Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ku li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, bi gel re civiyan û serdana dikandaran kirin. Di serdanan de îşaret bi girîngiya hilbijartinê hat kirin û hat destnîşankirin ku divê her kes biçe ser sindoqan. 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê xebatên xwe yên hilbijartinan bênavber didomîne. Namzetên parlamenteriyê yên bajar Perîhan Yucekaya, Yûsûf Bozkûş, Tûlay Şakar, Gaffar Bayram, Rozerîn Ercan û Huseyîn Kilinç di çarçoveya xebatan de çûn serdana navçeyên Şîro, Batalgazî, Çirmik, Wêranşar, Erxevan, navend û gundên Meletiyê. 
 
Di çarçoveya xebatan de şandeya bi serkêşiya namzet Perîhan Yûcekaya çû serdana navçeya Erxevan û gundên wê û namzet Yûsûf Bozkûş û yên pê re çûn serdana navçeya Şîro û gundê wê. Namzet Tulay Şakar û şandeya pê re jî çûn serdana navçeya navendî ya Batalgazî û namzetên parlamenteriyê Gaffar Bayram û Rozerîn Ercan û şandeya bi wan re jî çûn serdana navçeya Çirmik û gundên wê. Namzet Huseyîn Kilinç û endamên partiyê yên pê re jî çûn serdana navçeya Wêranşar û gundên wê. 
 
Şandeyan bi esnaf û xelkên navçe û gundan re hevdîtin kirin, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Di serdanan de li pirsgirêkên gel hate guhdarîkirin. Şandeyan di hevdîtin û serdanan de qala girîngiya hilbijartinan kirin û ji gel xwestin ku piştgiriyeke xurt bidin. 
 
AMED 
 
Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Yenîşehîrê bi namzeta parlementeriyê ya bajêr Sorgul Aytek, Tevgera Jinên Azad, Rêxistina HDP’a Yenîşehîrê serdana karkerên tekstîlê yên senayiya organîze ya 4'êmîn kir.  
 
Xebatkarên tekstîlê yên ku navber dabûn kar bi bihîstîna dengê stranên wesayita hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li çepikan xistin. Piştî namzet Sorgul Aytek silav da karkeran, karkerên ku li ber kargehê kom bûn, civîn veguherandin mitîngê û bi çepik, tilîlî û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” govend gerandin. 
 
‘XWÎNA ZAROK, CIWAN Û DAYIKAN A HATIYE RIJANDIN JI BÎR NEKIN’
 
Namzet Sorgul Aytek bi karkeran re axivî û wiha got: “Pirsgirêk di dayîna dengan de tune ye. Ev parti ya me hemûyan e. Pirsgirêk ewlehiya sindoqan e. Ji bo hûn karibin ewlehiya sindoqan bikin werin buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk û avahiyên HDP’ê bibin muşahîd.” Aytek pişt re jî pirsa daxwazên karkeran kir. Ji xebatkara bi navê Melek wiha got: “Daxwaza me ne ji we, ji gel heye. Em dibêjin kesên diçin ser sindoqan bila xwîna zarok, ciwan û dayikan a hatiye rijandin ji bîr nekin. Daxwaza me ew e ku Erdogan biçe, em jê xelas bibin.”
 
ŞIRNEX
 
Ber bi hilbijartinê ve Partiya Çepên Kesk li Botanê lez da xebatên xwe. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, dê di 7’ê Gulanê de li Şirnexê bi dirûşmeya “Dîsa Em” li ber avahiya walitiyê mitîng bê lidarxistin. Mîtîng dê bi beşdariya Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û namzetên bajêr Newroz Ûysal, Mehmet Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedirhan Osal bê lidarxistin. 
 
Li Şirnexê Partiya Çepên Kesk bi tevlîbûna namzetê bajêr Mehmet Zekî Îrmez, parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş, rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên bajêr bi girseyî Şirnexiyan vexwandin mitîngê. 
 
Her wiha li navçeya Sîlopiyayê jî bi tevlîbûna namzeta Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan û rêveber û endamên partiyê serdana gundên Gunhedît, Takyanê û Bedrû hat kirin û partiyê gundiyan vexwand mîtîngê. Gel bi coşeke mezin şandeyê pêşwazî kir.
 
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî namzetê Partiya Çepên Kesk ê Mêrdìnê George Aslan li gundên Basîprin, Sarê, Mîdîh, Temerza, Bêzîkir, Agrît û Zînarexê yê suryanan bi civaka suryan civiya û ji wan daxwaz kir ku di 14’ê Gulanê de ji bo aramiya welat dengê xwe bi kar bînin. 
 
Li navçeya Cizîrê jî bi tevlîbûna namzet Newroz Ûysal jinên ku di tekstîlan de dixebitin hatin ziyaretkirin û di serdanê de li ser girîngiya hilbijartinê hat sekinandin. 
 
Li navçeya Basa ya Şirnexê jî bi tevlîbûna namzetê Partiya Çepên Kesk Bedirhan Osal serdana gel hat kirin û ji gel hat xwestin ku di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan.
 
 
 

Sernavên din

08/05/2023
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin
21:15 Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye
20:05 Banga ji bo mîtînga Sêrtê
19:57 Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
19:09 Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
19:00 Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
18:16 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
17:05 Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin
17:00 Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin
16:49 Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan
16:44 Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn
16:43 Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin
16:34 Ji daxuyaniya girtiyên nexweş re astengiya ‘hilbijartinê’
16:09 Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da
15:45 Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
15:45 Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe
15:42 Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe
15:27 Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin
15:26 Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
15:04 Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir
15:04 Girtiyê nexweşê giran Kodîn: Bi darê zorê hatim kelemçekirin û birim girtîgehê
14:45 Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin
14:27 Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe
10:23 Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:19 Ji AYM’ê têkildarî rojnamevan Babaoglû biryar: Dijî, binpêkirin nîne!
09:36 Li dijî Partîzanê operasyon: Rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin
09:26 Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne
09:24 Li Samandagê pîrozbahiya Xidirellezê
09:02 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim
09:01 'Tenê partiya gel dikare pirsgirêkên gel çareser bike'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Çawişê pispor ê îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate girtin
05/05/2023
23:27 Ay a 55 salî ku rastî êrişeke nijadperest hat bi giranî birîndar bû
21:11 Li Meletî avahiyeke xesardîtî hilweşiya: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê