Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin

  • rojane
  • 11:06 18 Sibat 2023
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku desthilat ji bo bertekan asteng bike li 10 bajarên ku erdhej lê bandor bû OHAL îlan kir û anî ziman ku rewşa awarte bêcezatiyê tîne û divê ji holê bê rakirin. 
 
Di encama erdhejên li navçeya Bazarcix a Mereşê û Elbistanê çêbûn de li Edene, Semsûr, Hatay, Dîlok, Amed, Kilîs, Riha, Meletî, Mereş û Osmaniyê zirarên mezin çêbûn. Her du rojên ewil ên erdhejê ne Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ne jî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê neçûn herêmê. Erdoganê piştî deprema ku bîlançoya wê her diçe giran dibe 25 saetan derket pêşberî kamerayan jî ragihand ku li 10 bajaran ji bo 3 mehan Rewşa Awarte (OHAL) hate îlankirin. Piştî ku OHAL hate îlankirin li gelek rojnamevanan gef hate xwarin, hatin tacîzkirin û binçavkirin. Mexdûrekî erdhejê jî bi hinceta hevpeyvîna kirî û nehate parvekirin hate binçavkirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk têkildarî erdhejê û OHAL’a pişt re hate îlankirin nirxandin kirin. 
 
‘DIVIYABÛ HERÊMA AFETÊ HATIBÛNA ÎLANKIRIN’ 
 
Bozgeyîk, diyar kir ku bandora erdhejê girêdayî talan, şêlan û rantê ya 21 salan a AKP’ê ye û anî ziman ku desthilat ji 6’ê sibatê saet 4.20’an ve di bin kavilan de ma. Bozgeyîk, diyar kir ku nava AFAD û Kizilayê bi salane hatiye valakirin û wiha got: “Ji bo ku pêşî li komên muxalîf û çapemeniyê yên li herêmê lêkolînên objektif bikin û ji raya giştî re parve bikin û kemasiyên xwe bigirin û erdhejê veguherînin firsendê bi rêya çapemeniya xwe ferasetek da avakirin û OHAL îlan kir. Em îlankirina OHAL’ê rast nabînin. Divê ew der weke herêma afetê hatibûna îlankirin û li gor wê bergirî hatibûna girtin.”
 
PÊVAJOYA AKP’Ê YA BÊQANÛNIYÊ
 
Bozgeyîk bi bîr xist ku AKP’ê ji bo hebûna xwe biparêze di 20’ê tîrmeha 2016’an de OHAL îlan kir û dest bi pêvajoyeke bêqanûnî kir û wiha berdewam kir: “Polîtîkayên xwe yên tepisandinê yên li dijî mûxalîfan bi rewşa awarte meşand û bi polîtîkaya xwe ya bêcezahiştinê re xwe ewle kir. Ev biryara Rewşa Awarte nîşan dide ku dewlet li 10 bajaran hilweşiyaye, kêm maye û di mudaxaleyê de dereng maye. Hin gav û gumanên cur bi cur hene ku piştî erdhejê 15-20 rojan bajêr ji nû ve bên avakirin û avaniha demokragîk bê guhertin. Ji bo polîtîkayên ku pêşî li ketina mûxalîfan a nava bajêran û azadiya agahîgirtinê digire, bixe meriyetê, Rewşa Awarte danî pêşiya xwe. Di hilbijartineke gengaz de polîtîkayên xwe yên li herêmê weke navgîneke serdestkirina polîtîkayên xwe û pêşvebirina polîtîkayên bi armanca guhertina kêmasî û ferasetên heyî bi kar tîne. Bi OHAL’ê re ji bo kesên ku îşkenceyê li penaberan, koçberan û gel dikin polîtîkaya bêcezahiştinê daniye holê. Divê ev ji holê hatibûya rakirin.”
 
QEYÛM Û AVANIYA DEMOGRAFÎK A HERÊMÊ 
 
Bozgeyîk, bi bîr xist ku di erdheja Wanê de şaredarî di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (DTP) de bûn û div ê pêvajoyê de şaredariyan bil ez xebatên lêgerîn û xelaskirinê û alîkariyê pêk anîn. Bozgeyîk, bi lêv kir ku bi pêkanîna qeyûman a di sala 2019’an de ji nû ve xistin meriyete şaredarî negihiştin herêmê û wiha pê de çû: “Rêxistinên girseyên demokratîk û partiyên siyasî tevî hemû zehmetiyan gihiştin wir. Di rojên pêş de dibe ku geşedanên bi armanca veguherandina avaniya demografîk a bajêr çêbibin. Ji Hatay, Islahiye û Nûrdagê ber bi metropolên rojavayê Tirkiyeyê ve koçberiyeke gelekî zêde heye. Pêwîste mûxalefet û rêxistinên girseyî yên demokratîk vê baş bişopînin. Koçber wê çawa vegerin, yên bên guhertin, ji bo pêşeroja Tirkiyeyê û avaniya çandî ya aştiyane ya herêmê gelekî girîng e. Em ê wan bişopînin û nelirêtiyan ji raya giştî re ragihînin.”
 
‘EM Ê BAJARAN BI PIŞTEVANIYA XWE AVA BIKIN’ 
 
Bozgeyîk, ê da zanîn ku niha hêj cihên ku negihiştinê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lê dest pê nekirine hene, diyar kir ku divê xebatên rakirina kavilan bên sekinandin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Eger di binê kavilan de kesek jî hebe, heta jê bê derxistin divê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bên dewamkirin. Divê cenaze bi ûsûla xwe bên veşartin. Pêwîst e rewşa zarok û cesedên windabûyî ji aliyê raya giştî ve bên şopandin û raporkirin û bi raya giştî re bên parvekirin. Nexwe, bi ya min em ê di rojên pêş de bi pirsgirêkên mezintir ên civakî re rû bi rû bimînin. Xeletî û xemsariya dewletê li holê ye. Em dibînin ku dewleta demokratîk û civakî ji holê hatiye rakirin. Di vî warî de weke karker û kedkaran em ê bi hevgirtina xwe ya ji bo gelên herêmê bajaran ava bikin.”
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

01/03/2023
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû