Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin

img

MEREŞ - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li Bazarcixê bangî mexdûrên erdhejê kir û wiha got: “Dema hejmartina dengan bi dawî bû, em ê mezintirîn govenda xwe bigerînin.” Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî got ku nehevhelalkirin lê hesabpirsîn heye. 

 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Bazarcix a Mereşê hevdîtina bi gel re li dar xistin. Hevdîtin li pêşiya konteynira ku weke avahiya Partiya Çepên Kesk a Bazarcixê tê bikaranîn hate lidarxistin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, namzetên parlamenteriyê yên Mereşê Huseyîn Eroglû, Ayşegul Demîroglû û gelek welatî tev li hevdîtinê bûn. 
 
Beriya hevdîtinê, welatiyan di ketina navçeya Narli ya Mereşê konvoyek çêkir û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û şandeya pê re pêşwazî kir. Şande bi govend û stranan hate pêşwazîkirin û piştre jî bi konvoyê derbasî navçeya Bazarcixê bûn. 
 
Şande li qada konteynirê bi alayên Partiya Çepên Kesk û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin. 
 
PARTIYA JINAN
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Eroglû di hevdîtinê de axivî û got ku dê di 15’ê gulanê de xweşiktirîn cejnê pêşwazî bikin. Ji namzetan Ayşegul Demîroglû jî bal kişand ser polîtîkaya necezakirinê ya li dijî komkujiyên jinan. Demîroglû, got ku dê ev polîtîkaya necezakirinê bi ciwanan biguhere û ev tişt anî ziman: “Banga me ji bo gel ew e ku di 14’ê Gulanê de biçe ser sindoqan. Partiya Çepên Kesk, partiya jin û ciwanan e.” 
 
‘HEVHELALKIRIN TUNE YE’
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî bi kurdî axivî û ev tişt anî ziman: “Ya ku mirovan dikuje ne erdhej lê xemsarî û zîhniyeta faşîst e. Ewqas mirovên me mirin. Sedema vê jî îktîdara AKP’ê ya 21 salî ye. Hevhelalkirina bi wan re tune ye, hesabpirsîn heye. Li Mereş, Semsûr û Dîlokê hevhelalkirinê dixwazin. Lê ev yek mimkin nîne. Em li dijî zîhniyetekê têdikoşin. Em bi feraseteke sedsalî û rejîma AKP’ê ya 21 salî re rû bi rû ne.” 
 
‘CIHÊ KU EM BI KUJERAN RE BÊN BER RÛYÊ HEV SINDOQ IN’ 
 
Ozturk, da zanîn ku hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartinên jirêzê nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li dijî rejîma yekzilamî dikevin hilbijartinê. Lewma jî 14’ê Gulanê rojeke dîrokî ye. Cihê ku em bi van kujeran re rû bi rû dimînin sindoq in. Divê em tevahiya sindoqan bikin gora zîhniyeta wan. Ji bo ku êdî ji wir dernekevin, ji bo ku êdî gelên me bi van ferasetan re careke din rû bi rû nemînin, 14’ê Gulanê rojeke girîng e. 14’ê Gulanê ne tenê roja hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ye. Em weke Partiya Çepên Kesk dikevin hilbijartinê û tifaqa me diyar e. Tifaqa me ya Ked û Azadiyê diyar e. Em ji bilî vê bi tu kesî re nakevin hilbijartinê. Hinek kes dibêjin ‘jixwe piştgiriyê didin me’ lê ev rast nîne. Ji bo têkbirina vî dîktatorî, vî zalimî em bi navê Ked û Azadiyê dê di hilbijartina serokkomariyê de piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglû û di yên giştî de jî bidin Partiya Çepên Kesk. Em rêya sêyemîn in. Em Partiya Çepên Kesk in têkoşîna aştiya birûmet dide. Ji bo ku Partiya Çepên Kesk bibandor be, divê em 100 parlamenteran derxînin.”
 
‘TENÊ ÎKTÎDAR ÊŞÊ NA JÎ’
 
Piştî Ozturk, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, bi lêv kir ku li dijî îktîdara ku di erdhejên 6’ê Sibatê de mirin hêjayî xelkê Bazarcixê dîtî îradeya gel derketiye holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê ev îktîdare êşa derketiye holê na jî. Berdevkên rejîma yekzilamî daxuyaniyan didin û dibêjin; ‘dê heta cejnê tenê yek kavil li erdê nemîne.’ Lê em dibînin ku hêj jî kavil li holê ne. Aqilek li holê heye ku ji roja destpêkê heta niha li ser maseyê OHAL’ê radigihîne. Lê me kesên ji roja destpêkê ya erdhejê heta niha li cem gelê me cih girtî jî dîtin. Weke Partiya Çepên Kesk, ji bo avakirina jiyana nû em ji roja ewil heta niha li vir in. Qeyûm li Navenda Koordînasyona HDP’ê tayîn kirin. Tayînkirina qeyûman li piştevaniyê tenê di zîhniyeta AKP’ê de heye. Her karê me yê piştevaniyê, AKP teşhîr dikir ku tu xebatan nake. Lewma dest danîn ser alîkariyên me. Bi rojan piştî erdhejê, ji xelkê me yê Semsûrê hevhelalkirin xwestin. Me neda û nadin jî.” 
 
‘JI ÎRADEYA ME DITIRSIN’
 
Uçar,  axaftina xwe wiha domand: “Ji roja ewil ve Şaredariya Silopiyayê qet ji vir kêm nebû. Em ê li dijî rejîma qeyûman hîn xurtir derkevin. Ez spasiya we dikim ku we jiyana nû ava kiriye. Ev îrade dê hilbijartinan bi wan bide windakirin. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Berdevkên rejîma yekzilamî hilbijartinê bi xwe weke darbeyê dinirxînin. Niha çûna ser sindoqan û dayîna dengan mafê me yê herî xwezayî ye. Ey îktîdar, ya ku ev hilbijartin diyar kirî û her tiştî di destê xwe de digire ma ne tu yî? Ma tu ji çi ditirsî. Lê rast e, ji îradeya me ditirsin. Di demeke ku mirov birçî de, dibêjin ku ÎHA û SÎHA’yan hildiberînin. Vê jiyanê hêjayî me dibînin. Lê em ê bi ser kevin. Vê îktîdarê soz dan hemû derdorên li dijî civakê. Lewma dixwazin bi ser kevin. Lê me jî bi we re soz da. Em li vir in û dê bi ciwanan re, bi jinan re, bi we re biguherînin. Mimkin e ku em bi gelan, jinan û kedkaran Tirkiyeke wekhev ava bikin. 
 
EM Ê XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN
 
Girîng e ku Tirkiye were demokratîkkirin. Ji bilî hejmara parlamenteran, me ragihand bê ka dê çi bikin. Ev beyan, navê têkoşîna me ya ku me heta îro anî ye. Mimkin e ku em Tirkiyeke hemû gel, jin, kedkar, karker û hemû derdor tê de bi awayeke azad û wekhev dijîn ava bikin. Em dixwazin vê bi we re ava bikin. Di hilbijartinan de navnîşana me Partiya Çepên Kesk e. Navnîşana me, dara me ye. Bihêzbûna li parlamentoyê tê wateya bihêzbûna her yek ji me. Em ê dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin. Dema hejmartina dengan bi dawî bû, em ê mezintirîn govenda xwe bigerînin. Gelo hûn jî ji bo gerandina vê govendê amade ne? 
 
DENGÊN ME JI BO ÇEPÊN KESK E
 
Jinên hêja, jinên ciwan, kedeke we ya mezin tê de heye ku têkoşîna me gihiştiye vê astê. Me got pergala hevserokatiyê. Îktîdara heyî çiqas polîtîkayên li dijî jinan meşandibin, me jî ji kolanan heta meclisê ewqas bêhtir li cem jinan cih girt. Me got ku heke jin bi ser kevin dê civak jî bi ser keve û eynî wisa jî bû. Di vê erdhejê de berpirsyartiya herî mezin jinan li xwe girt. Me bi jinan re jiyan jinûve ava kir. Li hemberî polÎtîkayên dijminatiya jinan me tu carî qad vala nehiştin û me bi hev re îktîdara AKP’ê da paş ve. Heta ku me anî astekî wisa ku di hilbijartina serokkomariyê de neçar ma ku tifaqa xwe berfirehtir bike. Tifaqek dijminê kurdan e, tifaqek dijminê jinan e. Ev yek nîşan dide ku li ber windakirina îktîdarê ne. Wê demê ji bo têkoşîna me ya heta niha bi ser keve, divê em biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Rêya me tevan vekirî be.” 
 
Piştî axaftinan, Uçar û xelkê Bazarcixê govend gerandin. Piştre jî şandeya ku Ozturk û Uçar jî di nav de derbasî navçeya Elbistan a Mereşê bû. 
 

Sernavên din

05/05/2023
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî