Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire

  • rojane
  • 09:07 2 Kanûn 2022
  • |
img
RIHA - CPT'yê serdana Îmraliyê kiribû, lê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtina pê re red kiribû. Mehmet Ocalan, birayê Abdullah Ocalan ku têkildarî mijarê axivî, wiha got: "Naxwaze hevdîtineke 5 deqe an jî nîv saetî bi CPT'yê re bike. Ji lew re dizane piştî vê dê salekê du salan hevdîtin bê asteng kirin. Ev bertekeke demokratîk a li dijî tecrîdê ye. Protesto ye. Dewlet, divê vê yekê esas bigire." 
 
616 roj in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Parêzerên wî ragihandin ku Ocalan hevdîtina bi Komîteya Pêşgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re qebûl nekiriye. CPT, di 20-29'ê îlonê de serdana Îmraliyê kiribû. 
 
Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, herî dawî di 25'ê adara 2021'ê de bi telefonê hevdîtin bi Ocalan re kiribû, lê hevdîtin jî 3-5 deqeya dewam kiribû û telefon hatibû qutkirin. Mehmet Ocalan têkildarî vê hevdîtinê û tecrîdê ji ajansa me re axivî. 
 
BAL KIŞAND SER QANÛNAN
 
Mehmet Ocalan, diyar kir ku di hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan jê re gotiye, "Kî te şandiye, çima tu hatiyî?" û wiha got: "Got, 'ger hevdîtinek hebe, ev divê di çaçroveya qanûnên Tirkiyeyê de be. Mafê min ê qanûnî û demokratîk heye. Min cara dinê jî ji te re got, ez niha jî dibêjim. Ev ne hevdîtineke rast e. Ê te şandiye û pêwendî bi te re daniye jî tiştekî rast nekiriye. Li gorî qanûnê kîjan rast be, bila wê bikin." 
 
'DEWLET DIVÊ RÊZÊ LI QANÛNÊ BIGIRE'
 
Mehmet Ocalan, bal kişand ser daxuyaniya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî ku têkildarî serdana CPT'yê gotibû, Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re red kiriye. Mehmet Ocalan wiha axivî: "Fikarên me jî hene. Çima hevdîtin çênebûye? Em malbat dixwazin hîn bibin bê li wir çi diqewime. Ev ji bo me mijareke hesas e. Dewlet, Wezîrê Dadê û hikûmet divê vê yekê zelal bike. Li gorî qanûnê mafê me heye. Em ji doza vî mafî dikin. Ya tê kirin tiştekî talûke ye. Haya malbatê û parêzeran jê tune ye bê ka li wir çi diqewime. Dewlet divê rêzê li qanûnên xwe bigire." 
 
Ocalan diyar kir ku mafên mirovî yên birayê wî Abdullah Ocalan hene û got ku çawa got hevdîtin bi rêya telefonê ya bi wî rengî ne rast e, dibe ku bi heman rengî nêzî serdana CPT'yê jî bûye. Mehmet Ocalan ji bo vê ev tişt gotin: "Naxwaze hevdîtineke 5 deqe an jî nîv saetî bi CPT'yê re bike. Ji lew re dizane piştî vê dê saelekê du salan hevdîtin bê asteng kirin. Ev berteka wî ya demokratîk a li dijî tecrîdê ye. Protesto ye. Divê dewlet vê yekê esas bigire." 
 
Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku ew dixwazin heyetek an jî malbat biçe giravê û bi awayekî rêkûpêk hevdîtinê bikin û bang li dewletê kir ku rêzê li qanûnên xwe bigire. Her wiha Ocalan bang li parêzvanên mafên mirovan ên li welêt jî kir û wiha got: "Li wir 4 mirov hene. 2 sal in xeber ji wan nayê girtin. Her tiştî dinirxînin, lê bila rojekê li ser vê jî bisekin. Ev meseleya Tirkiyeyê û kurdan e. Demildest divê vê yekê bi awayekî demokratîk daxilî rojeva xwe bikin. Tavilê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin." 
 
HÊZA ÎMRALIYÊ
 
Mehmet Ocalan diyar kir ku saziyên demokratîk divê xwedî bertekên  xurt bin û wiha bi dawî kir: "Herî zêde ez çûme giravê. Ev tiştên tên kirin şerm e. Gelê me divê berteka xwe ya demokratîk nîşan bide. Her kes dizane 'Apo dikare aştiyê bîne Tirkiyeyê.' Lewma divê her kes vî barî hilgire. Apo, dikare vê xwînê bide sekinandin. Banga me ji bo mirovan ev e." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

05/12/2022
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin