Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne

  • rojane
  • 17:01 18 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Li gundên Yarbaşi, Armûtlû, Çîçekalani, Tetîrlîk, Ortakoy û Şahîntepe yên girêdayî navçeya Bazarcix a Mereşê gelek avahiyên hilweşîyayî xesareke giran dîtîne hene. Bi taybetî gundiyên Şahîntepe yên 16 kesan lê jiyana xwe ji dest dane bi lêv kirin ku tenê hatine hiştin. 
 
Li navenda navçeya Bazarcixa Mereşê xebatên hilweşîna avahiyên xesareke giran dîtîne berdewam bikin. Li aliyê din mirov hewl didin ji xaniyên xwe yên xesareke zêde dîtine û hêj dora wan a hilweşînê nehatine tiştên xwe derxînin. Welatî tiştên xwe li traktor û kamyonan bar dikin û wan dibin gundên derdorê an jî li cem konên xwe. Li gundan jî rewş ji navendê cudatir nîne. Endamên komîsyona tespîtkirina xesarê ku çûn serdana gelek gundan û rewşa xaniyan diyar kirin, têkildarî xaniyên bên hilweşîn girtekan digirin û karekodan bi deriyên xaniyên bixesar û kêm xesar ve dikin. Welatiyên ku difikirin malên wan bi awayekî giran xesar dîtine îtîrazî biryara komîsyonê ya “kêm xesar e” dikin. Hin welatî jî dibêjin ew ji biryara komîsyona nirxandina xisarê bawer nakin û ew ê xaniyên wan ên çend sal berê bi kedeke mezin ava kirin, hilweşînin.  
 
DÎWARÊ BENDAVA KARTALKAYA ZIRAR DÎTÎ YE
 
Welatiyên ji navenda navçeya Bazarcixê ku me ji wan re got em ê biçin gundên Yarbaşi, Armûtlû, Çîçekalani, Tetîrlîk, Ortakoy û Şahîntepeyê gotin ku li Bendava Kartalkayayê xesar heye û hişyar kirin ku rê xerabûne. Em bi ser rêya Mereşê tabelaya Îstasyona Pompa ya Kartalkayayê dişopînin. Dema em nêzî bendavê bûn dibînin ku rê bi deriyekî hesin girtî ye û li rex derî jî peywîrdar hene. Peywîrdarên ku me rêya Armûtlûyê jê pirsîn, diyar kirin ku em di rêyeke rast de ne, ji ber parçeyên keviran ên hatin ser rê, rê xerabe ye, di qepaxên bendavê de xesar çêbûye û dixwazin em bi awayekî baldar tevbigerin. Em dibînin ku kevirên mezin ên hatine ser rê, hatine paqijkirin. Li cihê ku deriyên bendavê lê ne dibînin ku bi maşîneya kar hêj jî xebatên tamîrkirina rê berdewam dikin. Piştî ku me wesayîta xwe kêşa kêleka rê û hin dîmen kişandin, em diçin gundê Yarbaşiyê. 
 
XWIŞKA MIN DI APARTMANA LALE DE JIYANA XWE JI DEST DA
 
Ji ber ku piraniya gundiyên li vir li derveyî welat û metropolan dijîn, em hîn dibin ku tevî hilweşîna li gund jî kesê jiyana xwe ji dest nedaye. Hasan Cebedag ê li derveyî welat dijî, dibêje ku 8 sal berê xaniyê xwe çêkir û ji ber ku herêm herêma erdhejê ye bi baldarî û mesrefeke mezin ava kiriye, lê tevî vê yekê jî xesar mezin e. Dibêje tîman ji bo mala wî rapora “dikare rûne” daye lê nizane dê ku dera wî tamîr bike. Cebedag da zanîn ku li gundê Yarbaşi Koralo ya 20 mal lê ne ji ber kes lê najî kesê jiyana xwe ji dest nedaye, anî ziman ku xwişka wî Meryem Cebedag di Apartmana Lale ya li navçeya Bazarcixê jiyana xwe ji dest daye. Cebedag bi lêv kir ku agahî girtine ku di Apartmana Lale de nêzî 30 kesan jiyana xwe ji dest daye.
 
MIROV BAWERÎ RAPORÊN ‘DIKARIN RÛNIN’ NAKIN 
 
Em pişt re diçin gundê Armûtlû yê 100 mal lê hene, kêm xesar dîtiye û kesê lê jiyana xwe ji dest nedaye. Şêniyên Armûtlû yên 13 roj in di konan û holikan de dijîn, diyar dikin ku li mezraya Şekerlî ya girêdayî gundê wan 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gundê Çîçekalani ku tenê dîwarên palpiştiyê û çend depo hatin xerakirin, welatiyan diyar kirin ku windahiya can nîne û anî ziman ku ew hê jî bi şev li derve dimînin û ditirsin bikevin hundirê xaniyên xwe yên hat diyarkirin ku zerareke biçûk dîtine. Dû re em diçin gundê Tetîrlîkê ku li ser heman rêyê ye, 300 mal lê hene û gundê herêmê yê herî mezin e. Gundiyan gotin ku li vir nêzî 10 avahî hilweşiyan e û anîn ziman ku komîsyona tespîta xesarê rapora “Dikarin rûnin” dane wan lê ew ditirsin bikevin xaniyan û bawerî bi raporê naînin. Gundî dibêjin “Her aliyê xanî xera bûye, demîrên stûnan xuya dikin lê dibêjin hûn dikarin lê rûnin. Di demekî ku hêj erdhej berdewam dikin de em ê çawa di van malan de bijîn?” Welatiyan diyar kirin ku tevî hilweşîna li gund jî kesê jiyana xwe ji dest neda û dan zanîn ku li navenda Bazarcixê 2 kesên ji gundê wan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane.
 
LI ŞAHÎNTEPE Û ORTAKOYÊ 18 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Dû re em derbasî Şahîntepe û mezraya Ortakoy a girêdayî wî gundî dibin ku hem wêranbûn û hem jî windahiya canan herî zêde ye. Gundiyan bi lêv kirin ku du kesên di bin avahiyên li Ortakoyê de mane jiyana xwe ji dest dane li Şahîntepeyê jî 16 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî weke giran birîndarbûne ji bin kavilan hatine derxistin û hêj li nexweşxaneyan tên dermankirin. Gundiyên Şahîntepe dibêjin heta roja pêncan a erdhejê rayedarekî bi tenê serdana gundê wan nekiriye û tevî ku 13 roj bi ser erdhejê re derbas bûne jî bi têrkerî alîkarî û hevgirtin ji wan re nehatiye dayîn. 
 
MA / Abdûrrahman Gok - Azad Altay
 

Sernavên din

01/03/2023
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû