Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da

  • rojane
  • 13:16 3 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Derket holê ku şahidê eşkere Umît Akbiyik derheqê 669 kesan de îfade daye, îfadeyên wî ji 112 rûpelan û ewraqa teşhîsa wî jî ji 671 rûpelan pêk tê. Bi vê yekê re derket holê ku Akbiyik di her 3 deqeyan carekê de kesek teşhîs kiriye. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25’ê nîsanê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik de lêpirsîn da destpêkirin. Kitekitên karûbarên îfadegirtinê û yên teşhîhskirinê jî hêdî hêdî derdikevin holê. 
 
Derket holê ku Akbiyik parêzer, siyasetmedar, hunermend û rojnameger jî di nav de bûn derheqê gelek kesan de 32 saetan îfade daye. Akbiyik di nava van 32 saetan de her 3 deqeyan carekê li ser kesekî/ê îfadeye daye. Akbiyik, derheqê 669 kesan de îfade da, îfadeyên wî ji 112 rûpelan û teşhîsên wî jî ji 671 rûpelan pêk tên. 
 
Dadgehê, daxwaza ji bo şandina hemû îfadeyan red kir û derket holê ku parçe parçe şandiye. Danişîna kesê bi navê S.E. ku di çarçoveya îfadeyên Akbiyik de hatiye girtin, duh li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. S.E. ku li cihekî bi kêmtirîn mûçeyê dixebite û girtî bû û parêzerê xwe tev li danişînê bûn. Şahidê eşkere Akbiyik jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. S.E. parastina xwe kir û îdiayên Akbiyik ku digot; “tev li çalakiyên derqanûnî bûye” û “perwerdeya rêxistinî dîtiye” red kir. 
 
NAVÊN LI EMNIYETÊ DABÛN NEHATIN BÎRA WÎ
 
Umît Akbiyik jî îdia kir ku S.E. di navbera salên 2018 û 2020’an de li rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê tev li 2 “perwerdeyên rêxistinî” bûye û tev li du çalakiyên derqanûnî bûye. Akbiyik, îdia kir ku kesên tev li 2 perwerdeyên ku îdia dike S.E. jî tev li bûye nas dike. Lê dema parêzerê S.E., Baver Mizrak navên kesên tev li çalakiyan bûne jê pirsî, Akbiyik got; “Niha nayên bîra min.” Akbiyik, wiha bersiv da pirsê: “Kesên ji bilî vî bersûcî tev li perwerdeya rêxistinî bûn min di pêvajoya lêpirsînê de anîbû ziman. Lê ew nav niha nayên bîra min. Beriya ku ez di dema lêpirsînê de îfadeyê bidim, heta beriya ku serî li TEM’ê bidim, min tiştên dê bigota di serê xwe de kom kiribûn û amade kiribûn. Lewma îfadeyên min wê demê dabûn rast in.” 
 
LI EMNIYETÊ 669 NAV HATIN BÎRA WÎ LÊ DI DANIŞÎNÊ DE NEHATIN BÎRA WÎ!
 
Parêzer Baver Mizrak mafê axaftinê girt û wiha got: “Şahid dibêje ku nav li emniyetê hatine bîra wî lê di danişînê de nayên bîra wî. Ev yek, nakokî ye. Îfadeyên şahidî ya di dema lêpirsînê de di 32 saetan de hatine temamkirin. Di nava vê pêvajoyê de derheqê 669 kesan de îfade daye û îfadeyên wî ji 112 rûpelan pêk tê. Her wiha ewraqa teşhîsa wî ji 671 rûpelan pêk tê. Anku di her 3 deqeyan carekê îfadeyek daye û kesek teşhîs kiriye. Ev yek tiştekî asayî nîne. Tenê ji ber vê yekê jî mabe divê îfadeyên wî esas neyên girtin.” 
 
DAXWAZA BILA LI PARÊZER WEKE ŞAHID WERE GUHDARÎKIRIN  
 
Mizrak, diyar kir ku mimkin nîne di dema 32 saetên îfadeyê de parêzerê Akbiyik jî li wir amade bibe û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku li parêzerê tê îdiakirin di dema îfadeyê de li wir amade bû weke şahid lê were guhdarîkirin. Ji ber dema girtinê û komkirina delîlan, dixwazin miwekîlê min were tehliyekirin.” 
 
BIRYARA TEHLIYEYÊ HATE DAYÎN
 
Dadgehê biryar da ku ji bo were tespîtkirin bê ka S.E. di dema çalakiyên Akbiyik qala wê dike de li ku bû, ji BTK’ê agahiyên lêgerîn, peyam û hinek agahiyên din ji bên xwestin. Her wiha dadgehê daxwaza weke şahid guhdarîkirina parêzerê Akbiyik û temamiya îfadeyên Akbiyik li dosyayê red kir. Dadgehê ji bo S.E. biryara tehliyeyê da û danişîn taloq kir. 
 

Sernavên din

08/11/2023
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye