Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin

  • rojane
  • 14:08 20 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Hevberdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku dê bi TIR’ên Binevşî û Piştevaniya Binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin û banga piştevaniyê kir. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Ayşe Acar Başaran têkildarî pirsgirêkên ku jin li herêmên erdhejê dijîn, li avahiya HDP’a Peyas a Amedê daxuyanî da. Başaran, di serî de ji bo malbatên qurbaniyan sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest. Başaran, got ku bi ser erdhejê re 15 roj derbas bûne û divê vê pêvajoyê de li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran hevalên wan hewl didin birînên mexdûrên erdhejê derman bikin. 
 
Başaran, da zanîn ku di erdhejê de gelek hevalên wan malbat, xizm û hevalên xwe winda kirine û wiha domand: “Hevala me Melîke Alp ku yekemîn rêvebera Komeleya Jinên Welatparêz, yekemîn seroka komîsyona jinan a HADEP’ê û aktîvîsta mafê jinan û mirovan bû jî di erdheja Amedê de jiyana xwe ji dest da. Em ê têkoşîna Melîkeyê tu carî ji bîr nekin. Dîsa Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun ku yek ji pêkhateyên partiya me ye, keça xwe Eylem Şafak Aydin û gelek xizmên xwe li Hatayê winda kir. Êşa wan jî êşa me ye.” 
 
‘WELATIYAN BI DERFETÊN XWE LÊGERÎN DIKIRIN’
 
Bi domdarî Başaran destnîşan kir ku partiya wan ji saetên destpêkê yên erdhêjê ve çûne herêmên erdhejê û wiha got: “Em di vê pêvajoyê de bûn şahid ku sedema mirinan ne erdhej lê feraseta xwezakuj û kêmasiyên hikûmetê bûn. Li her herêmê gel bi bertek bû û digot; ‘dewlet û îktîdar tune ne.’ Xelkê herêmê li rexekî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê û li rexa din jî nan û av nebû ku bixwin. Dema em gihiştin herêmê, pirsgirêkên herî mezin, nebûna av, ceyran û xwegermkirinê bûn. Heke tîmên lêgerîn-rizgarkirinê zû bi hawara wan biçûna, dê karesateke ewqas mezin pêk nehata. Lê nekarîn xwe organîze bikin. Partiya me niha li Mereş, Riha, Semsûr, Dîlok û Amedê pêdiviyên mexdûran bi lez û bez çareser dike. Di roja ewil a erdhejê de me li Enqere û Amedê navendên koordînasyona krîzê ava kirin û pêdiviyên gel çareserkirin.”
 
‘JIN TERKÎ QEDERA XWE HATINE KIRIN’
 
Di berdewamê de Başaran bi lêv kir ku weke Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo çareserkirina pêdiviyên jinan ên taybet, di nava hewl danan de ne û ev tişt anî ziman: “Îktîdara ku diviyabû di roja ewil de li wir bûya, bi rojan nehat herêmê. Lê belê hewl da alîkariyên me bi darê zorê asteng bike. Çend roj piştî erdhejê hatin, hêzên ewlekariyê li ber navendên me yên alîkariyê kom kirin. Di vê erdhejê de ji her temenî kes birînar bûne. Lê jin ji vê erdhejê gelek bandor bûne. Weke her karesatê, jin di vê karesatê de jî rastî cihêkariyê tên. Nikarin pêdiviyên xwe yên taybet bi cih bînin û jê re qadên taybet nehatine avakirin. Li gorî agahiyên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (NY); li herêma erdhejê herî kêm 214 hezar jinên ducanî hene û ji van jinan herî kêm 23 hezar wê di nava mehekê de biwelidin. Hat zanîn ku gelek nexweşxane hatine hilweşandin û servîsên welidînê jî hatine girtin. Ev jin, terkî qedera xwe hatine kirin.”
 
‘JI BO JIN Û ZAROKAN CIHÊN BIEWLE NAYÊN PEYDAKIRIN’
 
Başaran, destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî zêde ku jin li herêmên erdhejê dijîn jî pirsgirêka ewlehiyê ye û wiha derbirî: “Ev yek ji bo jin û zarokan metirsiyeke cidî ye. Ji ber ku piraniya stargehan li cihên vekirî û qerebalix in. Jin dibêjin ku ji tirsan nikarin bi şev rakevin. Ji êrişên zayendî ditirsin. Li konebajaran ne ji bo jinan qadên taybet hene û ne jî pêdiviyên wan ên taybet tên bicihanîn. Bi taybet jî jinên bi tena serê xwe dijîn, zehmetiyên girantir dikişînin. Her wiha jinên penaber neçar dimînin ku bi şev nobetê bigirin. Mixabin metirsiya zewaca di temenê biçûk de jî derdikeve holê. Me heman tişt di karesatên berê de jî tecrûbe kir. Ji ber ku qadên taybet ên zarok û jinan li konbajaran nînin, li dijî îstîsmar û êrişan bêparastin dimînin. Divê neyê jibîrkirin ku parastina jin û zarokan, erka deletê ye. 
 
Nihêrtina zarok, nexweş, kal û pîran dîsa dikeve ser milê jinan. Li rexekî bandora erdhejê û li rexa din ev bar, bandoreke giran li ser derûniya jinan çêdike. Em li dijî van pirsgirêkan û ji bo çareserkirina wan, ji roja ewil ve li qadan in. Em baş dizanin ku em dikarin bi rêya piştgiriyê van pirsgirêkan çareser bikin. Her wiha em dikarin hewcehiyên lezgîn ên weke bincil, ped, mecûnê diranan, firçeyê diranan, şe û hwd. peyda bikin.” 
 
‘EM Ê BI TIR’ÊN BINEVŞÎ PIŞTEVANIYÊ MEZINTIR BIKIN’
 
Başaran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li vir alîkariyên ku ji pêdiviyên herî taybet ên jinan pêk tên kom dikin û derbasî herêmên erdhejê dikin. Dîsa li Hatayê Piştgiriya Binevşî bi vekirina konan hewl dide pêdiviyên jinan bi cih bîne. Em dîsa bang li rêxistinên jinan dikin ku bi erka xwe rabin û li herêmên erdhejê hevgirtina xwe mezintir bikin. Weke Meclisa Jinan a HDP’ê me li gel koordînasyona giştî ya li herêmên erdhejê, hin navendên koordînasyona krîzê yên jinan ava kirin û yên mayî jî temam dikin. TIR’ên me yên Binevş, bi hevkariya rêxistinên jinan ên Êlih, Cizîr û TJA'yê derketin rê. Dîsa em ê li hemû qadên erdhejê konên binefşî vedikin da ku pêdiviyên taybet ên jinan bi cih bînin. Em ê bi TIR’ên binevşî piştevaniyê mezintir bikin û ji van rojên zehmet rizgar bibin. Me heta niha hevdu bi tenê nehiştiye û em ê bi hev re birînên xwe derman bikin. Ji bo tespîtkirina jinên astengdar jî me gelek lêkolîn kirin. Em ê hem ji bo wan û hem jî jinên di erdhejê de seqet bûne hevgirtina xwe mezintir bikin.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’
 
Başaran, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Cihê parastina zarokan saziyên dewletê ye, ne terîqet û cemaet in. Dê komîsyona me ya zarokan vê mijaê jinêz ve bişopîne. Nabe ku zarok radestî terîqatan bên kirin ku xetereya her cureyên destdirêjiyê li ser heye. 
 
Li gel vê; divê were zanîn ku em ê ji kesên bûne sedema vê karesatê hesab bipirsin. Em ê hêrsa xwe ya li dijî berpirsyarên vê karesetê veguherînin serhildanê. Hikûmet vê karesatê weke ‘karesata xwezayî’ pênase dike û dibêje ‘qeder e.’ Em baş dizanin ku sedema vê karesatê, siyaseta rantê ya AKP-MHP’ê ye. Beriya erdhejê AKP-MHP'ê efûya îmarê derxist. Vê jî rê li ber mirina dehhezaran kesan vekir. Dixwazin rojevê biguherînin, sûcên xwe veşêrin û xwe ji hesabpirsînê xelas bikin. Lê çi dikin bila bikin dê ji wan hesab were pirsîn û zîhniyeta wan a bi qasî avahiyên wan rizî ye, mehkûmî hilweşînê ye.” 
 
Daxuyanî bi bersivandina pirsan bi dawî bû.

Sernavên din

01/03/2023
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû