SILÊMANIYE - Buşra Elî di kongreya NADA’yê de diyar kir ku jin ji bo nasnameya xwe têdikoşin û got: “Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk.”
Li Silêmaniyeyê 1’emîn Kongreya NADA’yê bi amadebûna zêdetirî 200 delegeyên jin ên ji 18 welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, dest pê kir. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre axaftina vekirinê ji aliyê Çalakvana Mafên Mirov Kinêr Ebdullah ve hat kirin. Kinêr Ebdullah xêrhatina hemû jinên tev li kongreyê bûne kir û got: “Lidarxistina vê kongreyê derfeteke ji bo danûstandina ezmûnên jinan, têkoşîna ji bo wekheviyê, bidestxistina mafan û avakirina aştiyê. Em hêvî dikin ku encama kongreyê dê bibe guhertinek rastîn.”
Di dewamê de Kinêr Ebdullah anî ziman ku heta niha jî jin ji ber bêdadî, hişmendiya zilamsalarî û bi dehan pirsgirêkên din êş dikişînin û got: “Ev jî nîşan dide ku hîna astengî li pêş jinan hene. Bi vê armancê li seranserî cîhanê jin ji bo bidestxistina azadî û wekheviyê têkoşîn dikin. Her wiha ji aliyê din ve jî ji bo welatek azad têdikoşin.”
Piştre peyama kongreyê ji aliyê Buşra Elî ve hat xwendin. Buşra Elî, got: “Îro berxwedane û pêngavek bi wêreke ber bi şerê ku me hedef digre ve ye û îspata israra me ya tevî hemû zehmetiyane. Îro di nava germahiya bûyerên ku bi lez li herêmê rû didin û dihejînin de dicivin. Da ku asoyeke hişmend xêz bikin û jinên têkoşer û xwedî helwestên azad ava bikin.”
Piştre peyamên ku ji KJK’ê, walitiya Silêmaniyê, Encûmena Jinan a PJAK, TAJÊ û jinên Efganîstanê ji kongreyê re şandibûn hatin xwendin. Piştre jî sînevîzyonek li ser têkoşîna jinên herêmê ya di navbera salên 2021-2025’an de hat nîşandan.
Kongre bi axaftin û panelan berdewam dike.