‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’

img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser polîtîkaya şer a AKP’ê û wiha got: “Bacên ku em didin, weke OSO, HTŞ, bombe, tank û top li me vedigerin. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin.” 
 
Di tura 4’emîn a Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan de li Lijneya Giştî ya Meclisê budçeya Wezareta Parastinê tê nirxandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari di hevdîtinê de axivî û li ser mijarên polîtîkaya şer, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê sekinî. 
 
Hatîmogûllari got ku AKP’ê siyaseta xwe li ser bingeha şer ava kiriye û wiha got: “AKP û şirîkên wê li herêmê ne siyaseta aştî û diyalogê lê siyaseta şer û pevçûnan dimeşîne. Lewma jî em neçar dimînin çavkaniyên xwe ji bo çek, tank û topan xerc bikin. Her ku hûn budçeya ji pariyê nanê gel hatiye kêmkirin û ji bo şer tê xerckirin zêde dikin, ewlehiya vî welatî xerabtir dibe. We şerê Sûriyeyê veguhest Tirkiyeyê û li Lîbyayê her tişt serûbin kir. Berdevkê Serokkomar Îbrahîm Kalin niha jî qala stratejiya sedsala nû ya komarê dike. Ew jî; asayîbûn e. Gelo baş e ev 20 sal in we nekarî vê stratejiyê bicih bînin? Bi piştgiriya hûn didin rêxistinên selefî û cîhadîst re, bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hûn nikarin asayî bibin.
 
 ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Akar, di axaftina xwe de xwedî li HTŞ’ê derket. Bi axaftina xwe re xwedî li rêxistinên weke DAIŞ, El Nusra û dûvikên wan derket. Bêyî ku hûn bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê lêkolîn bikin, hûn ne dikarin li Iraqê û ne jî li devereke din bi kurdan re asayîbûnekê çêbikin. Ez careke din bi bîr dixim; we gotibû ku ‘di edvantera me de çekên kîmyewî tune ne’ lê piştre we got ku em gazên ku rondikan ji çavên mirovan tînin, bi kar tînin. Divê hûn van gotinên hev nagirin zelal bikin. Her wiha di şeva 19’ê mijdarê de bi hinceta teqîna li Taksîmê we êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Lê hemû dîmen, îfade û belgeyên zelal ên derheqê teqînê de nîşan da ku ev kar karê DAIŞ, El Qaîde û dûvikên wan e. Lê we kir sedema êrişê. 
 
POLÎTÎKAYÊN OSMANIYA NÛ
 
Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan digot; ‘heke hewce bike ez ê çar kesan bişînim Sûriyeyê, dê çar moşekan pê bidim avêtin û sedema şer biafirînim.’ Gelo ma mînakeke ji vê baştir heye? Hûn dibêjin çavê me li xaka kesekî nîne. Lê we bi polîtîkaya osmaniya nû heta Lîbyayê çûn. Hûn dibêjin pirsgirêka me bi kurdan re nîne lê li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan şer dikin. Erdogan digot; ‘Kobanê xelas bû.’ Baş e lê tişta li Kobanê xelas dibû çi bû? Mirovên mîna me û we li wir dijîn. Yên ku hûn dixwazin li wir tune bikin, gelê kurd e. Ev yek nayê qebûlkirin. Di wê navbera 30 km’an de kurd, tirk, ereb hene. Hûn dê yan wan gelan tune bikin an jî bidin koçberkirin. Ma ji bilî vê rêyeke din heye ku hûn bibêjin me xelas kirin? Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji parçeyên kampanyaya hilbijartinê ye. Em qebûl nakin ku zarokên gelê me yê xizan li Sûriyeyê û deverên din bên kuştin. Bacên ku em didin, weke OSO, HTŞ, bombe, tank û top li me vedigerin. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin.”
 

Sernavên din

10/12/2022
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan
15:34 Wêneyê talana li Cûdî nîşan da: Hûn dijminê ekolojiyê ne
15:23 Derbarê Ûca ya HDP’î de 3 fezleke hatin amadekirin
15:16 Di dosyaya KCD’ê de ji bo Aktar biryara beraetê hat dayîn
15:09 Jinan di bîranîna Garîbe Gezer de soza têkoşînê dan
14:43 Li fûara pirtûkan Nobeta Edaletê girt
14:25 Li her çar aliyên Wanê ji bo meşa li dijî tecrîdê xebat tên meşandin
13:51 Li Qesra Çiraganê şewat derket
13:50 Ji ber îfadeyên derew ên şahid Ayverdî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Dengîz
13:42 Zengîn a AKP’î di mijara girtiyên nexweş de li xwe mikur hat
13:28 Budçeya şer 10 qet zêdetir bû
13:14 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:10 Temellî ji bo meşê bang kir: Divê em tecrîdê bişikînin
13:10 Tirkiyeyê firneya ku bo 20 gundan nan dipêje bombebaran kir
12:56 Ji ber ambargoya Şamê 2 tax bê ceyran man
12:09 Serlêdanên ji bo ‘çareserkirina binpêkirinan’ li ÎHD’ê tên kirin zêde bûn
12:01 Koçyîgît: Tirkiye hewl dide gavên îlheqkirina xaka Rojava biavêje
11:40 Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşara doza duyemîn hat vekirin
11:39 Girtiyê nexweş ê hate îdiakirin ku ‘ketiye’ jiyana xwe ji dest da
11:02 Parlamentera HDP’ê Orhan: Tundiya navneteweyî li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê tê domandin
10:32 ‘Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê xespkirin’
10:18 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT dikare li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide
09:53 ‘Alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake’
09:05 ‘Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye'
09:04 Banga ji bo beşdarbûna çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin
09:03 Kesên xwe wekî MÎT'ê û polîsan didin naskirin 'sîxurtiyê' li hevseroka HDP'î ferz dikin!
09:02 Dayika ku kurê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da: Çi ji destê me bê divê em bikin
09:01 'Ger hiqûq hebe divê dewleta tirk bê darizandin'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2022'YAN
09:00 Li Dehgulan'ê Şademan Ehmedî di bin çavan de hate kuştin!
08/12/2022
20:41 Gundên Efrîn, Zirgan û Eyn Îsayê hatin bombebarankirin
19:25 Li Amedê ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
16:44 Saman Yasîn dibe ku ji nişkê ve were darvekirin!
16:43 Der barê daxuyaniya ‘Qirkirina Ermenan’ a HDP’ê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:31 Li Girtîgeha Gîresûnê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
16:23 Dozger di asta jor de ji bo Rojbîn Çetîn ceza xwest
16:22 Hevalê hucreyê yê Şekarî helbest nivîsand: Xweziya min ew nûçe qet nexwendibûya
16:12 Di Doza Vartînîsê de tevî xetereya demborînê jî wezaret bersivê nade muzekkereyê
16:00 Piştî bidarvekirina Şekarî gel li Îranê dakete kolanan
15:34 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir
15:25 ‘Hêj niha jî li Meclisê ji bo kurdî dibêjin X an jî zimanê nayê zanîn’
15:25 Qala çîroka strana ‘Megrî megrî’ kir: Hûn stranê îstîsmar dikin
15:09 Li Zanîngeha Stenbolê êrişên nijadperest: Berpirsyar kesên ku kampus veguherandine leşkergehê ne
14:51 HDP’ê bersiv da gefa parlamenterê nijadperest: Em bi bedelên giran hatin vir
14:33 Temel: Desthilat nikare derewan li civakê bike
14:31 Salvegera 27’an a KESK’ê li Mêrsînê hat pîrozkirin
14:13 Di nava 24 saetan de li Çemçoyê 12 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:11 Xizmên girtiyan 148 roj in bi daxwaza edaletê nobetê digirin
14:05 Ji bo firehkirina qada mitînga Erdogan avahiya xizmetê hilweşandin
14:04 Serpelê ku ji bo kadroyên cerdevanan bertîl xwariye hat binçavkirin
13:29 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê li ku ye?
13:23 Dozger ji ber îşkenceya li girtîgehê ceza xwest
13:03 Ji bo çalakiyên Nobeta Edaletê yên Amed û Wanê bang hat kirin
12:49 Nasir Erdal ku gîranî hat birîndar kirin: Îsmail Arslan gule berdan min
12:44 Muhsin Şikarî yê 23 salî hat bidarvekirin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
12:20 Mûsa Sevîm ê Meryem qetil kir ji ber ‘şahidê nepen e’ nayê dîtin?
12:15 Ji Aslan û Qoçgîrî straneke nû: Reseno
12:06 Doza hevşaredar Toprak ji ber guherandina şandeyê hate taloqkirin
12:03 Encamnameya Kongreya 21'emîn a KNK'ê: Dem dema yekitî û statûya Kurdistanê ye
11:25 Qeymeqamê ku zarokê 13 salî perçiqandibû bialkol û leza zêde derket
11:17 Ahmet Silik bi ‘bêhiqûqiya bikontrol’ hate qetilkirin!
10:50 Garîbe Gezer ku hatibû qetilkirin: Ez tu carî serî natewînim
10:38 ‘Bi tayînkirina qeyûman re destkeftiyên jinan 50 sal li paş man’
10:08 ‘Ocalan bi redkirina hevdîtina CPT’iyê re peyam da CPT û derve’
09:54 Gursucu bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da: Dema mijar bû Kurdistan her kes bêdeng e
09:17 Dest û lingek wî tune ye, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dane wî
09:07 Li Zap, Avaşîn û Metînayê hejmara leşkerên mirî zêde dibe
09:06 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Êdî bes e, dengê wan bibihîsin
09:04 'Ha Rojava ha Bakur ev êriş li dijî hemû kurdan e'
09:02 Geliyên Gabarê zivistanê pêşwazî kirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:18 Ji Walîtiyê daxuyaniya MHP’ê: Tu eleqeya wî nîne
07/12/2022
19:48 Li Rihayê winda hatin bibîranîn
18:52 Ji bo Ocalan li ber CPT’yê çalakî hat lidarxistin
18:26 Bertek nîşanî ferzkirina 'poşmanîtiyê' dan: Em serî natewînin
17:08 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ hate dayîn
17:06 Ji xwendekarên îranî daxuyaniya hevpar: Em ê parşverûtiyê tune bikin
16:57 Parêzerê kujerê Alturk cînayet girêdayî HDP û Qendîlê kir!
16:49 Malbatên Windakiriyan serdana Malbata Şenyaşar kirin
16:20 Cenazeyê Fatma Yilmaz hate veşartin
16:19 Ji bo Fîncanci û Yildiz banga berdanê kirin
15:53 Nehiştin xizmên girtiyê ketiye greva birçîbûnê pê re hevdîtinê bikin
15:46 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Muxalefet jî parçeyekî tecrîdê ye