Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve

  • rojane
  • 09:43 8 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Heyet Tehrîr el-Şam ku di "lîsteya terorê" ya gelek dewletan de cih digire û bi êrişên xwe yên dawî careke din derketiye pêş, piştî ji DAIŞ û El Nusrayê veqetiya  li Idlibê û derdora wê bû hêzeke bibandor.

Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir, 13 sal in bênavber didome. Her çend li hin herêman dem bi dem rageşî kêm bûbe jî, pevçûn qet nesekinîn. Di 26'ê Mijdarê de geşedanên nû rû dan. Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) êrişî bajarê Helebê yê ku yek ji bajarên girîng ên Sûriyeyê ye, kir. Bi vekişîna artêşê re Heleb ket bin kontrola HTŞ’ê. Di cih de bi heman awayî Hema ket bin kontrola HTŞ'ê.
 
JI DAIŞ Û EL-NUSRAYÊ BER BI HTŞ'Ê VE
 
HTŞ, di sala 2011'an de wekî baskekî DAIŞ'ê di bin navê "Eniya Nusra"yê de ji aliyê Mihemed el-Cûlanî ve hat damezrandin, el-Cûlanî heta niha serokê rêxistinê ye. "Eniya Nusra" di sala 2013'an de ji DAIŞ'ê veqetiya.
 
"Eniya Nusra" di Adara 2015'an de operasyoneke hevbeş bi navê "Artêşa Fetih" bi grûpên din ên paramîlîter re ava kir û piştre kontrola Idlibê bi dest xist.
 
"Eniya Nusra" navê xwe guhert da ku "îmaja neyînî" ya El Qaîde ya berê berovajî bike. El-Cûlanî di sala 2016'an de ji El Qaîdeyê veqetiya û di 29'ê Tîrmeha heman salê de navê rêxistinê guhert û kir "Eniya Fetih Şam".
 
HTŞ, di bin navê xwe de, di 28'ê Çileya 2017'an de, bi yekbûna komên çekdar ên cuda ve hat damezrandin. Eniya Fetih Şam, Nûreddîn Zengî, Lîwa El-Heq, Ceyş El-Sûnne û Eniya Ensar Eldîn di avakirina HTŞ'ê de cih girtin. HTŞ, bi armanca avakirina hikûmeteke li ser bingeha şerîetê li bakurê Sûriyê û rûxandina rejîma Esed hatiye damezrandin.
 
LI GOR GELEK DEWLETAN 'RÊXISTINA TERORÊ' YE
 
HTŞ, ji damezrandina xwe heta niha di gelek êrişan de li dijî rejîma Esed û komên ku Rûsya û Îran piştgiriya wan dike li herêmê cih girtiye. Li Idlibê pergaleke dadwerî ya li ser bingeha şerîetê ava kir. Wê bi tîmên pispor re bi rêya medyaya dîjîtal re xebitî da ku îdeolojiya xwe belav bike. Wê bac li Idlib û derdora wê kom dike û deriyên sînor jî kontrol dike. Armanca wê ew e ku Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) û komên din ên li Idlibê qels bike. Ev pêkanînên wan ji aliyê şêniyên herêmê ve rastî gelek bertekan hatin. Her wiha kiryarên wan bûn sedema bêîstiqrarî li herêmê.
 
Tê zanîn ku HTŞ di qada navneteweyî de ji aliyê hin dewlet û rêxistinên navneteweyî be destekê distîne. Tirkiye, li herêmên di bin kontrola HTŞ'yê de ne rasterast be jî, lê ji bo ku pevçûnên li Idlibê bicemidîne û pêşî li pêla koçberiyê bigire, gelek hevkarî kirin. DYA û Tirkiye jî di nav de gelek dewlet HTŞ'ê wekî "rêxistina terorê" nas dikin.
 
Ne diyar e ka çend endamên HTS hene. Lê belê tê diyarkirin ku di navbera 10 hezar û 20 hezarî de endamên wê hene.
 
Kontrolkirina Heleb û Hemayê ji aliyê HTŞ'ê ve ku bi êrişên dawî re di qada Sûriyeyê de careke din derket holê, wê rasterast bandorê li heyama pêş bike. Nêrîna ku belavbûna HTŞ'ê li qadeke berfireh wê bêîstîqrariya li Sûriyeyê hîn kûrtir bike derdikeve pêş.
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

14/12/2024
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin