WAN - Hate diyarkirin ku gardiyanên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi ser qawîşan de girtin, girtî li erdê dirêj kirin û îşkence li wan kirin.
Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê piştî ku hate îdîakirin gardiyanan girtî derb kirine, parêzeran bi 2 girtiyên ku ji girtîgehê birin qawîşê re hevdîtin kirin. Girtiyan di hevdîtinan de behsa serdegirtina odeyan kirin û gardiyanan girtî bi zorê li erdê dirêj kirine û îşkence li wan kirine.
Parêzeran wiha behsa bûyerê kirin: "Bûyer 9 'ê Adarê danê nîvro pêk hat. Ev bûyer dema 3 girtiyên ku çûn mafê xwe yê telefonê bikar bînin ji telefonê vegeriyan pêk hat. Dema girtî ji telefonê vedigerin dibînin ku li korîdora ku lojman lê hene gelek gardiyan hene û bi dengekî bilind dibêjin ku wê lêgerînên qawîş hebin. Bi dîtina vê yekê gardiyanan mudaxele kirin û girtî danîn erdê, bi lingan li pişta wî xistin. Tevî ku girtî dibêje dîskek wî ya hernîkî heye jî dest ji mudaxaleyê bernade û mudaxaleyek ku şîdetê zêde dike pêk tê. Dîtina mudaxaleya ku berdewam dike bi gelek gardiyanan re ketin korîdorê hemû qawîşên di korîdorê de bertek nîşan didin û bang li deriyan dikin. Piştre jî mudaxele li hemû siyasiyan jî tê kirin."
SERLÊDANA LI SERDOZGERIYÊ Û WEZARETÊ
Parêzeran diyar kirin ku bi ser qawîşên; C-9, C-13, C-16, C-33, C-21 de hatiye girtin û her kes li erdê dirêj kirine û ev agahî hate parvekirin: "Di dema destwerdanê de îşkence li hemû girtiyan hate kirin ku heqaret û gef li wan tê kirin. Piştî bûyerê girtiyê bi navê Yusuf Mustafa ji bo rapora lêdanê rakirin nexweşxaneyê. Piştre jî li dijî hemû girtiyên di qawîşên mudaxaleyê de kiryarên dîsîplînê hatin vekirin û ji wan hate xwestin ku parastina xwe bikin."
Diyar bû ku girtiyan giliyê sûc li Serdozgeriya Komarê ya Wanê kirine û xwestine lêpirsîna îdarî li Wezareta Dadê were vekirin. Her wiha girtiyan bang li rêxistinên hiqûqî kir ku serdana girtîgehê bikin.