Roja pencemîn a erdhejê: Hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê olan dide BLOGA ZINDÎ

  • rojane
  • 09:37 10 Sibat 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Erdheja ku navenda wê Mereş e di roja pencemîn de ye. Hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê digihîje erşê esman û bi hezaran kes di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Her ku diçe bîlançoya qurbaniyan giran dibe. Xelk bi derfetên xwe hewl dide welatiyên di bin kavilan de rizgar bike. 

Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê ku navenda erdhejê ye, bandora xwe li ser 10 bajaran kir. Her saeta ku derbas dibe hejmara qûrbaniyan zêdetir dibe. Karesatek mezin li van 10 bajaran çêbûye û xebatên tîmên AFAD’ê yên lêgerîn û rizgakirinê têr nakin. Li hin deveran xebat tên kirin. Hê jî tîmên AFAD’ê xwe negihandine hin gundan û kavilên hilweşandî. Alîkarî û piştevanî jî negihîştiye gelek deveran. Nûçegihanên ajansa me Mezopotamya (MA) li herêmên erdhejê geşedanên dawî radigihînin. Mexdûrên erdhejê ji nûçegihanên me re gazin û rexneyên xwe tînin ziman û dibêjin ku ew bi derfetên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derdixin. 
 
Bi hezaran welatî hê jî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Qêrîn û hawara qurbaniyên digihîje erşê esman û nerazîbûna xwe li dijî têrnekirin û bêorganîzasyona desthilatdariyê bi hêrs in. Xelk dibêje, “Dewlet tune ye. Kes li hawara me nehatiye. Hê jî xebat nedane destpêkirin” û ew bi alîkarî û piştevaniyê xelkê ku ji bajarên din tê li ser pêya disekinin û xelk xwe bi xwe birînîn xwe dipêçe. 
 
23.09 - HDP û komeleyên herêmî çû serdana 30 gundên Bazarcixê û cil û xurekan li mexdûrên erdhejê belav kir. 
 
23.09 - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) piştgirî da kampanya komkirina alîkariyê ya ku ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ve ji bo mexdûrên erdheja li Rojava û Bakurê Kurdistanê hatî destpêkirin.
 
23.03 - Welatiyên bi dilxwazî ji Stenbolê hatin Mereşê û tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûn, welatiyek ji bin kavilan rizgar kirin. Di kêliya dawî de tîmeke AFAD’ê bi welatî re wêneyek kişand û piştre jî ji qadê dûr ketin.
 
23.00 - Li taxa Yenîşehîrê ya Semsûrê pitikek 10 mehî piştî 110 saetan ji bin xirbeyê avahiyek bi awayek sax hat derxistin. 
 
22.30 - Gundên Semsûrê di bin berfê de ma ne û ji ber hezazê bi sedema erdhejê çêbûn, ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihînê. 
 
22.12 - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca aşkere kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 213’an. 
 
22.07 - Mizgefta Mezin a li Meletiyê ku piştî erdheja Xarpêtê ya di sala 2020'an d eçêbû hat restorekirin, hilweşiya. 
 
21.59 - Tîmên biyanî ku li Semsûrê hewl dan 2 birîndaran ji bin kavilan derxînin, ji aliyê AFAD’ê ve hatin astengkirin û ji qadê hatin dûrxistin. 
 
21.45 - AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar û 875’an. 
 
21.25 - Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Îskenderûnê berdewam in. Xelkê bajar pêl bi pêl koç dike û mîna bajarekê xeyaletê bûye. Li hêla din destûr nayê dayîn ku parêzer bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.
 
21.07 - Xebatkarekî tenduristiyê da zanîn ku tevahiya nexweşxaneyên navend û navçeyên Edeneyê bi mirî û birîndaran tije bûne. 
 
20.51 - Muteahîdê Rezîdansa Ronesasnê ku li Hatayê di erdhejê de serobino bû, hat binçavkirin. 
 
20.48 - Li navçeya Serê Golan a Semsûrê kavilên avahiyan hêj mîna roja ewil li şûna xwe disekinin. Duh, tîmên lêgerîn-rizgarkirinê ku ji xwe re dibêjin “Dilxwazên AFAD’ê” hatin navçeyê lê gotin “Heta ferman neyê, em nikarin bixebitin.”
 
20.22 -  Li Hatayê ku ji ber erdheja Dîlok û Mereşê hilweşiya, êdî ji dêvla xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, kavil tên rakirin. Mirov ji bajêr koç dikin. 
 
20.10 - Hevseroka Giştî ya HDP'ê li navenda erdhejê navçeya Bazarcixê Mereşê bû û got manzeraya li vir wêneyê AKP'ê ye. Hevserok Mîthat Sancar jî çû serdana birîndarên erdhejê û got sedema mirinan polîtîkayên îmarê ne. 
 
20.05 - Li Balyan a Semsûrê di encama erdhejê de 72 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku tîmên lêgerîn-rizgarkirinê nehatin bajarokê, şêniyên karîn xwe ji bin kavilan xelas bikin bi derfetên xwe dest bi xebatan kirin û hewl didin yên mayî xelas bikin. Welatiyan got: “AFAD 2-3 roj piştre hat. Hinek kon dan û çû.”
 
19.26 - Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, daxuyand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 19 hezar û 388'an. 
 
19.22 - Li gundên Kaledîbî û Ûysalê yên navçeya Hênê ya Amedê nêzî 40 xanî ji ber erdhejê hilweşiyane û gelek heywanên di bin kavilên xaniyan de mirine. 
 
19.09 - Li Nûrdaxiyê piştî 4 rojan jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin. 
 
19.04 - Alîkariyên li Edene, MÊrsîn û Colemêrgê hatin berhevkirin, digihên herêmên erdhejê. 
 
16.58 - Li Meletiyê ji bo birîndarên erdhejê ku li nexweşxaneyan in derman nayên peydakirin. Midûrê Tenduristiyê yê Meletiyê Erhan Berk îdia kir ku tenduristî di bin kontrolê de ye û got: “Em nikarin konan bişînin gundan.” 
 
16.58 - Li Hatayê cenazeyên ku ji bin kavilan hatine derxistin li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin. Her wiha gelek cenaze jî li betaniyan hatine pêçandin û bi komî tên veşartin.
 
16.43 - Dilxwazê AFAD'ê C.T. destnîşan kir ku li bajêr avahiyên saxlem nemane û got: "Divê bajar bi temamî bê xerakirin û jinûve bê avakirin." 
 
16.33 - PLATFORMA TENDURISTIYÊ RAPOREK BELAV KIR
 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê rapora xwe ya çavdêrî û nirxandinê bi daxuyaniyekê eşkere kir û got ku xwestine tev li maseya krîzê bibin lê belê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar ev daxwaza wan red kiriye. 
 
16.27 - Hat diyarkirin ku li Hatayê pêdivî bi kon, potikên pitik û extiyaran, pedên jinan û dermanan heye. 
 
16.04 - Li Licê ji ber erdhejê zirar gihîştiye gelek avahiyan. Qeymeqamê navçeyê ku li gundê Çemê Elîka alîkarî belav kir, ji ber sedemên polîtîk alîkarî nedaye du malbatan. 
 
16.03 - NAVENDA KOORDÎNASYONA ZAROKAN HAT AVAKIRIN
 
Li 10 bajarên ku erdhej lê çêbûn, Navenda Koordînasyona Zarokan hat avakirin. Navend dixwaze xwe ewilî bigihîne malbatên zarokan û paşê jî ji bo wan qadên bi ewle ava bike. 
 
16.02 - Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê kampanyaya psîko-sosyal ku dê ji ber erdhejê bi çar zimanan bide welatiyan da destpêkirin. 
 
15.58 - Şevê din ji bin kavilê Apartmana Işikê cenazeyên 10 kesên ji malbatên Yilmaz û Kiliç hatin derxistin û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin bidawîkirin. 
 
15.52 - Daxuyaniyên Erdogan ên li pêşiya konên AFAD’ê yên li herêma erdhejê didomin. Mexdûrên erdhejê piştî erdhejê market îstîmlaq kiribûn. Erdogan bi OHAL’ê gef li mexdûrên erdhejê xwar. 
 
15.47 - AFAD’a ku ji bo mudaxileya li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê yên ji erdhejê bi bandor bûn dereng ma, li ser e-dewletê bexş xwest. 
 
15.11 - Hejmara kesên di encama erdhejê de li bajarên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 3 hezar û 800 kesan. Endamê Komîsyona YE’yê Janez Lenarcic xwest ku ji bo alîkariyê hemû deriyên sînor bên vekirin. 
 
15.06 - TMOBB'Ê RAPORA ERDHEJÊ WEŞAND
 
TMMOB'ê pirsgirêkên sereke yên 9 bajar û navçeyekê yên bandor ji erdhejê girtin kirin rapor. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li gelek deveran xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine kirin. 
 
15.05 - TJA’yê ku piştî erdhejên li Mereşê çêbûn ji kêliya ewil ve li qadan e ragihand ku ji bo zarok û jinan xebatan dimeşînin û bi lezgînî bîberon, mama, ped û malzemeyên paqijiyê lazim in. 
 
14.25 - JI KOORDÎNASYONA KRÎZÊ BANGA LEZGÎN 
 
Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê diyar kir ku di serî de pêdiviya zarokên bêkes mane û hemû mexdûrên erdhejê bi lezgînî bihêwirînê heye û ji bo pêdiviya kon, sobe, sotemenî û xebatkarên tenduristiyê bidilxwazî li qadê bixebitin bang kir. 
 
14.21 - GUNTÎAD ku ji roja ewil a erdhejê heta niha ji bo alîkariyê di nava liv û tevgerê de ye, ragihand ku heya pêdivî pê hebe dê alîkariyê bidomîne. 
 
14.20 - Li Diyar Galeria ya Amedê ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lê hêdî bûne, kete ber objektîfan ku endamekî tîma AFAD’a bi hejmareke kêm a xebatkaran dixebite, destên xwe dane pişt xwe û wan temaşe dike. 
 
13.45 - LI DIJÎ ÎKTIDARÊ NERAZÎBÛN 
 
Welatiyên ku piştî seferberiya HDP’ê tev li xebatan bûn bertek nîşanî astengkirina alîkariyan ên îktîdarê dan û wiha gotin: “Tu kes nikare alîkariyên gel şandine asteng bike. Em di wê baweriyê de ne ku dê bi vê erdhejê re îktîdar jî di bin kavilan de bimîne.” 
 
13.54 - Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgharkirinê yên li 6 avahiyên hilweşiyayî yên Amedê di roja 5'an de ye. Hê jî bi dehan kes di bin kavilan de ne. Malbatên ku li ber kavilan sekinandî, bertek nîşanî xebatan dan, ji ber ku hêdî tên kırın. 
 
13.48 - Partiya Komunîst a Îranê ku diyar kir ku berpirsyarê vê hilweşîna piştî erdhejê pêk hat hikumetên Tirkiyeyê û Sûriyeyê ne û bi lêv kir ku alîkariya mexdûrên erdhejê peywîreke enternasyonalîst e. 
 
13.32 - Mehmet Şahîn ku ji Îzmîrê ji bo xizmên xwe yên di bin kavilan de çû Semsûrê, diyar kir ku koordînasyona li bajêr kêm e û got ku rayedar ne ji bo rizgarkirinê, ji bo rakirina kavilan hatine. 
 
13.12 - Medyaya hawîz sepana OHAL’ê ku duh li Meclisê hatibû erêkirin û ketibû meriyetê di manşetên xwe de weke “Mizgînî” parve kirin. 
 
13.07 - Nûçegihanê me Abdurrahman Gok ê li Mereşê geşedanên têkildarî erdhejê ji roja ewil ve dişopîne qezaya trafîkê derbas kir û bi sivîkî birîndar bû. 
 
12.44 - Di erdhejê de nîviya bajarokê Yaylakonakê ku nifûsa wê hezar û 700 kes e rûxiya. Kesên ji erdhejê sax derketin bi derfetên xwe kavil rakirin û cenazeyên 102 kesan defin kirin. 
 
12.37 - Wezareta Xizmetê ya Malbat û Civakê, daxuyand ku 162 zarokên ku refeqatvanên wan tune ne ji bin kavilan hatine derxistin.
 
12.28 - Endamê Komîsyona Lêkolîn û Erdhejê yê Meclisê Alî Kenanoglû yê HDP’î ku li Elbistanê tev li lêkolînan bû wiha got: “Me mehek berê ji 6 wezîran re 200 pirs pirsîn. Me ji wan re got ‘We çi li pêşniyarên ku pisporan dayîn kirin?’ Lê tenê yek du wezaretan bersiv da.”
 
12.26 - Xelkê Elbistanê ku di bin sifrê 15 pileyê sermayê de dijîn ji ber pirsgirêka wan a bicihkirinê nehat çareserkirin, ji bo neqerisin ji navçeyê koç dikin. 
 
12.07 - Di dîmenên navçeya Arsûzê ya Hatayê de ku ji aliyê dilxwazan ve hatine girtin, tê gotin: "Ne AFAD ne AKÛT heye. Li vir herî zêde tîmên rizgarkirinê yên cendirmeyan û wesayîtên cenazeyan hene." 
 
12.07 - Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên Amedê didomin. Hemû sazî û dezgehên dewletê ji bo pereyê Akbankê ji bin xerabeyan derxînin seferber bûn. Li qada ku Navenda Koordînasyona Mobîl a AFAD’ê lê hatiye avakirin, tîmên xebatê bi awayê 3 vardiyayan û bi dehan wesayîtan dixebitin û hewl didin xwe bigihînin qaseya pereyan. 
 
 11.37 - JI SERMAYÊ QERISÎNE
 
Li navçeya Sergolanê herî zêde hilweşandin li taxa Cumhuriyetê çêbûye. Welatiyên ku bi derfetên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derxistin, kesên ji bin kavilan derxistine ji qerisandinê jiyana xwe ji dest dane. 
 
11.26 -  HDK’ê û HDP’ê diyar kir ku penaber ji xizanî, kaos û erdhejan ne berpirsyar in û bang kirin ku dawî li nijadperestiyê bê anîn û di nava gelan de piştevanî bê hunandin. 
 
11.14 - Li Semsûrê ku ji ber erdhejê hilweşîneke pir mezin çêbûye, ev sê roj in cenazeyên ji bin kavilan tên derxistin bi betaniyan tên pêçandin û bi komî tên definkirin. 
 
11.06 - Girtiyên di Girtîgeha Kiriklar a Hejmara 2 a Tîpa F'yê, ji bo piştevaniyê kincên xwe yên zivistanê ji mexdrûên erdhejê re şandin. Girtiyan got: "Em Hîlala Zêrîn ji nû ve ava bikin." 
 
11.06 - Xelkê navçeya Elbistanê tevî sir û seqemê jî ev 5 roj in bi hêviya ku agahiyeke baş ji xizmên xwe yên di bin kavilan de wergirin, li ser kavilan disekinin.
 
10.49 - Alîgirên Kûluba Sporê ya St. Pauliyê ya Almanyayê ji bo ji herêmên erdhejê re bên şandin xwarin û pêwîstiyên bingehîn ji navendên koordînasyona giştî ya Amedspor Barîkat-SCM’ê re şandin.
 
10.46 - XEBARA XÊRÊ
 
Li Amedê dayikek û kurê wê piştî 101 saetan ji bin kavilên Apartmana Akar (Hîsamî) hatin rizgarkirin. 
 
10.45 -Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, ragihand ku 400 tenduristkar serî li wan dane ku biçin herêma erdhejê, lê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr gotiye "niha pêdivî pê tune ye." 
 
10.45 - Di encama erdheja Mereşê de nîviya avahiyên Islehiyeyê hilweşiyan. Ji duh ve makîneyên kar ketin navçeyê û li şûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, xebatên rakirina kavilan tên meşandin. 
 
11.44 - JI OBJEKTÎFA AJANSA ME 
 
Nûçegihanên me yên li herêmên erdhejê wêneyên her kêliya karesatê girtin û dijwarî û mexdûriyeta karesatê raxistin ber çavan. 
 
10.40 - Parêzer Serhat Eren ku derbarê xebatên Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê de agahî da diyar kir ku di 3 rojên destpêkê de wan 219 TIR, 140 kamyon erzak gihandine mexdûrên erdhejê û 70 kamyon ji bo şandinê amade ne û bi endam û dilxwazan re bi sedan kes 24 saetan li qadê bênavber dixebitin. 
 
10.34 - Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê têkildarî bi hezaran avahiyên hilweşiyane kes û saziyên berpirsiyar rêz kir û giliyê wan kir. 
 
10.24 - ELBISTAN WÊRAN BÛYE
 
Li navçeya Elbistanê ku bandoreke mezin ji erdhejê girtiye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê pir hêdî tên kirin. Li navçeyê kesên sax mane û got: "Êdî bila cenazeyên me ji nav kavilan bên derxistin. Em konan dixwazin, lê dewlet potikekî jî ji me re nayne." 
 
10.17 - 18 HEZAR Û 342 QÛRBANΠ
 
AFAD’ê daxuyand ku di erdheja li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Semsûr, Edene, Osmaniye, Hatay, Kilîsê hejmara qûrbaniyan gihîştiye 18 hezar û 342 kesan û hejmara birîndar jî gihîştiye 74 hezar û 242 kesan. 
 
10.16 - Endezyarê Jeofîzîkê Erdal Şahan diyar kir ku venêrînek li ser avahiyan nehatiye kirin û wiha got: “Heke avahî li gorî rêziknameya erdhejê ya di halê hazir de jî bihatina çêkirin, dê avahî mîna peksîmetê netebiqiyan.” 
 
10.11 - LI SEMSÛRÊ KARESATEK MEZIN
 
Li bajarê Semsûrê ji ber erdhejê karesatek mezin çêbûye û 5 roj in xelk bi derfetê xwe xebatê rizgarkirinê di bin kavilan de bi rê ve dibe. 
 
09.38 - Sazî û rêxistinên Botanê anîn ziman ku ragihandina OHAL'ê pêşîgirtina li banga alikariyê ye û gotin: "Ji bo kêmasiyên xwe yên heyî veşêre OHAL îlan kir. Dev ji OHAL'ê berdin û van herêman wekî herêmên karesatê îlan bikin." 
 
08:29 - Cîgirê Serokkomar Fuat Oktay daxuyand hejmara qûrbaniyan 17 hezar û 674’an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 72 hezar û 879 kesan. 
 
Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Osmaniye, Kilîs û Rihayê bi dawî bûn û da zanîn ku têkildarî 12 avahiyên li Edeneyê hilweşiyan lêpirsîna “îxmalê” hatiye destpêkirin. 
 
01.04 - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi boneya erdhejê bang li hemû hêzên çekdar kir û wiha got: “Çalakiyên leşkerî yên li metropolan û li bajaran bisekinînin. Heta dewleta tirkiyeyê, êriş neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin.”
 
01.22 - BIRYARA OHAL’Ê DI ROJNAMEYA FERMÎ DE YE 
 
Biryara OHAL’ê ku li 10 bajaran hatiye ragihandin li Meclisê hat pejirandin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin. 
 
01.00 - LI DORTYOLÊ 63 KESAN CANÊ XWE JI DEST DAYE 
 
Li taxên Çayli, Numune û Ocak ên navçeya Dortyolê ya Hatayê ji ber erdhejê veguheriye karesatek mezin û di gelek avahiyan de xesarên giran çêbûne. Heta niha li navçeyê 63 kesan canê xwe ji dest dane û xebatên rizgarkirinê didomin. 
 

Sernavên din

13/02/2023
15:44 9 xizmên wê jiyana xwe ji dest dan: We mala me xera kir
15:00 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezarî derbas kir
15:00 Li Amedê wargehên KYK'ê bi darê zorê tên valakirin
14:52 Di dema sewqkirina girtiyan de ferzkirina lêgerîna tazî
14:38 Zaroka xwe winda kir, destê hevjînê wê hat birîn: Bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin
14:37 Li Amedê welatî li ber deriyên morgan li benda cenazeyan in
14:37 Kompleksa sporê ku mexdûrên erdhejê lê ne, ji ber şewba guriyê hat valakirin!
14:10 Li Amedê avahiyên xesardîtî tên valakirin: Li taxekê dê 60 avahî bên mohrkirin
14:02 Leşkerên ku Gureşçî bi îşkenceyê kuştin li ser wezîfeya xwe ne
13:25 Keya bertek nîşanî nelirêtiya di tespîtkirina xesarê da, li şûna wî qeyûm hat tayînkirin
13:04 Dozger ji bin kavilan derxistin û çûn!
12:24 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest da derket 31 hezar û 643’yan
12:02 Tê gotin ku maliyeta aborî ya erdhejê 100 milyar dolar e
11:45 Dilxwazên erdhejê: Pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye divê piştevanî mezintir bibe
11:27 ‘Îktidar hewl dide li ser qurbaniyên me rantê bi dest bixe’
11:22 Gef li parêzerên ku qetilkirina Gureşçî lêkolîn kirin hatin xwarin
11:16 Li Wêranşarê xaniyên saxlem nemane
11:08 ‘Divê ji fikarên girtî û malbatan re bibin bersiv’
10:38 MA li gundên Meletiyê ye: Bi torpîlê konan belav dikin
10:37 Rojnamevanan tiştên li Hatayê qewimîn vegotin: Cihên ku alîkarî negihiştinê hene
10:24 Mal lê wêran bû, dewlet jê re alîkar nebû: Di gomê de dijîn
10:06 20 kes di konek dabeşkirî de dimînin: Zarok nexweş ketine
09:56 Li Islehiyeyê kes ji gotinên Erdogan bawer nîne: Mexdûrên erdhejê navçeyê diterikînin
09:55 ‘Ji ber ku analîza avahiyan nayê kirin em îro di vî halî de ne’
09:37 Roja 8’emîn a erdhejê: Malbat bi xemgînî li ber kavilan disekinin BLOGA ZINDÎ
09:34 24 sal in li dijî komployê li qadan in
09:19 Ji bo gundên Bazarcixe seferberiya alîkariyê
09:05 Çîçek: Em mecbûr in şertên ku azadiya birêz Ocalan tên axaftin biafirînin
09:03 ‘Rejîma Sûriyeyê û Tirkiye nahêle alîkarî derbasî Rojava bibin'
09:00 ROJEVA 13’Ê SIBATA 2023’YAN
01:21 Biryarnameya qada tenduristiyê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de ye
01:06 ÇHD: Gureşçî, di encama îşkenceya polîsan de jiyana xwe ji dest da
00:54 Dayika Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz wefat kir
00:41 Li ser navê Serokê Cemxaneyê ku di erdhejê de mir konbajar hate avakirin
00:28 Baroya Îzmîrê: Tu rewşên îstîsnaî îşkenceyê rewa nakin
00:08 Serokê Giştî yê EHP’ê û endamên partiyê hatin berdan
12/02/2023
23:51 'Cenazeyê parlementerê AKP'î hat derxistin, qontaq hatin girtin'
23:24 Rapora erdhejê ya TURKONFED'ê: 72 hezar û 663 mirî, 84 milyar dolar xesar
22:56 NASA'yê Nexşeya Pêşvekolanê ya Erdhejê belav kir
22:48 Welatiyê ku alîkarî bir ji herêma erdhejê re di rê de jiyana xwe ji dest da
22:13 Li Hatayê roja 7'an: Amûrên ji bo definkirina cenazeyan bi dest nakevin
21:41 Zarokê di bin kavilan de piştî 158 saetan hat rizgarkirin
21:33 Mexdûrên erdhejê: Ka dewlet?
21:22 Leşker û polîs ketine etra qaseyên pereyan ên di bin kavilan de
21:05 Pêşî HDP çû: Kesên ku hûn dibêjin terorîst, beriya dewletê gihîştin hawara me
20:10 Tenê kesên ku xizmên wan di bin kavilan de li Îskenderûnê mane
19:54 Li herêma erdhejê 3 kes bi îşkenceyê hatin kuştin
19:48 30 hezar nanên tenûrê yên jinên Botanê hatin belavkirin
19:25 HDP û DBP çûn şînên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan
19:03 Alîkariya ji Herêma Kurdistanê 3 roj in tê astengkirin
18:55 Malbat li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne
18:48 Platforma Piştevaniyê ya Erdhejê ya Enqereyê hat avakirin
18:30 TSK'ê êriş bir ser gundekî Kobanê
18:23 Li gundên Çaglayancerîtê bîlançoya erdhejê
17:44 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 29 hezar û 605'an
17:33 Li Amedê ji bo 250 hezar mexdûrên erdheê cih hat peydekirin
16:52 Dayika Aştiyê Pehrûze Ergîn jiyana xwe ji dest da
16:51 Parlmenterên HDP’ê serdana mexdûran kirin: Li Dîlokê alîkarî negihîştiye xelkê Rojava
16:49 Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê bi awayeke awarte dicive
16:43 Hêj jî alîkarî negihiştine tax û gundên Osmaniyeyê yên gelemperî kurd lê dijîn
16:38 Zarokên Êlihê jî tev li tora piştevaniya bo mexdûrên erdejê bûn
16:31 2 girtiyên ku 30 sal şûnve hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
16:30 TJA’yê ji bo piştevaniya bi jin û zarokan re bang kir
16:21 Mexdûren erdhejê yên Samandagê: Me 6 cenaze bi destê xwe ji bin kavilan derxist
15:54 HDP bi tevlibûna 3 hezar û 200 dilxwazan piştevaniyê mezin dike
15:52 Wezaretê ji bo zarokên mexdûr ên erdhejê paşve gav avêt
15:47 Harûn Sîmîn ku 30 sal bûn di girtîgehê de hate berdan
15:46 ‘HTŞ nahêle alîkarî bigihijin herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê’
15:45 Li Rihayê 82 hezar avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
15:15 Pîroglû: Dewlet hewl dide hilweşîna heyî bi rêya astengkirinan veşêre
14:53 Malbatên girtiyan tu agahiyan ji girtîgehan nagirin
14:45 Li Amedê xirbeyên avahiyan tên rakirin: Heta niha cenazeyê 312 kesan hatiye derxistin
14:37 Mexdûrê erdhejê yê Semsûrê: Di her konê de 3 malbat dimînin
14:28 Mexdûrên erdhejê li konan digerin û polîs jî li ber konê vala yê li pêşiya HDP’ê disekinin
14:27 HDP li dijî îşkenceya li herêmên erdhejê derket: Îktidarê ji bo îşkenceyê polîsan xistiye dewrê
14:25 Mexdûrê erdhejê bertek nîşan da, TV100’ê mîkrofona xwe veşart
14:02 Li Cizîrê malbatek hate definkirin
13:57 TEV-DEM’ê ji ber ambargoyê bertek nîşanî hikûmeta Şamê da
13:56 Pêlava xwe şand Semsûrê, ji ber nikaribû pêlavek nû bişîne lêborînê xwest
13:46 Polîsan îşkence li ciwanên dilxwaz kirin û ji bajar derxistin
13:10 Li Semsûrê piştî 152 saetan jinek ji bin xirbe hat rizgarkirin
13:01 Eren: Dema gel di bin kavilan de can dida, medyayê îktîdar diparast
12:45 'Bavê min li vir radizê, wesayîta neqilkirina cenaze jî nadin me’
12:32 Dewlet hem alîkariyê nade û hem jî yên alîkariyê didin asteng dike
12:31 Ciwanên ku 24 saetan li qadê dixebitin banga mezinkirina piştevaniyê kirin
12:16 Li Bendava Kartalkaya xetereyek mezin: Dibe ku deriyên bendavê biteqin
12:07 Wesayîta ku bo herêmên erdhejê alîkarî dibir qeza kir
12:06 ‘Divê bi lezgînî xizmeta psîkososyal ji bo mexdûrên erdhejê bê dayîn’
12:01 Penaber bi erdhejê re koça duyemîn dijîn
11:42 Rojnamevan Ûçar ê ku 6 xizmên wî jiyana xwe ji dest dan: Qêrîn û hawara qurbaniyan negihîşt tu kesî
11:40 Ji ser kavilê bavê xwe lê winda kiriye naçe!
11:24 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Li Meletiyê pêdivî bi sobe û konan heye
11:22 Prof. Dr. Okan Tuysuz: Sedema vê hilweşîna mezin, sersarî ye
10:55 Gotin ‘heta dozger neyê hûn nikarin defin bikin’ lê kesek nehat
10:46 Tîma MA’yê li gundên Bazarcixê ye: Kevir li ser kevirê nemaye
10:34 Girtiyan ji ber erdhejê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
10:30 Zaroka 12 salî piştî 143 saetan ji bin kavilan bi saxî hate derxistin
10:29 Piştî 5 rojan li ser zemîna cemedê kon vedan: Ji bo ne qerisîn em ranezan
10:03 Jinên li Colemêrgê nan dipêjin: Roj roja piştevaniyê ye
09:26 Erdhej di roja 7’emîn de ye: Li herêmên erdhejê cenaze ne li gorî rêbazan tên veşartin