Doza Komkujiya Garê: Hevkara komkujiyê AKP ye

  • rojane
  • 14:14 26 Hezîran 2024
  • |
img
ENQERE - Malbatên ku di danişîna biryarê ya doza Komkujiya Garê de mafên axaftinê wergirtin, xwestin ku hemû berpirsyar bên darizandin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak wiha got: “DAIŞ’ê ev komkujî bi tena serê xwe nekir, hevkarê wê heye, ew jî AKP ye.”
 
DAIŞ’ê di 10’ê cotmeha 2015’an de bi bombeyan êrişî mitînga aştiyê ya li Qada Gara Trenê ya Enqereyê kir. Di êrişê de 103 kes hatin qetilkirin û 20 jê zarok bi giştî 391 kes jî birîndar bûn. Danişîna biryarê ya dozê îro li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Ji bilî malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, malbatên kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîjkan a Tirk (TTB), Komeleya 10’ê Cotmehê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Çep, Malêngel (Halkevleri) û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk tev li danişînê bûn. 
 
‘LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC HATE KIRIN’ 
 
Danişîn, piştî navbera hate dayîn berdewam kir. Hevserokê Komeleya 10’ê Cotmehê Îhsan Kocabiyik wiha got: “9 sal in tu daxwazên me nehatin qebûl kirin. Hatin bi organizasyona bombeya zindî komkujî kirin. Ji bo ku em mirov bûn hatin qetilkirin. We qet mereq nekir ka siyasetmedaran çi got? Tiştên ku dizanin û vedişêrin hûn çawa nizanin. Herkes neçare ku tiştê dizane bibêje. Em dibêjin edalet. Li dijî mirovahiyê sûc hatiye kirin.”
 
Dayika parêzer Ûygar Coşgûn a hate qetilkirin Nûray Coşgûn wiha got: “Neviyê min dê heta mirinê nikare bavê xwe bibîne. Êşa bavê wî di dilê wî de ye. Ez dixwazim carekê lawê xwe hemêz bikim. Em 9 sal in najîn. Em ji edaletê wêdetir tiştekî naxwazin.”
 
Dayika Guney Dogan, Derman Dogan jî wiha got: “Tenê daxwaza aştiyê kirin. Xwestin mirov bi hev re bijîn. Min zarokê xwe nezewicand, nevî nedîtin. 9 sal in heman êşê dikişînim.”
 
DAXWAZA MALBATAN 
 
Dayika Korkmaz Tedîk, Zohre Tedîk jî wiha got: “Ji bo ku ne polîs ne leşker nemirin ji bo daxwaza aştiyê hatin vir. Zarokên ku tu sûcê wan nîne hatin qetilkirin. 19 bersûcên fîrarî hene. Tevî ku hûn cihê wan dizanin jî nagirin. Piştî bombeya zindî, bombeyên gazê barandin. Zarokê min ji bo ku bêbêhn ma mir. We qet nedît? Qet wijdana we nîne? Kezeba me dişewite. Em 9 sal in edaletê dixwazin. Di 5 danişînên dawî de ye hûn dibêjin kujerê li dijî mirovahiyê sûc kiriye, ‘sûc nekiriye’. Rojekê dor dê were; wê demê em ê kujeran û kesên rê dane bidarizînin. Rayagiştî ya Tirkiyeyê dê hesabê bipirse.”
 
Dayika Başak Sîdar Çelîk, Hatîce Çelîk jî wiha got: “Komkujiyeke ku li ber çavan hatiye kirine. Em dixwazin ji bo edaletê tişta ji destê we bê bikin. Em hêj nikarin bi rihetî rakevin. Tiştên qewimîn weke duh in. Ev kursiyên bersûcan dibe ku tejî bûna. Daxwaza me ew e ku peywîrdarên cemaweriyê bên darizandin û kujer bên dîtin.”
 
‘HETA KU EM NEBÊJIN XELAS, XELAS NABE’ 
 
Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan ê weke beşdarvan tev li danişînê bû jî wiha got: “Qesrên edaletê yên mezin tên çêkirin lê di nava wan de edalet tune ye. Li vir dadgehek heye. Ne pêkane ku em bêjin dadgeh e. Serokwezîr, Serokkomar, wezîr, midûriyeta polîsan… herkes berpirsyar e. Heta ku ew neyên darizandin ne pêkan e ku daxwaza edaletê pêk were. Heke em bixwazin di nava aştiyê de bijîn divê tiştên berê qewimîn hemû bên ronîkirin û sûcdar bên darizandin. Heta ku em nebêjin xelas ev doz xelas nabe. Em ê pirsînê hesabê bidomînin.”
 
‘DAIŞ’Ê EV KOMKUJÎ BI TENA SERÊ XWE NEKIR’ 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak jî wiha axivî: “Divê hûn bizanin ku ev doz doza êrişa li dijî aştiyê ye. Kesên ev komkujî pêk anîn DAIŞ e lê DAIŞ bi tena serê xwe bû, divê mirov li wê binêre. DAIŞ’ê ev komkujî bi tena serê xwe nekir. Beriya 2 danişînan yek ji wan kujeran Yakûp Şahîn beriya bûyerê 3 rojan hatiye şopandin. Dema mirov li van dinêre dibîne ku DAIŞ’ê ev komkujî bi tena serê xwe nekiriye. Hevkarê wê heye, ew jî AKP ye.”
 
‘BERPIRSYARÊN ESASÎ NAYÊN DARIZANDIN’ 
 
Seroka Giştî ya Malêngel Nebiye Mertturk jî ev tişt gotin: “Heta ku berpirsyarên esasî neyên darizandin ji aliyê me ve ne pêkan e ku ev doz were girtin. Dema me xwest hevalên xwe bi bîr bînin, êrişî me kirin, me nekarî şîna wan bigirin. Weke ku ev têre nekin derbarê me de dozên nû vekirin. Ji xwe vê darazê vê dewletê gelek caran aliyê xwe diyar kir. Me tu hevalên xwe yên hatin qetilkirin ji bîr nekirin û ji bo hesabê bipirsin li vir in. Baweriya me bi daraza desthilatê nîne.”
 
’27 ENDAMÊN KESK’Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak jî wiha got: “Wê rojê 27 endamên me yên KESK’ê jiyana xwe ji dest dan. Heke li wir ewlehî nehatibe girtin ji bo ku nexwestine were girtin e. Em ji cihê ku hêvî lê winda bûye bang dikin; em dixwazin hêvî dîsa şîn bibe. Em ê heta dawiyê di nava têkoşîna aştiyê de bin.”
 
Danişîn didome.

Sernavên din

29/06/2024
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
10:52 Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
10:24 Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin
10:21 Li ber DEDAŞ’ê daxuyanî: Divê hesab ji berpirsiyaran bê xwestin