KNK: Divê her kes li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêze

  • rojane
  • 11:09 19 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû kurdistaniyan kir ku ji bo parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê rabin.
 
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hate weşandin wiha ye:
 
“19’ê Tîrmeha 2012’an, ji Kobanê dengê xweseriyê bilind bû, çirûska şoreşa rojavayê Kurdistanê pêket û roj bi roj geş bû.
 
Rojavayê Kurdistanê ji mêj ve bû ku xwe ji xweseriyê re amade dikir. Ji Dêrikê, Qamişloyê, Amûdê, Serêkaniyê, Kobaniyê, Efrîn û pêkve erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê ji her alî ve xwe amade dikir ku li qedera xwe xwedî derkevin û li ser axa xwe îdareyeke xwe ava bikin.
 
Di wan şert û mercên aloziya navxweyî ya Sûriyeyê de, kurd û kurdistaniyan hêza xwe kirine yek da ku xwe di zûtirîn demê de organîze û xurt kirin û ji Kobanê û pê ve li milê rojhilat heta Dêrikê, li milê rojava jî heta Efrînê, bajar, bajarok, gund û mezra hilgirtine bin ewlehiya hêza navxweyî.
 
Ev 12 sal in ku kurd û kurdistaniyan bi bedelên gelek giran prosesa xweseriyê domandin û çi bi modelê Kantonan be, çi bi rê û rêbaz, form û statuyên dî be xwe ragirtin û xweseriyeke demokratîk ava kirin.
 
KOBANÊ BI SERFIRAZÎ BEREVANIYEKE EFSANEWÎ KIR
 
Ji destpêkê ve dagirkerên Kurdistanê ji vê bûyera nû ya li rojavaya Kurdistanê nerazî bûn. Bi taybetî Tirkiyeyê her di serî da berê tîrên xwe yên bi jehrî daye ser Rojavayê Kurdistanê. Kobanî bo xwe kirine hedefa yekemîn. Ji ber ku bizava xwedî derketina li welatê xwe ji wê derê destpê kiribû. Berê îslamîstên tundrew û DAÎŞ’a hov dane ser Kobaniyê. Kobaniyê bi serekî bilind û serfiraz berevaniyeke efsanewî ya axa xwe kir.
 
BERXWEDANA XELKÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BERDEWAM DIKE 
 
Dewleta tirk di têkoşîna ji bo parastina Kobanê de, derbeyeke mezin xwar. Vê carê Efrîn bo xwe kire hedef. Ji ber ku qada herî nêzîk a Deryaya Spî bû. Ewil bi armanca ablûkaya Efrînê dest bi dagirkirina Ezaz û Cerablusê kirin û ji navçeya xweser a Cizîrê dabirîn. Paşê jî tank û topên xwe zivirandine ser Efrînê û dagir kirin. Xelkê Efrînê bi darê zorê dane koçkirin. Îro demografiya Efrînê serûbin kirine û tirk û ereb bi cih kirine. Pişt re berê xwe dane Serêkaniyê, Girê Spî û ew der jî dagir kirin. Gefa xwe ya li ser bi temamê rojavayê Kurdistanê jî didomînin. Li navçeyên di bin desthilat û ewlehiya îdareya xweser a rojavaya Kurdistanê de, bi dron û gelek teknolojiyên dî yên leşkerî û istixbarî komkujiyeke xedar dikin. Jiyan li xelkê sivîl kirin cehenem. Digel vê bêperwatiya dewleta Tirkiyeyê jî berxwedana xelkê rojavayê Kurdistanê bi xurtî dewam dike û hemû dînamîk û mekanîzmayên îdareya xweser ji bo ewlehiya xelkê herêmê têkoşîneke serbilind didin meşandin.
 
Rejîma Şamê bi vê lewaziya xwe jî, di warê pêkhatineke demokratîk a li tevayî Sûriyeyê de hemû daxwaz û teklîfên maqûl û demokratîk ên rêveberiya rojavayê Kurdistanê paşguh dike û bi vê pozîsyona xwe rê li ber êrişên dagirkerî yên dewleta Tirkiyeyê xweş dike. Niha jî hewlek navweyî û navneteweyî heye ku dewleta tirk û dewleta Suriyê bînin gel hev û li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deskeftiyên gelê me, tifaqekî navbera herdû dewletan de çêkin.
 
Digel van komple arêşê û aloziyan jî li rojavayê Kurdistanê xelkên navçeyê bi giştî û bi hev re di xeta parastina welêt de berxwedana xwe didomînin. Di vê têkoşîna şoreşgerî ya li rojavaya Kurdistanê de, bi taybetî rola jinan di asta pêşengiyê de ye... 
 
Em weke KNK, di 12 saliya avabûna xweseriya demokratîk a rojavaya Kurdistanê de xelkên Kurdistanê û hemû rêvebiriya polîtîk, îdarî, asayişî û leşkerî pîroz dikin.
 
BILA ŞOREŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ SERKEFTÎ BE
 
KNK daxwazê ji hemû kurd û kurdistaniyan dike ku ji bo parastin û jiyandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axa welêt û hemû welatiyan, di dereceya herî bilind da piştevaniyeke xurt û mezin bikin û li hemberî hemû êriş û bizavên dagirkeriyê, bi  xelkên rojavayê Kurdistanê re bin.
 
Şoreşa neteweyî û niştimanî ya demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê serkeftî û serfiraz be!
 
Bijî berxwedan û serkeftina şoreşa Rojava!”
 

Sernavên din

24/07/2024
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin