Akdenîz: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê veguherînin tifaqa gel

  • rojane
  • 12:00 28 Îlon 2022
  • |
img

STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi aşkerekirina deklarasyonê re ji pirsgirêkên bingehîn re çareseriyê pêşkêş dike û bi lêv kir ku ew ê tifaqa gel ava bikin. 

 
“Nexşerêya” ji aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê ve bi hezaran mirovên ji beşên cuda yên civakê re di 24’ê îlonê de li Navenda Kongreyê ya Halîçê hat aşkerakirin, ji bo pirsgirêkên bingehîn ên weke pirsgirêka kurd, mafê welatîbûna wekhev a elewiyan, jin, ekolojî û kedê perspektîfeke çareseriyê pêşkêş dike. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz têkildarî tifaqê nirxandin kirin, rêgezên deklarasyonê destnîşan kirin. Akdenîz destnîşan kir ku deklarasyon destpêkeke baş e û bi lêv kir ku atmosfera li eywanê bi heybet bû û gel xwedî li vê yekê derketine. 
 
‘PÊŞBIRYARÎ JI HOLÊ RAKIRIN’
 
Akdenîz, bal kişand ser bandora deklarasyonê ku pêşbiryarî ji holê rakir û got: “Ji aliyê kesên dudilî ve me kêm zêde gotinên ‘gelo ev metna tifaqê wê ji pirsgirêkên mîna laîktî, emperyalîzm, antî emperyalîzm, polîtîkaya derve, pirsgirêka kurd, koçber û jinan re çi bêje’ ji holê rakirin. 
 
CUDAHIYA TIFAQÊ 
 
Akdenîz diyar diyar kir ku kesên ji AKP-MHP'ê veqetiyane nizanin wê bi ku ve biçin û Tifaqa Milet jî wê baweriyê nade û wiha berdewam kir: “Di girseya hilbijêrên ku dengê xwe dane Tifaqa Millet de ferasetek wiha heye; dibêjin ‘Bila em ji rejîma yek zilamî rizgar bibin, li şûna wê Tirkiyeyeke çawa ava bibe, pergaleke çawa ya aboriyê pêk were, demokrasî û azadî wê çawa werin bila were. Gelo ev girse wê bi partiyên rastgir û mûxafazakar ên beriya niha di nava AKP'ê de bûn, serbikeve? Ev zehmet xuya dike. Gelê me xwedî teredûteke bi vî rengî ye.  Li aliyê din tifaqa me di vî alî de xwedî xetên pir zelal û têgihiştineke ku têkoşînê vedixwîne heye. Dema em ji aliyê her du blokên tifaqê ve lê dinêrin, rewşeke li ser devê kêrê xuya dike. Di vir de Tifaqa Ked û Azadiyê weke tifaqeke bibe mifte tê dîtin. Em vê red dikin. Em ne mifte ne. Em dixwazin bibin desthilat. Ji ber vê yekê em dixwazin bibin dengê her beşî û em dixwazin her beş bi me re tev li vê têkoşînê bibe.”
 
‘GEL DIBÊ BIBIN YEK’
 
Akdenîz, diyar kir ku ew weke partî ji bo avakirina tifaqeke berfireh a gel derketine rê û li ser polîtîkaya berfirehkirinê ya tifaqê wiha got: “Di vê tifaqê de divê çîna karker, xizan, gundî, gelê kurd, elewî û yên tune tên hesibandin hebin. Rêya me ya rizgariyê ev e. Wekî din avabûneke bi navê 'Yekîtiya Hêza Sosyalîst' ava bû ku me beriya niha jî nîqaş kiribû. Girîng e, em girîngiyê didin vê. Bila sosyalîst yekitiya hêzan ava bikin. Bi hev re bûn ne tiştekî xerab e, lê tenê bi wê kar naqede. Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi tifaqa herî berfireh a gel heye. Gel dibêje 'bibin yek'. Em weke tifaqekê derketin û em dixwazin vê berfireh bikin.”
 
PIRSGIRÊKA KURD WÊ ÇAWA WERE NIQAŞKIRIN?
 
Akdenîz, bilêv kir ku ew ê ji Yekîtiya Hêza Sosyalîst, Malêngel (Halkevleri), hemû derdorên sosyalîst, pêşverû û demokratîk randevûyê bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne pêkane e ku em hemû di yek fikrê de bin, ji ber ku em ne partiyekê, tifaqê ava dikin. Lê em tifaqekê ava dikin da ku yekîtiya gel di mijarên herî bingehîn de pêk were, tu astengî li pêşiya vê tune ye. Ji ber vê yekê, divê Tifaqa Ked û Azadiyê, avadaniya Yekîtiya Hêzê ya Sosyalîst, Malêngel û avahiyên din li ser bingeha tifaqeke gelekî berfireh tir li hev bicivin. Heke ev pêk neyê dê bibe heyf. Pêdivîya me bi hinek axaftinê, nîqaşeka biçûk heye. Niha ez dikarim vê ji bo xwe bibêjim; pirsgirêka kurd nikare weke pirsgirêkeke netewekê bê nirxandin. Ji ber ku gelek heye û pirsgirêka mafên gel heye. Dema ku sedsala 2’yemîn a Komarê tê nîqaşkirin, sosyalîst wê gelê kurd çawa nîqaş bikin? Divê em hinekî li ser van tiştan biaxivin. Baş e ku em di nava hevgirtinê de ne, lê têre nake. Pêdiviya me bi yekîtiyeke pir berfirehtir heye ku rê li ber rejîma yek zilamî veke û rê li ber welatekî ku ji karker û kedkaran re ronakbûyî, demokratîk û dewlemend e veke. Ji ber vê yekê em rexne dikin. Ji ber vê yekê ez hê jî bang li Yekitiya Hêza Sosyalîst û partiyên wê dikim. Pêvajo ji me hemûyan dixwaze ku em bibin yek.” 
 
Akdenîz, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bingehîn e û pirsgirêkeke ku ji destpêka komarê û vir ve nayê çareserkirine û wiha domand: “Çavkaniya vê pirsgirêkê feraseta rêveberiyê ye. Lazim e ev nêzîkatiya rêveberiyê biguhere. Ji bo vê jî ne bes e ku mirov bibêje ‘kurd hene’, kurd geleke û divê pêşî ev were qebûlkirin. Gelê kurd bi mafên xwe heye. Bi taybetî daxwaza zimanê zikmakî, dema hûn wan tune dihesibînin wê demê wateya ‘kurd hene’ jî nîne. Ji ber vê yekê, ji bo tirk û kurd bi hev re weke xwişk û bira bijîn, ji bo rê li ber aştiyê veke, divê li ser bingeha welatîbûna wekhev destûreke bingehîn a demokratîk bê avakirin. Divê ev welat ji destûra bingehîn a darbeyê rizgar bibin. Gelê tirk, gelê kurd û beşên din hêmanên damezrîner ên vî welatî ne. Eger mirov van gelan weke nasnameya bindest bihesibîne û wan ji hêmanên damezrîner derxîne, pirsgirêk derdikeve holê. Ya rast, çavkaniya çareseriya pirsgirêkê ji aliyê me ve ewqas zelal e.”
 
TENÊ NE PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ YE
 
Akdenîz ê mezinahiya pirsgirêkê vegot û wiha pê de çû: “Şerekî cîhanê xuya nake, lê belê şerên herêmî bêhtir gengaz in. Rastiya krîza aborî, pandemiyê û şer. Di cîhaneke bi vî rengî de, ya ku wê me bi hev re û bi biratî ji nava vê serdema zehmet derxîne, dibe ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd be. Divê em vê bi ser bixînin. Dema netewe dewlet 100 sal berê hatin diyarkirin, sînor hatin xêzkirin û kurd bûn 4 parçe. Dema ku em qala komareke nû ya demokratîk a 100 sal pişt re dikin, divê em vê yekê weke meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê bi tenê nebînin. Pirsgirêka kurd ne tenê ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkeke xweser e, pirsgirêkeke navneteweyî ye. Tişta dikeve berê me divê em bi welatên cîran re polîtîkayên aştiyê biparêzin di hundir de jî bêdudilî em aştiyê biparêzin. Rêya vê yekê jî axaftina ne bi zimanê mîlîtarîzm, şer axaftina bi zimanê aştiyê pêk tê.”
 
STRATEJIYA HILBIJARTINÊ YA TIFAQÊ 
 
Akdenîz, destnîşan kir ku beriya hilbijartinan divê li ser bingeha tifaqeke xurt tevgera gel were pêşxistin û destnîşan kir ku beriya hilbijartin û dema hilbijartinê dibe ku serdema Rewşa Awarte ya fîîlî hebe. Akdenîz, diyar kir ku di pêvajoyên têkoşîn û hilbijartinê de ew ê gel bê vebijêrk nehêlin û got: “Hê hilbijartin nehatiye aşkerakirin, salname hê ne diyar e. Pêşî salnameyek were ragihandin, namzet û bername werin ragihandin. Piştre Tifaqa Ked û Azadiyê wê bi gel re, bi hemû hêzan re li ser hilbijartinê biaxive. Ji xwe hilbijartin qadeke têkoşînê ye. Dema hilbijartin tê ragihandin em weke EMEP’ê rûdinin û helwesta xwe di desteyên xwe yên navendî de diyar dikin. HDP, TÎP û pêkhateyên din rûdinin û helwesta xwe diyar dikin. Piştre weke tifaqê li hev tê û li ser mijara namzetiyê, li ser mijara hilbijartinê, li ser ewlekariya hilbijartinê helwesteke hevpar tê destnîşankirin. Lê divê were diyarkirin ku wê demê pêwîstî bi manîfestoyeke hilbijartinê heye. Ew deklarasyon ne deklarasyona me ya îro ye. Pêwîstî bi manîfestoyeke nû ya hilbijartinê heye.” 
 
HIN ÇALAKÎ WÊ BÊN LIDARXISTIN
 
Akdenîz, diyar kir ku wan bernameyeke têkoşînê danîne pêşiya xwe û got: “Bawerkirin nîvê serketinê ye, me ji vê bawer kir, lê nîvê din ê serketinê xebitîne. Niha peywireke me heye ku em wê bi rêxistin bikin û pêl bi pêl mezin bikin. Bingeheke me ya birêxistinkirina vê heye.” Akdenîz, diyar kir ku ew ê heta meha Mijdarê li gelek deverên Tirkiyeyê civînên gel, civîn û hevdîtinan pêk bînin û got armanca wan ew e ku fikrên gel bigirin û we tev li tifaqê bikinin. Akdenîz, destnîşan kir ku armanc dikin bi vê rêyê tifaqa gel veguherînin tifaqa gel û anî ziman ku wê herkese vexwînin civînên gel.
 
MA / Ergîn Çağlar
 

Sernavên din

28/09/2022
14:56 ÎHD’ê binçavkirina xebatkarên Şaredariya Mêrsînê şermezar kir
14:35 Ji bo Ceylan Onkol bang kirin: Faîlan tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin
14:26 Di doza Demokratîk Modernîteyê de “perspektîfa dîrokî” hate destnîşankirin
13:50 Îranê êrişî baregehên partiyên kurd kir: 9 mirî, 32 birîndar
13:44 Malbata Şenyaşar: Her roja li ber deriyê edliyeyê tê derbas kirin ji bo rêveberan şermeke
13:33 Bakirhan: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin
13:02 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş pirsgirêka hemû civake ne
12:32 ‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin’
12:28 Jinên girtî li dijî hişmendiya mêr banga mezinkirina têkoşînê kirin
12:00 Akdenîz: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê veguherînin tifaqa gel
11:40 Derheqê bûyera avêtina gundiyan a ji helîkopterê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin
11:08 Di êrişa Tirkiyeyê de hevserokên Buroya Edaletê hatin qetilkirin
10:48 Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine
10:38 Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin
09:37 Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin
09:35 Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
09:06 'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye'
09:05 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya
09:03 Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe
09:02 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn
09:01 DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!
09:01 Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:42 Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin
27/09/2022
23:46 Amedspor: Bûrsaspor rastiyê berovajî dike
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in