axa wan tê kirin û wiha got: “Ji bo lêgerîna petrolê bêyî ku bi gelên li vir bişêwirin dest bi çêkirina rêyan kirin. Evqas dar tên birîn, Wezîrê Daristanê li ku ye? Sedema bêdengiya wî jî ew e ku ev der erdnîgariya kurdan e û kurd li vir dijîn. Armanca wan tenê bidestxistina çavkaniyên bin erdê û îstismarkirina axa kurdan e. Em li dijî madenê ne û naxwazin." 
 
Alî Gundogarê ku li heman gundî sewalkariyê dike jî got: "Di salên 90'î de ji ber şewitandina gund em demekê li Mêrsînê man. Ez vegeriyam gund û min biryar da ku li gund bijîm. Lê niha li vir li petrolê digerin. Ev kar zirareke mezin dide mirovan û xwezayê. Bi rastî jî dixwazin me ji vir derxînin û asîmîle bikin. Îro her kesê li vî gundî bi sewalkariyê re eleqedar e. Lê ger petrol bê derxistin, wê kes nikaribe sewalkariyê bike û li vir bijî." 
 
STRATEJIYEKE KOÇBERIYÊ YA NÛ
 
Serokê Komîsyona Bajêr, Hawirdor û Hiqûqê ya Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku li erdnîgariya Kurdistanê xebatên lêgerîna li madenan û petrolê li gorî qanûn, xweza û mafên mirovan nayên kirin û got: “Em madenvaniya bi vî rengî qebûl nakin. Ji bo Kurdistanê sepaneke taybet heye. Hemû qadên ku lêgerîna li madenê lê tê kirin, gundên di salên 90'î de hatine valakirin bi xwe ne. Lewma ev hemû ne tesaduf in. Ji bo vejîna jiyana li wir divê teşwîq bên dayîn, lê pêvajo berovajî vê diqewime. Mînak di malbatekê de 400-500 pez hene. Deverên ku ew heywananan lê diçêrînin, ji kanên madenê an zeviyên petrolê re tên vekirin. Bi vî awayî mirov wê nikaribin debara xwe bikin û neçar bimînin ku koç bikin."
 
‘DARÊN SEDSALÎ TÊN BIRÎN'
 
Înan diyar kir ku şêniyên gundên Derxust û Cinezûrê ji wan alîkariya qanûnî xwestine û wiha got: "Şêniyên taxê ragihandin ku daristan û mêrg bi makîneyên kar tên kolandin. Ji ber vê yekê me bi welatiyan re hevdîtin kir û em çûn herêma ku tê texrîbkirin. Tişta ku em rastî wê hatin ew bû ku darên sedsalî hatine birîn û daristan hatine qirkirin. Li daristanekê gelek dar hatibûn birîn. Me ev hemû bi dîmen qeydkirin û bi belge kirin. Der barê vê xebata lêgerîna li petrolê tu raporeke ÇED'ê tune ye. Dibe ku ruxset hatibe girtin, lê ji bo herêmekê wergirtina ruxseta madenê nayê wateya ku wê darên li wir hemû bên birîn. Em ê têkildarî vê gilî bikin û şopdarê dozê bin." 
 
MA / Heval Onkol

Sernavên din

18/12/2024
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e