Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me

  • rojane
  • 16:07 19 Sibat 2023
  • |
img
MELETÎ - Ji navçeya Wêranşarê hêj jî dû bilind dibe. Welatiyê bi navê Alî Karakuş ku di erdheja Wêranşarê de kurê wî jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku hevjîna wî nekariye êşa kurê xwe ragire û wê jî jiyana xwe ji dest daye. Karakuş, êşa xwe wiha tîne ziman: “Ez, mîna miriyekî li ser pêya me.”
 
Di encama erdheja Mereşê de hilweşîneke mezin li Meletiyê çêbû. Kavilên li bajar hêj mîna roja ewil li şûna xwe ne. Cendirmeyên ku ji bajarên cuda anîn herêmê, li ser kavilan disekinin. Xelkê bajar dibêje ku gelemperiya kesên di bin kavilan de hatine derxistin û xebatên rakirina kavilan hatine destpêkirin. Li navenda Meletiyê herî kêm hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelemperiya avahiyên navçe û gundan jî hilweşiyan. 
 
RONAHIYÊN AVAJIYÊN VALA VÊKETÎ NE
 
Di roja ewil a erdhejê de berfreke zêde dibariya û hêj niha jî li gelek deverên bajar berf li erdê ye. Gundên bajar jî hêj bi temamî di bin berfê de ne. Hema hema tu kes li navenda bajar nema ye. Her çende ku di hinek avahiyên saxlem de çendek ronahî vêketî bin jî, em piştre hîn bûn ku kesek di van avahiyan de namînin. Li bajar pêleke mezin a koçberiyê dest pê kiriye. Şêniyên bajar gelemperî yan diçin gundan yan jî diçin bajarên derdorê. 
 
Beşekî welatiyên ku deverekê lê biçinê tune di konan de û beşa din jî li benda konan sekinî ne. Heta niha jî gelek kesên li navend û gundan kon peyda nekirine. 
 
JI KAMYONA KAVILAN CENAZEYEK KETE XWARÊ
 
Yek ji navçeyên Meletiyê yê herî zêde ji erdhejê bandor bûyî, Wêranşar e. Mîna navendê, li Wêranşarê jî koçberiyeke mezin heye. Hema hema li her kolanê herî kêm 2 avahî hilweşiya ne. Hinek avahî jî bi zor û zehmet xwe li ser pêyan digirin. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bi dawî bûne û niha jî xebatên rakirina kavilan hatine destpêkirin. Hat zanîn ku cenazeyê welatiyekî nasnameya wî nehatiye tespîtkirin, ji kamyoneku ku kavil vediguhest derveyî bajar ketiye xwarê. Hejmara kesên li navenda navçeyê jiyana xwe ji dest dayîn, weke 159 kes hatiye ragihandin lê nayê zanîn bê ka di nava kavilan de çi cenazeyên din hene yan na. 
 
EV 14 ROJ IN DÛ JINAVÇEYÊ BILIND DIBE
 
Li navenda navçeyê bêhneke giran a şewatê tê. Tê gotin ku sedema vê bêhnê, şewatên di di avahiyên piştî erdhejê şewitîne ne. Li gel şewatên di gelek avahiyan de derketîn, her wiha di depoyeke êmê sewalan ku hilweşiyaye de jî şewat derket û bû 14 roj hêj nehatiye vemirandin. Tevî mudaxaleya tîmên agirkujiyê jî hêj ji kavilan dû bilind dibe. 
 
ERDHEJA DUYEMÎN NAVÇE WÊRANE KIR
 
Ji şêniyên navçeyê Halîl Konuk da zanîn ku di erdheja ewil de avahî derizîbûn lê xesareke mezin çênebûbû. Konuk, wiha domand: “Erdheja di 13.24'ê de ev der wêrane kir. Pişta vê derê êm, dikana ard bû. Ji roja hilweşiyayî heta niha dişewite. Heta astekê mudaxale kirin. Lê nedikariyan tam mudaxale bikin.” 
 
DAYIKA WÎ NEKARÎ XWE LI BER ÊŞA WÎ BIGIRE
 
Welatiyê bi navê Alî Karakuş jî di erdhejê de kurê xwe Mahmût winda kir. Piştî ku cenazeyê kurê xwe veşartî, îcar hevjîna wî Gullu’yê jiyana xwe ji dest da. Karakuş, êşa xwe bi gotina “Ez mîna miriyekî sax im” tîne ziman. Karakaş, serpêhatiya xwe wiha vedibêje: “Me 3 roj piştre cenazeyê kurê min derxist. Dayika wî nekarî xwe li ber vê êşê bigire û jiyana xwe ji dest da. Ez jî mîna miriyekî sax im. Ji xwe re li kolanan digerim. 3 zarokên wî hene, hevjîna wî heye. Tevek jî li holê man. Em şaş bûna, nizanin dê çi bikin. Gullu şevekê raza, ji ber xwe ve got ‘kurê min, kurê min, Mahmût, Mahmût’ û jiyana xwe ji dest da. Karî tenê şevekê xwe li ber vê êşê bigire.”
 
Karakuş, da zanîn ku li gundê Findikê dimîne û li gel ku daxwaza kon kiriye jî heta niha konek jê re nehatiye şandin. 
 
LI GUNDÊ POLATÊ 4 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Yek ji gundên Wêranşarê yên herî zêde hilweşiyayî jî gundê Polat e. Hema hema nîviya avahiyên gund hilweşiyane. Di erdhejê de ji gund 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên gund dibêjin ku gelemperiya avahiyan di erdheja duyemîn de hilweşiyan. Çendek şênî di konên bi derfetên xwe vedayîn de û hinek jî di konên AFAD’ê de dimînin. 
 
MA / Ahmet Kanbal 

Sernavên din

01/03/2023
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû