Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye

img
AMED - Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Mehmet Emîn Aktar ê xwe amade dike bîra salên 1990’an bibe Meclisê wiha got: “Heta ku em hêrsa gel nîşan bidin, pêkane ku mîna 7’ê hezîranê encamekê bi dest bixin.”
 
Serokê Baroya Amedê yê Berê Mehmet Emîn Aktar ku Emîn Abê yê parêzeran û nûçegihanên edliyeyê ye û hem şahidê têkoşîna mafên mirovan, siyaset û hiqûqê ku têkoşîna nasnameya kurd di nav de ye hem jî di vê têkoşînê de hatiye darizandin xwe amade dike ku biçe Meclisê. Aktar ê ji bajarê jê dayik bûyî ji Partiya Çepên Kesk bûye namzet, di sala 1986’an de ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû. Di navbera salên 1990’an û 1992’yan de di lijneya rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê de xebitî. Di navbera salên 1992 û 2001’an de endamtiya lijneya rêveberiya Baroya Amedê kir û di navbera salên 2008 û 2012’yan de Serokatiya Baroya Amedê kir. Di saziyên sivîl ên civakî yên weke Weqfa Mezopotamyayê û Enstituya Lêkolînên Civakî û Sîyasal a Amedê (DÎSA) de jî cih girt. 
 
BÎRA SERDEMEKÊ 
 
Aktar ku hem ji ber di serdema kiryarên nediyar de parêzer bû hem jî ji ber endamê Partiya Demokrasî (DEP) ku gelek endamên wê hatin qetilkirin û demekê rêveberê Komeleya Mafên Mirovan bû yek ji kesên girîng ê siyaseta kurd ku rêya wî kete ser cînayetên kiryarên nediyar ên JÎTEM’ê û bûyerên girîng ên serdemê du caran ji mirinê vegeriya. Aktar, di kêliya dawî de ji fermana înfazê ya yek ji endamên JÎTEM’ê Fermandarê Cendermeyan ê Amedê Îsmet Yedîyildiz ku di sala 1991’an de li navçeya Pasûra Amedê fermana înfaza Mehmet Nesîp Altin, Neytûllah Tekîn, Hayrettîn Demîrtûyî, Felemez Bûlût, Omer Ozturk, Alî Mîltaş û Şahîn Tekîn û di sala 1992’yan de li navçeya Stewra Mêrdînê înfaza 5 gundiyan û 33 gerilayan da xelas bû. 
 
Aktar ê piştî kuştina gundiyan ji bo bûyerê lêkolîn bike çû herêmê, leşkeran binçavkirin. Li ser agahdarkirinê Yedîyildiz fermana ku “wî bikujin” da. Lê di demekî kurt de parlamenterekî ingilîz û parlamenterê serdemê Orhan Dogan û Leyla Zana ku ne di hesabê de bûn hatin cihê bûyerê û Aktar ji kuştinê di kêliya dawî de xelas bû. Di dema kurdî qedexe bû, şahidiniya axaftina kurdî ya Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê ji aliyê JÎTEM’ê ve hate îşkencekirin û qetilkirin ya di Lijneya Giştî ya ÎHD’ê de, kuştina hevalê xwe yê zarokatiyê, şewitandina bi hezaran gundan, cînayetên kiryarên nediyar û operasyonên di bin navê “KCK” de hatin bi rêvebirin kir. 
 
‘HÊVIYAN ANÎ HETA ÎRO’ 
 
Aktar xwe amade dike ku bîra bi gotina “Dema ez li paş xwe dinêrim dibêjim bîra min jê çûbûya baştir bû” penase dike bibe Meclisê. Aktar, ê ev pêvajo weke “pêvajoyên zor” penase kirin wiha got: “Dibe ku tişta herî bi pirsgirêk şahidînî ye. Dema ez li paş xwe dinêrim weke ku hezar salan jiya me hîs dikim. Di salên 1990’an de bi zexteke zêde re hêviyeke zêde jî hebû. Wan hêviyan jî ez anîm heta vê derê. Ji şewitandina hezar gundan bigire, heta cînayetên kiryarên nediyar, ji girtina bi sedan mirovan bigire heta gef xwarinê pêvajoyeke zehmet e. Dema ez paşve dinêrim dibêjim bîra min jê çûbûya baştir bû, ji ber min gelek dostên xwe winda kirin, cenaze teşhîs kirin, tev li cenazeyan bûm. Dema min lê dinêrî difikirîm ku jiyan ji bo yên çûyî zehmet e an yên dijîn teqez jiyan ji bo yên dijîn zehmet e. Ev zehmetî heviya ku kesên çûyî afirandî, bi jiyandina nirxan bi hêz dike.”
 
EW AXAFTIN BI HEV RE KIRIN 
 
Aktar ê ku şahidî ji axaftina Vedat Aydin a bi kurdî ya li Lijneya Giştî ya ÎHD'ê kir ku di rakirina rêziknameya hiqûqê de amûra astengkirina axaftina zimanên ji bilî Tirkî ya hejmara 2932'an ku di dema 12'ê Îlonê de qedexeya li ser Kurdî anî bi bandor bû wiha got: “Di sala 1990'î de dema em diçûn Lijneya Giştî ya ÎHD’ê me biryar da ku yek ji me bi kurdî biaxive. Kekê Vedat (Aydin) got, ‘ez ê bi kurdî biaxivim.’ Em çûn Enqereyê, me dizanîbû ku kekê Vedat wê bi Kurdî biaxive, lê me li kesî belav nekir. Sedem jî ew bû ku heta axaftina bi kurdî neyê kirin me nexwest kes bê binçavkirin. Dema kekê Vedat dest bi axaftinê kir Serokê Dîvanê Halît Çelenk bû. Mudaxeleyên wekî 'Vedat bey, bi tirkî biaxive ku em jî fêm bikin' kir. Kekê Vedat got ‘Zimanê min qedexe ye, ez vê rewşê protesto dikim, eger kesek fêm neke, piraniya hevalên min bi kurdî dizanin, dikarin tercume bikin.’ Pişt re kekê Vedat axaftina xwe domand. Dema em ji salonê derketin, bi wî re hevalê me yê li gel wî karê tercûmaniyê dikir hat binçavkirin. Serokê Giştî yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Mustafa Ozer ku wê demê rewş protesto dikir jî hat binçavkirin û piştre hat girtin. Di danişînê de axaftina bi kurdî dewam kir, dadgeh neçar ma ku ji bo îfadeyê bigire û parastinê tespît bike wan berde. Ji ber ku vê rewşê bandoreke gelekî erênî li raya giştî kir û piştî çend mehan di Nîsana sala 1991’yan de qanûn (qanûna qedexekirina zimanê Kurdî) betal kir. Çalakiya kekê Vedat, atmosfera ku afirand û helwesta wî jî di betalkirina qanûnê de gelekî bi bandor bû.”
 
‘NIRXÊN HATINE AFITIANDIN HÊZÊ DIDIN ME’ 
 
Aktar, anî ziman ku beriya Aydin ji aliyê JÎTEM’ê ve bê revandin, îşkencekirin û kuştin bi wî re hevdîtin kiriye û da zanîn ku ji ber îşkenceyê nexwestin malbat cenaze teşhîs bike û wan cenazeyê Aydin ê îşkencekirî teşhîs kirine. Aktar, anî ziman ku ji anonsa bêtêl a li odeya dozger bihîst ku cenazeyê hevalê wî yê zaroktiyê Şerîf Avşar ê di sala 1994’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû revandin hatiye dîtin û wiha berdewam kir: “Hûn vê ji bêtêlê dibîhizin û hevalê we yê zarokatiyê ye. 15 roj in winda ye û hatiye revandin. Kêliyeke tirsnak bû. Lê li aliyekî jî têkoşîneke hevalên we heye û di vê oxirê de can daye. Divê mirov ji bîranîna wan re rêzê bigire. Nirxên ku wan afirandine hêzê dide me.”
 
Aktar, got ku “Dema hûn li Kurdistanê bijîn, li ser navê kurdan daxwaza maf bikin, îtîrazî pergala dewletê ya Komara Tirkiyeyê bikin, cezakirin bivênevê dibe” û ev tişt gotin: “Yekî ku şahidiniya vê tiştê kirî, elbet dizanim îtîraza li dijî vê wê bê cezakirin. Kes ji me bi razandinê nikare ji nifşên bên re, ji zarokên me re pêşerojeke demokratîk, azadtir bihêle. Jiyana derveyî welat qet nebû meseleyeke ku tercîh bikim. Ez ji bilî axa xwe nefikirîm ku li cihekî din bijîm. Min cezayek girt ez naçim çu cihan. Têkoşîna me ya esas guhertineke nû veguhertineke nû ye… Kes ji bo daxwazeke maf pêş dixe bila neyê cezakirin. Ji bo ev pergal were guhertin em têkoşînekê didin. Em ji bo neyên cezakirin, nekevin girtîgehê li derveyî welat, li sirgunê nejîn em ê vê têkoşînê bidomînin.”
 
‘JI BÎREK ÇÊBIBE LI VIR IM’ 
 
Aktar, bi lêv kir ku piştî Partiya Demokrasiyê di tu partiyên siyasî de cih negirt û tercîhkir k udi rêxistinên sivîl ên civakî de cih bigire û ji bo ketina wî ya siyasetê jî wiha got: “Her tim di siyaseta legal de bi girtina partiyan, sirgunan, girtinan û hwd. pêşiya gelê kurd hate girtin û ji bo bîra siyasî çêbibe pêşiya wê hate girtin. Têkildarî van pêvajoyan jî min bawer kir ku ez tevkariyê bikim, ji ber wê ez li vir im.”
 
Aktar, anî ziman ku her cihê ku diçê ji ber nasnameya xwe ya saziyên sivîl hem parazvaniya mafên mirovan û hem jî ji ber pîşeya parêzeriyê rastî kesên nas tê û xwe din av namzetên parlamenteriyê yên Amedê de kesê herî bişens penase dike. Aktar, axaftina xwe wiha domand: “Di nav lîsteya Amedê de yê herî bişens ez im her cihê ku ez diçimê kesekî bi nas heye. Ji min re dibin alîkar û di heman demê de barekê jî li min bar dikin ji ber ku mirov bawerî te dikin û ev jî hesteke berpirsyariyê diafirîne. Dibêjin hûn ê bi vê baweriyê me temsîl bikin û barê me jî giran dibe.”
 
‘PÊKANE KU 7’Ê HEZÎRANÊ JI NÛ VE PÊK BÎNIN’ 
 
Aktar, diyar kir ku bi pêla zextan û êrişan a piştî sala 2016’an hate destpêkirin tayînên qeyûman, girtin û rejîma yek zilamî hate bêdengkirin û wiha got: “Lê me dît ku qasî em di qadê de bixebitin, temasê bikin, hêrsa mirovan nîşan bidin dikarin wê ev di sindoqê de were nîşandan. Ez difikirim ku pêkane ku encameke weke 7’ê Hezîranê pêk were.”
 
'DIVÊ EWLEKARÎ Û PERWERDE JI HERÊMÎ RE BÊ HIŞTIN'
 
Aktar, destnîşan kir ku divê ji navê jîngehan heta perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo astengiyên li pêş kurdî bên rakirin, têkoşîna hiqûqê bê dayîn û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heke di vê serdemê de makeqanûneke nû bê çêkirin û pergaleke hiqûqî pêk were, di nav vê pergala hiqûqî de divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ya herkesê bê naskirin. Êdî cihan herêmî dibe di cîhaneke ku herêmî dibe de ne pêkane ku her tiştî ji navendê bi rêve bibî. Di pirsgirêka çareserkirina kurd de jî li ser navê xizmetê jî divê hêzê bidin herêmê. Êdî ji vê re xweserî were gotin an tiştekî din… lê divê ji rêveberiyên şaredariyan û meclisên bajaran re rayeyeke zêde were dayîn. Dema ku hûn ji qada perwerdehiyê derkevin, rêveberiya herêmî wê çawa were perwerdekirin, çawa were kirin, ziman wê çawa zindî were hiştin wê weke vîna gelê hilbijartî biryar were girtin. Di vî warî de jî ez van xebatan zêde difikirim. Di mijara ziman de, ez difikirim ku dê rast be ku hevalên ne kurd ên di koma Meclisê de hînî kurdî bibin û di çarçoveya dilxwaziya fêrbûna kurdî de hişyariyê bilind bikin û bi dengdêrên xwe re bi kurdî têkiliyê deynin.”
 
 

Sernavên din

05/05/2023
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî