Li navçeyên Hatayê cenaze li kuçeyê ne

img
HATAY - Li Îskenderûn, Antakya û Samandagiyê, hê jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tam nehatine destpêkirin. Li bajêr ku bi hezaran avahî hilweşiyane, ji ber ku ambulans û wesayîtên veguhastina cenazeyan tune ne, cenaze 2 roj in li ser sedyeyan li kuçeyê tên sekinandin. 
 
Hê jî tu alîkarî negihaştiye Hatayê ku erdheja Mereşê bandoreke mezin lê kiriye. Heya niha li Hatayê nêzî hezar û 700 kesî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Rûxandina li navçeya Îskenderûnê dest pê kir, ber bi Antakya, Samandag, Kirikhan, Hasa û navçeyên din her diçe mezintir dibe. Li van navçeyên ku bandor ji erdhejê girtine av û ecryan tune ye. Ji ber ku stasyonên bazê texrîb bûne, bi taybetî li Antakya û Samandagiyê pirsgirêkeke mezina pêwendiyê heye. Li rêya Antakya-Samandagiyê dem bi dem hezaz çêdibin û rê bi erdê ve diçeê. Li bajêr ku hema bibêje xebatên lêgerîn û rizgarkirinê qet nehatine kirin, rayedarên bajêr ji Îskenderûnê wêdetir neçûne. Her wiha ji ber ku zirar gihîştiye nexweşxaneyên dewletê yên Antakya û Îskenderûnê jî, birîndar sewqî bajarênd erdorê tên kirin. Gava ambulans tune bin, welatî mirovan biw esayîtên xwe dibin nexweşxaneyan. Ji ber vê rêya Antakya-Belenê xitimiye. 
 
CENAZE LI KUÇEYAN E
 
Duh danê sibehê li Îskenderûnê hin tîmên AFAD'ê jîd axilî nava xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn ku leşkeran dabû destpêkirin. Ji ber ku li navçeyê ambulans û wesayîtên veguhastina cenazeyan tune ne, cenaze 2 roj in li ser sedyayan li derve tên sekinandin. Bi taybetî li Qada Paçê gelek kavil hene û xebatên tên kirin jî kêm in. Her wiha li gelek avahiyan jî agir rû daye û welatî şeva xwe li derve derbas dikin.
 
ANTAKYA BI TENÊ HATIYE HIŞTIN
 
Li navçeya Antakyayê jî li Taxa Armûtlûyê rûxandineke mezin çêbûye. Lê hê jî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê negihîştine herêmê. Welatiyên ku bi derfetên xwe li xizmên xwe digerin, bertek nîşan didin û dibêjin: "Ka dewlet." Piraniya navçeyê hilweşiyaye û ji xeynî çend îtfaiyevan û xebatkarên AFAD'ê kes li herêmê tune ye. Li navçeyê ku bi sedan avahî hilweşiayne, cenazey yeko yeko ji bin kavilan tên dertxistin. Li navçeyê tevî tîma lêgerîn û rizgarkirinê, tîma alîkariyê jî tune ye. Ji ber ku konên li meydanê hatine vedan têr nakin, welatî li kuçeyan e. Her wiha di warê peydekirina av û xwarinê de jî pirgsirêk hene. Welatî di vê sir û seqemê de tî û bhirçî ne. Kesên xizmên xwe ji bin kavilan derdixin ji navçeyê dertên û bi sedan welatî jî li ber kavilan sekinandî ne. 
 
LI SAMANDAGIYÊ TÎMÊN RIZGARKIRINÊ TUNE NE
 
Li navçeya Samandagiyê jî dem bi dem di warê gihaniyê de pirsgirêk rû didin. Ji ber ku li devereke rê hezaz çêbûye û rêya ber bi Antakyayê ve çûye xwarê, li hin cihan gihanî yekşerîd e. Rewşa Samndagiyê ne kêmî ya Antakyayê ye. Li navçeyê ji xeynî komeke îtfaiyeyê ya ji Mêrsînê hatiye, kêm leşker û tîmên lêgerînê hene. Li navçeyê ku bi sedan kavil hene, hê jî li hin avahiyan xebatên lêgerînê dest pê nekirine. Di dema xebatan de li kêm cihan vînç an jî makîneyên kar tên bikaranîn. Hê jî rayedarên fermî negihatine vir û niha xebat ji aliytê karkerên madenê yên ji Somayê hatine tên birêvebirin. Li navçeyê pirsgirêka di warê hêwirandin û xwarinê de heye. Şaredarê Samandagiyê refîk Eryilmaz anî ziman ku alîkariyên ji wan re tên, tênd esteserkirin û ber bi cihine din ve tên şandin. 
 
Heman rewş li navçeya Kirikhan û Hassayê jî heye û hê jî tu kes xwe negihandiye navçeyan. 
 
MA / Tolga Guney – Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

09/02/2023
16:11 Zaroka 14 salî piştî 83 saetan ji bin kavilan hat derxistin
16:02 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat bidawîkirin
15:55 Bijîşk ji bo biçin herêmên erdhejê serlêdanan dikin lê bersiv nayên dayîn
15:42 Îlana OHAL’ê li Meclisê tê nîqaşkirin
15:31 Ne mirov, ketine etra xelaskirina pereyên bankeyê
15:20 Di bin çavan de ev pirs ji nûçegihanê me kirin: Guzel got ‘AFAD tune ye’ yan na?
15:12 Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ji Meletiyê birin Stenbolê
15:01 30 hezar kesan serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan
14:53 Li Colemêrgê qeza çêbû: 6 kes birîndar bûn
14:35 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê: 3 hezar û 162 kesî jiyana xwe ji dest da
14:32 Demîrtaş ji Erdogan re got: Pirsgirêk tu yî
14:30 Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
14:30 Polîsan TIR'a alîkariyê ya diçû Meletiyê desteser kir
14:21 TIR’ên ji Botanê hatine şandin gihiştin Dîlokê
14:13 Li Hatayê roja 4’emîn a erdhejê: Xelk û cenaze bi tenê hatine hiştin
14:01 'Bila girtiyên di girtîgehên li herêma erdhejê de hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin'
14:00 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan
13:51 Dr. Turan: Êdî her kêlî pir krîtîk e
13:31 Ji bo rizgarkirina pitikê destê xwe da birîn, jiyana xwe ji dest da!
13:23 Yuksekdag: Em ê hemû bi hev re van kavilan rakin
13:23 Ji Colemêrgê 18 TIR bi rê ketin
13:18 Li Amedê li Goristana Yenîkoyê 152 cenaze hatine veşartin
13:07 Medya havûzê carek din pesnê Erdogan da
12:48 Li Rihayê di 19 kavilan de xebat hatin bidawîkirin
12:31 Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo piştevaniyê bû seferber
12:21 Li herêma erdhejê rewşa hewayê
12:21 Sertel ê CHP’î ku çûbû Bazarcixê: Kon tune ne, gel tî û birçî ye
12:03 Ulkuciyan mexdûra erdhejê şêland!
12:03 DÎB: Qesr bi rêya OHAL’ê dixwaze pêşî li ber bertekan bigire
11:44 4 roj in di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne: Xebat kêm in
11:43 Nacî Gorur: Erdheja Stenbolê nêz e û li gorî me dê herî zêde bi pileya 7.5 be aci-gor
11:42 Ji bo Bazarcix, Islahiye û Nûrdaxiyê banga piştgiriya lezgîn
11:07 Xebatkarê AFAD’ê: Em cenazeyan bi kamyonan dikişînin
11:03 Li Semsûrê dilxwazên AFAD'ê yên neperwerdekirî li qadê ne
10:57 Li piyên dayika xwe ya di bin kavilan de xuya dike dinihêre!
10:34 Korîdora jiyanê hat vekirin: 3 kesên sax tên rizgarkirin
10:09 4 roj in xwe bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin!
09:58 WHO’yê ji bo erdhejê alîkarî da Tirkiye û Sûriyeyê
09:56 TIR'ên alîkariyê yên Êlih'ê bi rê ketin
09:46 Karayê li Meletiyê ji erdhejê rizgar bû: Du rojan tî û birçî man
09:46 Têkildarî serî rakirina li Girtîgeha Hatayê daxuyanî hate dayîn
09:35 Rêveberiya PADÊ: Tenê Rêveberiya Xweser dikare Şengalê biparêze
09:27 Ji dayikên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya 'ji her malê teştek nan'
09:04 Hejmara miriyan derket 12 hezar û 873’an
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATÊ 2023'YAN
08:54 Roja çaremîn a erdhejê: Di seqemê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne BLOGA ZINDÎ
01:18 EMEP li Meletiyê ye: Divê gel piştevaniyê bike
01:06 Ciwanê ku bo mexdûrên erdhejê alîkarî dibir di qezayê de mir
00:55 Bi rojan piştre ji bin kavilan hatin rizgarkirin
00:33 Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê: Bi lezgînî alîkariyê bidin Sûriyeyê
00:18 Hikûmeta Herêma Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
08/02/2023
23:56 Li Rihayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 127 kesan
23:38 Piştî 3 rojan kavil derketin holê: Alîkarî bêyî walîtiyê qedexe ne!
23:16 Nûçegihanê me Mehmet Guleş hat binçavkirin
22:48 Li Girtîgeha Hatayê girtiyan serî rakir: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:37 Parêzer Hesen xeleta xwe diyarî Abdullah Ocalan kir
22:05 Xizmên mexdûrên erdhejê dê karibin li ser e-Nabız’ê agahiyan wergirin
22:03 Pirsa ‘Hûn çima hatine vê derê?’ ji rojnamegeran kirin
21:54 Li Nûrdaxiyê ku trafîk xetimî ambulans nikarin tevbigerin
21:54 Bertekên li dijî tengkirina banda medyaya civakî: Sansûr e
21:10 Ji bin kavilê Hotêla Avşarê 6 kes hatin derxistin: Me deng da AKP’ê lê niha li ku ne?
21:07 Ji Amedê ji bo Semsûr û Bazarcixê alîkarî
20:59 NetBlock: Twîtter li Tirkiyeyê hate bisînorkirin
20:58 Şaredariya Silopiyayê aşxaneyek ji Bazarcixê re şand
20:46 Di çalakiya li ber NY’yê de, banga ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re
20:45 2 jinên ku sê roj in di bin kavilan de hatin rizgarkirin
20:30 Hejmara qurbaniyên erdhejê bû 9 hezar û 57 kes
19:40 HDP’a Amedê bi hemû kadroyên xwe ve li cem mexdûrên erdhejê ye
19:10 Du kesên din ji Apartmana Akarê bi saxî hatin derxistin
17:45 Wezîrê Veguhestinê piştî bertekên gel ji herêmê reviya
17:43 3 qurbaniyên erdhejê li Geverê hatin veşartin
17:42 Ji belavkirina alîkariyê re şertê ‘kontrola polîsan’
17:41 Li Semsûrê piştî israra welatiyan 5 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
17:38 ÎKK a TMMOB’a Amedê bangî hempîşeyên xwe kir
17:34 Derz li dîwarên Girtîgeha Kurkçulerê ketin
17:20 Bertek nîşanî astengkirina rojnamevanên li herêma erdhejê dan
17:19 Xizmê mexdûrên erdhejê: Tîm bi têrî nakin, çapemeniya îktîdarê derewan dike
17:19 Rojnamevanên ku dîmenên xerbeyan kişandin hatin binçavkirin
17:09 Li Mereşê 4 xizmên wî di bin kavilan de ne: Welatê min li her derê ye lê li vir xuya nake
17:07 Sancar: Pergala rant û nelirêtiyê bi ser mirovên me de hilweşiyaye
16:56 Cenazeyên ku nasnameya wan di 24 saetan de nehatin tespîtkirin dê bên definkirin
16:48 Di erdhejê de 10 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
16:48 Amedspor ji 3 hezar mexdûrên erdhejê re 24 saetan xizmetê dide
16:39 Cenazeyên 10 kesên ji heman malbatê li Wanê hatin definkirin
16:32 Xelkê herêma Serhedê ji bo piştevaniya bi herêmên erdhejê re seferber bû
16:22 Bozdag li ber Navenda Kar a Galerîayê bû: Hêdîbûn rêbazeke teknîkî ye!
15:32 ‘Bila Ocalan û her sê girtî ji ber erdhejê bi malbatên xwe re hevdîtin bikin’
15:30 Erdogan ku çû cihê erdhejê: Em ê 10 hezar TL belav bikin
15:09 Tifaqa Ked û Azadiyê: Divê ne OHAL lê seferberiya civakî bihata ragihandin
15:01 Li Semsûrê cenaze û birîndar li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
15:00 Erdogan: Di erdhejê de 8 hezar û 574 kes jiyana xwe ji dest dane
14:56 800 xebatkarên tenduristiyê ji bo biçin herêmên erdhejê serî li ÎTO’yê dan
14:55 Cenaze tên veşartin, lê haya dewletê jê tune ye
14:34 Sancar çû serdana birîndaran: Rewşeke gelek xeternak heye
14:16 Girtîgeha Mereşê hate valakirin
14:05 Biryara Rewşa Awarte berpêşî meclîsê hat kirin
14:05 Ji Şirnexê ji bo Semsûrê alîkarî
14:04 Rewşa dawî ya Mereş, Semsûr, Meletî û Dîlokê
13:57 Bacên erdhejê bi çeteya 5 kesan dan xwarin
13:56 Pisporê erdhejê Karabûlût: Berpirsyarê vê komkujiyê desthilat e