‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’

  • rojane
  • 10:25 18 Sibat 2023
  • |
SEMSÛR - Welatiyê bi navê Nazim Portakal di roja sêyemîn a erdhejê de ji bin kavilan bi saxî hate derxistin. Portakal, got ku dema di bin kavilan de lingê wî asê mabû û tîmên AFAD’ê bêyî ku lingê wî xelas bikin çûne û ev tişt anî ziman: “Tîmên spanyayî ez ji bin kavilan rizgar kirim.” 
 
Di encama erdhejên Mereşê de li 10 bajaran hilweşîneke mezin çêbû. Bi hezaran kesên di bin kavilan de mayîn bi rojan piştre hatin rizgarkirin û cenazeyên bi hezaran jî hêjta di bin kavilan de ne. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê berdewam in û li gel ku bi ser erdhejê re 13 roj derbas bûne jî welatî ji ber erdhejokan nnikarin li malên xwe vegerin. Di nava şert û mercên giran ên zivistanê de welatî hewl didin di bin konan de jiyana xwe bidomînin. Di rewşeke wiha de polîs nahêlin alîkariyên lezgîn bigihin ber destê mexdûrên erdhejê. 
 
‘MIN NEKARÎ DENGÊ XWE BIDIM BIHÎSTIN’
 
Ciwanê bi navê Nazim Portakal (25) di erdhejê de li gel dayik û bavê xwe, bi giştî 10 xizmên xwe winda kirin. Ew bi xwe jî di roja sêyemîn a erdhejê de hate rizgarkirin. Yek ji welatiyên ku heta demekî dirêj alîkarî negihiştiyê jî Portakal e. Portakal, di dema erdhejê de di qata yekemîn a apartmaneke 8 qat a li Taxa Nû ya Semsûrê bû. Bi hilweşîna apartmanê re kete jêrzemînê û di bin kavilan de ma. Portakal, qala 3 rojên di bin kavilan de kir. Portakal, da zanîn ku di dema erdhejê de ji odeyê derketiye, berê xwe daye mitbaxê û xwe xistiye bin maseyê. Portakal, got ku bi tebiqîna avahî re 2 qatan ketiye xwarê û li jêrzemînê di bin kavilan de ma ye. Portakal, wiha qala wê pêvajoyê kir: “Tekane tişta di bîra min de ew e ku di nava toz û axê de mabûm. Min ferq kir ku lingê min li cihekî asê ma ye. Parçeyên paceyan di aliyên min rast û çepê de çûbûn. Alavên înşaetê bi ser min de hatibûn. Ji ewil min qet êş nekişand. Lê di saetên piştre de hêdî hêdî êşê dest pê kir. Bandoreke psîkolojîk li min kir û min hawara xwe digihand lê kesekî dengê min nedibihîst.” 
 
LI DÎWAR XIST Û KORÎDOR VEKIR
 
Bi domdarî Portakal anî ziman ku demekî şûnde êdî dengê mirovan dibihîst û wiha dirêjî d axaftina xwe: “Min hewl da dengê xwe bigihînim wan. Lê kesekî dengê min nedibihîst. Di wê navberê de ketim nava bizavê û min destê xwe bilind kir. Min li wir lingê maseya xwarinê dît. Min, ev lingê maseyê li ser hev li dîwar xist û dîwar şikand. Li rasta serê min qulek vebû. Li wir ronahiyek hat. Min jî hîn bêhtir lingê maseyê li wir xist û ew kun hêj firehtir kir. Min li wir korîdorek vekir. Diqîriyam, min hawar dikir. Keçikekî biçûk dengê min bihîst. Tavilê ji kesên wê derê re got; ‘li vê derê kesek heye.’ Kesek hate wê derê lê pir sersar nêz bû. Ketibû derdê kesekê din. Piştre jî min dengê xizmên me bihîst. Dema min dengê wan bihîstî, ez bêhtir qêriyam. Dema dengê min bihîstin jî dilê min rehet bûbû.” 
 
AFAD BÊYÎ KI RIZGAR BIKE ÇÛ
 
Di berdewamê de Portakal got ku xizmên wî cihê wî tespît kirine û wiha qala wan kêliyan kir: “Betanî li ser min dadan. Tam dê lingê min derbixistina ku erdhejoka duyemîn dest pê kir. Mi jê re got; ‘birevin.’ Xizmên min ji bo ku di bin kavilan de nemînin reviyan û derketin jor. Piştre jî lingê min hêj xerabtir asê bû. Demekî şûnde tîmên AFAD’ê hatin û lingê min ê çepê derxistin. Lê belê bêyî ku lingê min ê rastê derxînin çûn. Bi saetan piştre jî xizmên min hatin. Xizmên min ji xebatkarên AFAD’ê zanetir bûn. Lingê min berdan valahiyekê.”
 
TÎMA SPANYAYÎ RIZGAR KIR
 
Portakal, destnîşan kir ku piştî mudaxaleya xizmên wî, lingê wî gelek rehet bû û wiha pê de çû: “Lê ji ber ku alavên li gel wan pir kêm bûn, nekarîn lingê min ji wir derxînin. Piştre dîsa tîmeke ji AFAD’ê hat. Bi wan re min hinek xeber da. Min êdî nema dikarî wê êşê ragirim. Êdî taqet di min de nema bû. Ji min re gotin; ‘bisekine dê niha tîma spanyayî were.’ Çawa min çav bi rûyê wan ket, dilê min rehet bû. Camêran di encama xebateke 2-3 saetan de ez ji wir derxistim. Bi derxistinê re tavilê derbasî nexweşxaneyê kirin. Li nexweşxaneyê hêj fîlmê lingê min nekişandin, yekser xistin cilsê.”
 
WALÎTIYÊ ALÎKARÎ NEŞAND
 
Mamê Portakal, Mulla Portakal da zanîn ku li Dîlokê dijî û çawa ku bihîst avahiyê birayê wî hilweşiyaye, yekser ketiye rê û wiha got: “Rêya di navbera Dîlok-Semsûrê de saetek û nîv e lê min bi zor û zehmetî karî xwe 3 saetan bigihînim vê derê. Dema em gihiştin, me ne avahî lê tenê xerabe dîtin. Heta demekî me hewl da tiştekî bikin. Me bang kir lê tu tiştek ji destê me nedihat. Her serê carekê em diçûn walîtiyê û me alîkarî dixwest lê kesekî alîkarî nedida. Me darê zorê tîmek anî vê derê. Hinek lêgerîn kirin û piştre gotin; ‘heta vînç neyê em nikarin tiştekî bikin.’ Piştre jî çûn. Em piştre dîsa çûn walîtiyê lê bi tu awayî alîkarî nehat şandin.” 
 
BÊÇARETÎ... 
 
Mam Portakal daxuyand ku dema ji binê kavilan dengê biraziyê xwe bihîstî, ciwanan berê xwe daye cihê deng jê dihat û wiha qala wan kêliyan kir: “Ciwanan ber bi biraziyê mi,n ve cih vekir û me bi betaniyan pêça. Lê ji ber erdheja duyemîn em neçar man ku xwe paşve bikişînin. Em li wir cara duyemîn ketin nava bêçaretiyeke mezin. Piştre jî ji bo tîmeke din were me zext kir. Tîma hatî jî got; ‘di destê me de ekîpment tune ne û em nikarin bi vî awayî rakin.’ Wan jî dev jê berdan û çûn.”
 
AFAD’Ê RIZGAR NEKIR
 
Di berdewamê de Portakal bi lêv kir ku piştre bangî xizmê xwe yê di şaredariyê de xebite kiriye û ev tişt anî ziman: “Xizmê me bi xwe re vînç anî. Di encama xebata 2 saetan de jî lingekî vîncê şikest. Me dîsa bi dest û neynûkên xwe dest bi kolanê kir. Di dawiya roja duyemîn de AFAD hat lê rizgar nekir. Bi saya xebata baş a gel, xizmên me û derdora xwe re me kir ku zarok hinek bêhn bistîne û mirûzê wî xweş bibe.” 
 
XWESTIN LINGÊ WÎ BIBIRIN
 
Mam Portakal da zanîn ku tîmên AFAD’ê di roja duyemîn de ji wî re gotine; “Em ê lingê vî zarokî bibirin” û got ku ji ber xetereya ku ji ber çûyîna xwînê ya zêde jiyana xwe ji dest bide, wan ev pêşniyar qebûl nekirine. Portakal, wiha domand: “Li ser vê yekê tîmên AFAD’ê ji min re gotin; ‘Hêdî hêdî hişê zarok ji serê wî diçe. Tiştekî were kirin tune ye. Heke em lingê vî zarokî nebirîn, em nikarin bi saxî ji wir derxînin. Hişê wî ji serê wî diçe.’ Em jî ji bo ku zindî ji wir were derxistin neçar man ku vê pêşniyarê qebûl bikin.” 
 
BÊYÎ KU LINGÊ WÎ BIBIRIN JI WIR DERXISTIN
 
Pêvajoya piştre jî Portakal wiha vegot: “Demek piştre li cihekî geriyan. Me li axaftina ser telefonê guhdar kir. Yên li ser telefonê gotin; ‘tiştekî wisa yê ehmeq nekin. Tu bijîşkekî pispor dê lingê wî zarokî li wir jê neke. Heke bibirin jî dê zarok li wir bimre.’ Piştî van gotinan jî dev ji birîna lingê zarok berdan. Xebata xwe domandin. Piştre jî di navbera xwe de digotin; ‘zarok hişê xwe winda dike.’ Me nedizanî dê çi bikin. Herî dawî tîmekî spanyayî hat. Her tişt û ekîpment bi wan re hebûn. Hatin û tavilê mudaxele kirin. Ji bo ku mirûzê wî xweş bikin, 2 jin bi xwe re birin wê derê. Li rexekî pê re sihbet dikirin û li rexa din jî dixebitiyan. Xebata wan bi qasî 2 saetan dom kir. Bi vî awayî jî zarok rizgar kirin. Piştre ji bo lêkolîn bikin bê ka kesekî zindî heye yan na, 2-3 kûçik berdan hundir. Jixwe tu kes sax nema bû.” 
 
‘SEDEMA HERÎ MEZINA RIZGARBÛNA WÎ GEL BÛ’
 
Portakal, diyar kir ku ji bilî AFAD’ê, bi taybet jî ciwanên sivîl ji bo rizgarkirina biraziyê wî gelek hewl dane û axaftina xwe wiha qedand: “Min lê nihêrt ku ew ji me bêhtir di nava hewldanan de ne. Komên sivîl ên ji derve hatin pir zêde alîkarî dan me. Nizanim di demên berê de tu tecrûbeyên wan çêbûbûn an na lê ji me pir bêhtir xwedî tecrûbe bûn. Her wiha kesên ji derve hatin alîkariya xurekan dan me. Anku dewlet, tîmên AFAD’ê 3 roj piştre hatin. Sedema herî mezin a rizgarbûna vî zarokî, gel bi xwe bû. Tiştekî zêde ya AFAD’ê tune bû. Ji ber ku bi wan re alav tune bûn.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

01/03/2023
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû