Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma

img
MEREŞ - 13 roj di ser erdheja ku navenda wê Bazarcix bû de derbas bû. Di vê erdhejê de ne tenê avahî hilweşiyan û mirov di bin de man, her wiha pergala yekkesî jî hilweşiya û dewlet di bin xirbeyan de ma. Vê erdhejê careke din nîşan da ku kesên xwe rêxistin kiribin dikarin bi her afetê re derkevin serî.
 
Di ser erdheja pileya 7.7 ku navenda wê Bazarcixa Mereşê bû de 13 roj derbas bûn. Serokkomar Erdogan ê ku roja ewil daxuyand ewan bi hemû hêza xwe bi rêk û pêk mudaxile kirine, du roj şûn de ji mecbûrî qebûl kir ku du rojên destpêkê ketine kêmasiyê. Lê ne tenê du roj, ev 13 roj e heman kêmasî berdewam dike. Hêrama Bazarcix, Sergolan û gundên navçeyên Mereşê ku ev 13 roj e em bê navber lê digerin neynika van kêmasiyan e. Dest ji çûyina yekîneyên rizgariyê bo gundan berdin, makîneyên kar yên ku ji bo heywanên di binê kavilan de mane û piştî mirinê bêhn didin ji kavilan derxînin jî neçûne gundan. Hin welatiyên xêrxwaz ku bi kemçeyên xwe çûne hewara gundiyan jî, ji ber hêza wan kepçeyan ji rakirina blokên giran yên betonê re tune ye, tenê gorê qurbaniyan kolan e. Gundî dibêjin ku di welatekî dewlet negihîştibe hewara gundiyên xwe de, dê tu kar bi rêk û pêk nebe. 
 
LI NAVENDA ERDHEJÊ YEKÎNEYÊN RIZGARKIRINÊ KÊM BÛN
 
Ligel ku Bazarcix navenda erdhejê bû jî roja destpêkê heya êvarê yek yekîneya rizgarkirinê li yek avahiyê xebat dimeşand. Di saetên êvarê de yekîneyeke din hat û ewan jî li avahiyeke din dest bi xebatên rizgariyê kirin. Avahiya Yoksul ku welatî li ber kavilên wê digiriyan û digotin 5 jê zarok 11 kes di bin kavilên wê de ne jî, ancax roja duyemîn xebatê lê dest pê kir. Lê ji vê avahiyê yek welatî jî rizgar nekirin. Piştî roja çaremin jî walîyê koordînator daxwuyand ewan li Bazarcixê xebatên rizgarkirinê bi dawî kirine. Di demeke ku bi şev pileya hewayê di binê sifirê de li derdora 10 pileyan bû de ligel her kêliyek ji bo jiyanê bi qedr û qîmet bû jî, tîmên lêgerînê û rizgarkirinê ji neçarî dem dem xebat radiwestandin û bêhna xwe berdidan. Ev yek jî dibû sedema bertekên welatiyên xizm û aîleyên wan di binê kavilan de ne.
 
YEKÎNEYÊN RIZGARIYÊ NEÇÛNE YEK GUNDÎ JÎ
 
Ne tenê ji hêla rizgarkirina mirovan ji binê kavilan, ji hêla belavkirina alîkariyên ku hatin de jî hikûmet û dewlet kete nava gelek kêmasiyan. Her 4-5 rojên destpêkê tenê hemû alîkarî hatin berhevkirin û piştre dest bi belavkariyê kirin. Lê ji ber burokrasiyê û teraliya saziyên dewletê gelemperiya welatiyan jî negihîştin van alîkariyan. Di wê astê de koordînasyona ku bi pêşengiya HDP, odeyên pîşeyî, saziyên sivîl, komeleyên gund, tax û herêman li Mala Gund a Hasankoca hatibû avakirin ji gelek gundan re bûbû derman. Bi sedan dilxwazên ku ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatibûn heya roja 10'emîn bi şev û roj alîkariyên ku ji Ewropa û gelek bajaran dihatin ji TIR’an dadixistin, tesnîf dikirin û piştre li gorî pêdiviyên gundan belav dikirin. Min û hevalê xwe yê rojnameger Azad Altay jî gelek caran hin hewcedarî digirt erebeya xwe û gundên ku kes neçûbûnayê me ji wan re dibirin. Lê di 15’ê Sibatê de Qeymeqamê Bazarcixê ligel Fermandarê Navçeyê û gelek leşkerên bi teçhîzat weke ku bi ser cihekî de bigirin hatin Mala Gund a Hasankoca û gotin ewan dest daniye ser vê navenda koordînasyonê. Ligel hevdîtinan jî ji ber pirsgirêk çareser nebû, kesên dilxwaz û koordînasyona vê noqteyê destnîşankirin ku ew ligel qeyûm naxebitin. Piştre jî dilxwaz ew navend vala kirin û ji Bazarcixê veqetiyan. Ev 3 roj derbas bûye ew qeyûmê AFAD’ê ku li ser vê noqteyê hatiye peywirdarkirin tu tiştek jî belav nekiriye. Gundiyên ku li vê malê diman jî bi bertek in û dibêjin ku ji roja dilxwaz çûne û heya niha ji vir alîkarî ji tu gundî re neçûye.
 
LI DIJÎ CIHÊKARIYÊ BI RÊXISTINBÛYÎN
 
Ji ber li hin gundên kurdên elewî malên gund, komele û cemxane hene, pêdiviyên xwe yên destpêkê bi rêxistinbûna xwe pêk anîn. Ev yek ji hêla wan gundiyan ve jî hat piştrastkirin ku kesên bi rêxistin be pêdiviya wan bi dewletê tune ye û dikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin. Lê ligel vê yekê jî tişta van gundiyan diêşîne, cudakarî ango cihêkariya ku dewlet dixe navbera wan û gundên sûnî. Gelek welatî di wê baweriyê de ne ku dewlet ji bo kurdên elewî Bazarcix û gundên wê biterikîne tu alîkarî nake. Dema em li gund û taxên navçeyê yên kurdên elewî digerin jî dîmenên ku welatiyan piştrast dikin dikevine ber kamerayên me. Mînak taxên Cengîz Topel, Fatîh û Çamlitepe ku herî zêde xanî lê ruxiyane ji ber ku gelemperiya wan ne alîgirên desthilatdariyê ne wan konên AFAD’ê kêm girtine. Lê ji ber taxa Ahmed Bozdag alîgirên AKP û MHP’yê ne, ligel ku kêm xanî lê ruxiyane jî hema hema li ber derê her malê konên AFAD’ê hene. Ev yek jî cihêkariyê ku welatî behsa wê dikin radixe ber çavan. 
 
Dîsa bi dehan gundên li deşta Narli û derdora Tirba Elîf Ana ne jî gelek ruxiyane û hema hema li her gundî qurbanî hene. Lê ev gundên ku kurd û elewî lê dijîn jî ji hêla kon û alîkariyan ve li taliyê hatine hiştin. Hebûna koordînasyona bi pêşengiya HDP’ê de ji bo çareseriya vê cihêkariyê bi qîmet bû lê ew jî hate girtin, desteserkirin... 
 
NE TENÊ PÊDIVIYÊN MIROVAN YÊN SEWALAN JÎ HENE 
 
Bi qasî mirovan pêdiviyên heywanan jî hene. Ne tenê însan, bi sedan, bi hezaran sewal jî di vê erdhejê de mirin û birîndar bûn. Lê niha ne êmê wan hene û ne jî konekî ku ev heywan bi şevê dikarin bikevin bin hene. Ji ber vê yekê dema em li gundan digerin, gundên ku bi sewalkariyê debara xwe didomînin behsa van pêdiviyan dikin, gundên ku bi cotkariyê debara xwe dikin jî behsa traktor û makîneyên çandiniyê di bin kavilan de mane dikin û bo vê yekê jî dixwazin pirsgirêkên wan bên çareserkirin. 
 
HEKE LI SER ŞAREDARIYÊN HDPÊ QEYÛM TUNEBÛNA WÊ REWŞ CUDA BÛNA
 
Xulasa di vê erdhejê de ne tenê avahî hilweşiyan e û xesara madî û manevî çêbûye, di heman demê de pergala yekkesî jî hilweşiya û dewlet di bin erdhejê de ma. Weke rojnamegerekî min erdheja Wanê jî şobandibû. Di wê erdhejê de hebûna şaredariyên kurd ew roj ji bo her mexdûrek erdhejê min dît bê çiqas bi qedr û qîmet e. Hê roja ewil, tewaletên ku biribûne herêmê, aşxaneyên ku li serê kolanan ava kiribûn, bijîşk û endamên tendûristiyê ku gund bi gund kon bi kon digeriyan, yekîneyên rizgariyê yên her şaredariyekê ku li ser her xirbeyekî bûn, tankêrên avê bê navber li taxan û kolanan digeriyan. Ji bo kesên dixwestin ji Wan û Erdîşê derbikevin jî derfetên cih û gelek tiştên din hatin amadekirin. 
 
Di erdheja navenda wê Bazarcix bû de min hê zêdetir fêmkir bê ew roj û ew mudaxile çiqas muhîm bûn. Heke îro qeyûm tayînî ser hemû şaredariyên HDP'ê nekiribûna wê ew jî mîna Şaredariya Silopiya ji roja destpêkê ve li her kolaneke Bazarcix û van cihên din bûna û di xizmeta mexdûrên erdhejê de bûna. 
 
Ligel ku dewlet tim pesnê xwe dide jî hê pêdiviya mexdûrên erdhejê ya tewalet û serşokan pêk neaniye. Her wiha dest ji konteyniran berdin, hê bi hezaran malbat bê kon in. Ji xwe gelek gund jî bi qedera xwe re rû bi rû hatine hiştin. 
 
MA / Abdurrahman Gok
 

Sernavên din

01/03/2023
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû