Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin

  • rojane
  • 10:05 19 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Zimanzan Necmiye Alpay diyar kir ku ziman jiyan û awêneya civakan e û zimanê kurdan ji avakirina komarê ve tune tê hesibandin û kurdan bi têkoşîna xwe tevî polîtîkaya sed salî jî zimanê xwe zindî hiştin. 
 
Ji sala 2000’î vir ve roja 21’ê Sibatê ji aliye Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” hate qebûlkirin. Ji sala 2000’î ve ev roj ji aliyê kurdan ve bi girîngî û rêzeçalakî tê pîrozkirin û ji bo zimanê kurdî çalakiyên girîng tên lidarxistin. 
 
Tirkiyeyê sedsalek ku zimanê kurdî, nasname, çand, dîrok û hebûna kurdî qedexe bû û hat înkarkirin, li pey xwe hişt. Zimanê kurdî li sazî û dezgehên dewletê hê jî qedexe ye û wek zimanê nayê zanîn tê pênasekirin. Tevî daxwaza bi milyonan kurdan jî hê jî perwerdehiya bi kurdî nehatiye mîsogerkirin. Xebat û çalakiyên ji bo xizmeta çand û hunera kurdî jî tên qedexekirin. Şano, konser û rêzeçalakiyên ji bo zimanê kurdî tên astengkirin û qedexekirin. 
 
Bi wesîleya 21’ê Sibata îsal ku wê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di bin siya xemgîniya erdhejê de were pîrozkirin, zimanzan Necmiye Alpay ji ajansa me re axivî. 
 
‘ZIMAN AWÊNEYA CIVAKAN E’ 
 
Alpay anî ziman kuz iman yek ji amûrên herî girîng ê ragihandinê ye di heman demê de ziman aktîvîteyek fikirandin, hînkirin û çandê ye û wiha got: “Ziman di jiyana civakan de herî kêm bi qasî nan, av û hewayê xwedî bandor e. Ziman awêneya civakan e. Ji bo kurdan jî ev wisa ye. Astengkirina zimanê civakekî te maneya astengkirina civakê. Dema zimanê mirovekî ango civakekê nebe, tê maneya ku ruhê wê civakê nebe. Çimkî ziman berdewamiya û kevneşopiya çandê ye. Ziman amûra birêvebirina dîrokê ye. Dema meriv li ziman binêre dibînî ku civak çiye ango di civakê de çi heye çi nîne dide xuyakirin.” 
 
‘ISRARKIRINA DI ZIMANÊ YEKPEREST DE DIDOME’ 
 
Alpay destnîşan kir ku dema zimanê civakekê tune were hesibandin û bê tunekirin, tê maneya tune hesibandina çanda wê civakê û wiha axivî: “Her tim dewlet serî li vê rêbaza tune hesibandinê dide. Seranserî dîroka Komara Tirkiyeyê ji bo ku zimanê kurdî tune bike çi ji destê wê hat kir. Yek ji polîtîkayên yekperest jî yek ziman e. Li gorî min ev yekser bi kapîtalîzmê ve girêdayî ye. Çimkî kapîtalîzm her tiştî standart dike. Dixwaze hemû zimanan bike yek tîp. Çima? Çimkî dixwaze hilberînê û jiyana civakî hin zûtir û hêsantir kontrol bike. Di dîroka komara Tirkiyeyê de ev rewş ne cuda ye.” 
 
‘KURD GAV BI GAV XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKETIN’ 
 
Alpay axa Anatoliyê ku Komara Tirkiyeyê li serê hatiye avakirin wek “Welatê Zimanan” pênase kir û wiha domand: “Tenê qebûlkirina zimanê tirkî polîtîkayek giştî ye. Li Tirkiyeyê asimilasyona bi darê zorê heye. Ev sûcê dijî mirovahiyê ye. Dewlet her tim viya red dikin. Kurdî mînaka vê ya li ber çav e. Kurdî qedexe dikin. Yên ku bi kurdî diaxivin tên cezakirin. Weşan û muzîka kurdî tê astengkirin. Heyamek ev kare wêrekiyê bû. Niha jî dema bi kurdî tê axaftin kesek dikare bi awirên çewt li te binêre. Lê belê kurdan tu demê îradeya xwe ji dest neda. Her tim xwedî li zimanê xwe derketin. Gav bi gav zimanê xwe zindî hiştin. Heke j imin bê pirsîn, ez ê bêjim zimanê kurdî zimanek bi têkoşînê hatiye parastin û heta roja îro hatiye.” 
 
ŞERÊ LI DIJÎ ZIMAN DIDOME 
 
Alpay bal kişand ser “Pêvajoya diyalogê” û wiha pêde çû: “Piştî heyameklê dîsa dewletê polîtîkayên şer xist dewrê û bi vê polîtîkayê dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike. Dewlet di warê ziman de jî vê israra xwe didomîne. Tişta pêwîst ku di warê ziman de bê kirin çiye? Divê mervi li bersiva vê pirsê bigere. Divê ji bo wî xelkî derfet bên pêşkêşkirin. Ew gel dikare bi zimanê xwe biaxive? Temînkirina dibistanê, weşanxane û pirtûkxane wezîfeya dewletê ye. Lê mixabin li welatê me berovajî vê tê kirin. Bi çavek xerab lê tê nihêrîn. Her wiha TRT Kurdî ava kirin û di vir de jî propagandaya dewletê tê kirin. Meriv nizane pê bikene an pê bigirî? Dixwazin çand û zimanê kurdî bikin amûra polîtîkayên yekperest a dewletê. Ev şermek giran e û helbet zilmek mezin e. Ev rewşa niha piştî ku AKP-MHP bûn hevkarên hev, sed qat zêdetir bû.” 
 
‘SEREKE DIVÊ BI ZIMANÊ XWE ZIKMAKÎ DIZANIBE’ 
 
Alpay anî ziman ku divê perwerdehiya ziman raste rast ji kes ango civakê re bê hiştin û di pergala cîhanê ya heyî de divê mirovek bi sê zimanan perwerdehî bibîne. Alpay got bivê nevê divê kesek bi zimanê xwe zikmakî zanibe, zimanê fermî yê wî welatî dizanibe û qet nebe divê bi îngîlîzî jî dizanibe çimkî wek zimanê cîhanê tê qebûlkirin. 
 
KURD Û SAZIYÊN XWE 
 
Alpay desnîşan kir ku kurd ji bo xwedî li zimanê xwe derkevin têkoşînek û hewlên bêhemba dan û wiha got: “Ez ji salên 90’î vir ve rewşa kurdan û zimanê wan dişopînim. Weşanxaneyên kurdî hatin avakirin. Pirtûkên kurdî hatin çapkirin û wergerên wan hatin kirin. Enstîtûya Zimanê Kurdî (bo niha Komeleya Lêkolînên Kurdî) heye. Ferhengên mezin, pirtûkên rêzimanê ku bûn model derxistin. Dersan û kursan didin. Li Amedê ev rewş geş e. Li zanîngehan ji alyê dewletê ve beşên Ziman û Wêjeya Kurdî jî hatin vekirin. Bêguman ev têr nake. Derfetên têrker û azadî nayê nasîn. Yek bi yek tên girtin.” 
 
‘DIVÊ KURD HEMÛ SERPÊHATIYÊN XWE BI ZIMANÊ XWE TOMAR BIKIN’ 
 
Alpay da zanîn ku tişta ku hatiye serê kurdan ew ji sedî not jî nizane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Belkî kurd jî hemû nizanin çi hatiye serê wan. Eziyeta ku li wan hatiye kirin, windayên kurd, zextên li ser wan… Divê bi awayekî van tiştên hatine serê wan bi zimanê xwe tomar bikin. Çimkî tiştên diqewimin û tên serê mirovan paşê winda dibin.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

01/03/2023
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû