Girtiyan li dijî Komploya 15’ê Sibatê banga mezinkirina têkoşînê kirin

  • rojane
  • 12:31 15 Sibat 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin: “Divê em birêz Ocalan azad bikin. Azadî jî tenê bi  têkoşîn û xwebirêxistinkirinê dibe.” 
 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê bi boneya 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi rêya malbatên xwe nameyek şandin û komplo şermezar kirin. Di nameyê de tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî hate nirxandin û banga têkoşînê kirin. 
 
Di nameya girtiyan de wiha tê gotin: “Di rojeva gelê me de tenê rojevek heye. Ew jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Di dîrokê de tu mînakên mîna vê nînin. Ji qralan heta împarator û sûltanan; tu kesî, tu îktîdaran heta niha rêberê gelekî ewqas bi tena serê xwe nehiştiye û tarîtî û zordestiyeke wiha mezin nekiriye. Rejîm AKP-MHP’ê, bi van kirinên xwe re navê xwe bi awayekî lanetî li dîrokê nivîsandin. Ev xerabî hate kirin û divê gelê me vê yekê tu carî ji bîr neke. Divê kiriyarên vê rejîmê raxin ber çavan. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, di heman demê de tecrîda li ser Kurdistanê ye. Hemû qanûn û nirxên exlaqî, bi awayekî derhiqûqî tên meşandin. Tecrîd, tê wateya israra di şerê li dijî kurdan de û têkbirina aboriya gelan. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, tunekirina çand, nirx û ramanên civakê û mirovahiyê ye. 
 
TAŞ Û AKAR VEXWENDIN AZADIYÊ
 
Tu gelan bi qasî kurdan ji faşîzmê nekişandin. Divê peyamên Bubo Taş û Mehmet Akar ku li dijî tecrîda xwe şewitandin, baş bên fêmkirin. Ev agir, bangawaziyek e. Tê wateya têkbirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan. Zext û zilma faşîzmê ya li girtîgehan bi her awayî didome. Tevahiya polîtîkayên qirêjî di serî de li girtîgehan dikevin meriyetê. Piştre jî li ser civakê belav dikin. Lewma jî em rûyê tarî ê faşîzma AKP-MHP’ê baş dizanin û baş nas dikin. Weke girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê dimînin, em tevahiya van gefan dijîn. Birêz Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe, rêya rast nîşanî me dide. Şehîd Bubo Taş û Mehmet Akar, bi agirê berdayîn bedena xwe ve em vexwendin têkoşînê û bi têkbirina tecrîdê re em vexwendin azadiyê. Weke girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê, em vî dengî kêlî bi kêlî dibihîstin û deng didin vî dengî. 
 
Heke gelê me yê welatparêz, derdorên demokrat, kesên azadiyê dixwazin û hemû derdorên civakî bixwazin ji vê zilm û faşîzmê rizgar bibin, divê di bangawaziyên têkoşînê de bibin yek. Divê li dijî komploya navneteweyî û tecrîdê, hemû kes dengê xwe bilind bike û qadan tije bikin. Divê em vê rejîmê biguherînin. Divê em birêz Ocalan rizgar bikin. Azadî tenê bi têkoşîn û xwebirêxistinkirinê pêkan e.” 
 

Sernavên din

21/02/2023
13:31 HDP’ê giliyê polîsên îşkencekar kir
13:21 Komeleya Ziman a Birca Belek: Em ê xwe ji vê pergala zimankuj biparêzin
13:18 Rapora çavdêriya HDK’ê: Dewlet tune ye, HDP li gorî ruhê piştevaniyê tevdigere
12:59 Coşkûn a HDP’î: Pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê nayên pêşwazîkirin
12:40 Di bin konên vala de zehmetiyên jiyanê didomin
12:21 Li navenda erdhejê gund bi gund bîlançoya erdhejê
12:09 Malbata Şenyaşar: Yek ji sedema erdhejê bêedaletî ye
12:04 Taxa Narliyê 2 metreyan tebiqî û 2 metreyan zeliya ye!
11:52 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo zarokan 'Leyzgeha Ceylan Onkolê' ava kir
11:49 Şêniyên Hasanaliyê: Ji ber ku em kurd û elewî ne, em bi cihêkariyê re rû bi rû man
11:47 Ji bo 9 hezar kesan tenê bijîşkek hatiye peywirdarkirin
11:39 ‘Bila qeysiyên di bin kavilan de TMO bikire’
11:21 Li Hatayê 2 nexweşxane hatin valakirin
11:16 Di erdhejê de 60 sewalên wî mirin
11:15 Piştî erdhejê li Girtîgeha Îskenderûnê tundiya psîkolojîk zêde bû
10:49 ‘Ez ê kon vedim lê dîsa jî xaka xwe naterikînim’
10:48 Wesayita leşkêrî qulipî: 8 leşker birindar bûn
10:34 Li Hatayê piştî OHAL’ê bêhiqûqî û tundî zêde bû
10:17 Gelê kurd ev sed sal in ji bo parastina zimanê xwe li dijî înkarê têdikoşe
09:57 'Divê pêdiviya mexdûrê erdhejê ya tuwalet, ava paqij û serşûştinê bê pêşwazîkirin'
09:16 Endezyarê Jeolojiyê Ceyhan: Efûya îmarê rê li ber encamên xedar vekir
09:00 Ekolojîst Çaglar: Kavilên li robaran tên valakirin dê bibin sedema qirkirina xwezayê
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Piştî erdheja li Defneyê 73 erdhejok çêbûn
08:10 Di erdhejên Hatayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 6'an
00:56 Ji Prof. Gorur hişyariya ji bo erdhejê: Divê Edene û Qibris jî hay ji xwe hebin
00:46 Li Defneyê li nav kavilên avahiya hilweşiyayî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
00:34 Li Lubnanê gel ji ber erdhejê li derve ye
00:23 AFAD: 42 îxbar ji Navenda Banga Lezgîn 112'yê re hatine
00:00 Li Hatayê du erdhej çêbûn:Gelek kes di bin kavilan de ne | BLOGA ZINDÎ
20/02/2023
23:53 Hişyariya ji bo 'avahiyên xesardîtî' yên Amedê
23:48 Li Amedê polîsan mudaxileyî welatiyan kir ku piştî erdhejê derketin derve
23:27 Li Antakyayê cenazeyê kesekî ji bin kavilan hat derxistin
23:17 Di erdheja Hatayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
23:12 Li Dîlokê gel derket derve
22:50 Nûçegihanên me ji Hatayê radigihînin
22:37 Li Sûriyeyê gelek kes ji ber erdhejê birîndar bûn
22:31 Li Îskenderûnê avahiyeke 3 qatî hilweşiya
22:13 Li Samandagiyê gelek avahî hilweşiyan, malbatek di bin kavilan de ma
21:54 Ji EMSC'yê hişyariya ji bo tsûnamiyê: Ji peravê dûr bisekinin
21:41 AFAD: Ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin
19:57 Li konên AFAD'ê lazmatiyên jinan nayên peydekirin
19:43 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê pêlîstok ji zarokên mexdûrên erdhejê re şandin
18:13 Akşenerê xwest mexdûrên erdhejê yên li Kurdistanê ber bi Stenbolê ve bên koçandin
18:04 Li konebajarê li Islahiyeyê qursa Quranê hat vekirin
17:12 Li Meletiyê ji ewil kavilên Trend Garden Rezidansê hatin rakirin!
17:08 Jinên Botanê TIR'a binevşî ber bi Dîlokê ve bi rê kir
16:54 Li girtîgeha bixesar ji bo sewqê heqê rê hate xwestin
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin