Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Abdullah Ocalan hat kirin

  • cîhan
  • 17:43 3 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' li Parîsê tê lidarxistin, diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.
 
Konferana Ciwanan a Cîhanê ku li ser bingeha konferansên salên 2015 û 2019'an ên li Amed û Kobanê tê lidarxistin ji aliyê tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' ve tê organîzekirin. Konferans li avahiya Espace Nîemeyerê pêk tê. Konferans wê sê rojan dewam bike. Roja destpêkê ya konferansê saet di 10'an de bi axaftina destpêkê û deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre li ser têkoşîn û şehîdên şoreşê axaftin hate kirin.
 
Florîan Andre di destpêka konferansê de axivî û diyar kir ku ew vê konferansê diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin.
 
Florîna Andre qala rabirdûya Konferansa Ciwanan a Cîhanê kir û got, "Ev konferans sala 2015'an li paytexta Kurdistanê Amedê destpê kir. Piştre li paytexta berxwedanê Kobanê di sala 2019'an de hate lidarxistin. Di sala 2015'an de piştî konferansê dewleta Tirk a faşîst li ser Kurdistanê şerekî mezin da destpêkirin. Di sala 2019'an de 6 meh piştî konferansa li Kobanê dewleta Tirk Girê Spî dagir kir. Em vê konferansê diyarî lîderê vê şoreşê Abdullah Ocalan dikin ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye."
 
Di dewama axaftina xwe de Florîan Adnre got, "Êdî dem hatiye. Ciwan ji bo derketina ji tarîtiyê dikarin pêşengiyê ji civakê re bikin. Di sedsala 21'ê de şoreş pêk tê. Ew şoreş jî li Rojava pêk tê. Ji yên ku dibêjin êdî dema îdeolojîk, têkoşîn û paradîgmayê derbas bûye, em dibêjin Na! Têkoşîna me dewam dike."
 
Piştî axaftina destpêkê dîmenek li ser kapîtalîzm û têkoşîna ciwanan hate nîşandan, piştre peyamên ji deverên cuda yên cîhanê hatin şandin, hatin pêşkêşkirin. Di peyaman de yên ji Lubnan, Efrîka Başûr, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şandin, işaret bi ruhê berxwedana ciwanan û têkoşîna hevpar a li dijî kapîtalîzmê hate kirin.
 
Berpirsyarê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Sosyalîst a Pêşverû ya Lubnanê got, "Min xwest ji Lubnanê tevlî konferansê bibim. Şerê li Lubnanê dibe sedema xizaniyê û koçkirina mirovan. Ji ber şerê Xezeyê sûcên şer têne kirin. Ji ber vê yekê jî divê piştgirî ji gelê Fîlîstînê re bê dayin. Ciwanên pêşverû paşerojê ava dikin. Têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê wê dewam bike."
 
Piştre peyamên Yekîneyên Parastina Jinê û Komuna Enternasyonalîst a Rojava hate nîşandan. Di peyamê de hate gotin, "Li dijî sîstema kapîtalîst Şerê Cîhanê yê 3'yemîn pêk tê. ji bilî berxwedan û azadiyê çareyek me nîne. Em li dijî kapîtalîzmê li ber xwe didin, li vê derê jiyaneke nû ava dikin. Em li ser xeta Rêber Apo ne. Ne tenê ji bo dîrokê, ev konferans ji me hemûyan girîng e."
 
Ji Tevgera Sosyalîst a Efrîkaya Başûr Nehlalî Bassûm jî peyamek ji konferansê re şand û got, "Em dibêjin em nebin kes nikare bi navê me biryarê bide. Ji ber ku ciwan di hedefa sîstema heyî de ye. Êdî dem hatiye ku em dengê xwe bilind bikin. Bi hezaran ciwan bêkar in, di nava şert û mercên nebaş de ne. Sîstema heyî naxwaze ciwan rabin ser piyan. Em dixwazin civakeke wekhev ava bikin."
 
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker jî peyamek bi dîmen ji beşdarên konferansê re şand û got, "Weke ciwanên Apoyî em we hemûyan silav dikin. Em Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya Yekemîn silav dikin. Dibe ku me hev nedîtibin, em hev nas nekin. Hinek ji me ji Kurdistanê hinek ji Rojhilata Navîn, hinek ji Ewropa, hinek ji Efrîkaya Başûr, hinek ji Abya Yala bin. Lê belê em lêgerînerên jiyana azad in. Ji ber vê yekê em di vê konferansê de ruhê ciwanên 68'an dibînin. Lewma civîneke bi vî rengî wê serketineke mezin bi xwe re bîne."

Sernavên din

08/11/2023
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû