Xwendekarên ODTU'yê ku tev li Meşa Cûdî bûn: Em ê li her derê têbikoşin

  • rojane
  • 09:57 18 Îlon 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Xwendekarên ODTU’yê yên beşdarî Meşa Cûdî bûn diyar kirin ku ew ji bo parastina xweza û axa xwe têdikoşin û wiha gotin: “Welatê daran nîne. Her dara tê birîn, bandorê li hemû welatan dike.”
 
Li dijî qirkirina daran ku li herêma Bestayê û çiyayên Cûdî û Gabar di bin çavdêriya leşkeran de û bi destê cerdevanan tê kirin, bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Em li dijî wêraniya şer û talankirina xwezayê dimeşin” Meşa Cûdî hat lidarxistin. Tevî hemû astengkirinên hêzên ewlekariyê jî bi hezaran kes duh li Şirnexê meşeke girseyî li dar xistin. Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTÛ) ku li dijî projeya "Rêya ODTU’yê” li ber xwe didin jî tev li meşê bûn. Xwendekaran banga têkoşîna li dijî qirkirina xwezayê li her kesî kirin. 
 
Ji xwendekaran Tuna Gozlugor da zanîn ku xweza qurbanî rantê tê kirin û wiha got: “Weke li her deverê, em li vir jî li dijî talankirina daristanan têdikoşin. Li vir talaneke pir mezin hat kirin û em ji Enqereyê bi rê ketin û hatinr. Heta em hatin vê derê zehmetî derketin lê dîsa me xwe gihand vê derê. Gelek cureyên parastina ewlehiyê heye lê ew serî li ya herî hêsan didin. Li gel armancên din, her wiha ji bo rantê jî dar tên birîn. Li hêla dikarin gelek projeyên cuda yên xwezayê temam dikin jî pêş bixin lê ew talan dikin û rantê jê dixwin.” 
 
'DÊ HESAB BÊ PIRSÎN'
 
Bi domdarî Gozlugor anî ziman ku hişmendiya xwezayê tune dike dê rojekê hesab jê were pirsîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ne dikarin ji kesên vê talanê diparêzin re bibêjin terorîst û ne jî ji yên li dijî vê talanê derdikevin re bibêjin. Ya ku em li vir diparêzin ekolojî bi xwe ye, xweza ye, jiyan e. Ji ber vê yekê dema ku em li vir tiştekî dibêjin, em vê bi armanceke siyasî nabêjin. Ji bo parastina ekolojî û xwezayê dibêjin. Nizanim bê ka ev meş dê bigihije armanca xwe yan na lê di şert û mercên Tirkiyeyê de her tişt diguhere. Bes ez tiştekî baş dizanim ku rojekê dê hesaba vê talanê were pirsîn.” 
 
JI BO PARASTINA XWEZAYÊ TÊDIKOŞIN
 
Têkildarî mijarê yek ji xwendekarên ODTU’yê Umut Hasanoglû jî axivî ku di heman demê de biyolog e. Hasanoglû, diyar kir ku dê li her devera ku daristan lê tên talankirin têbikoşin û ev tişt anî ziman: “Li kîjan deverê xweza bê talankirin, navê wê talan e. Di talankirina xwezayê de em bi her awayî li dijî berjewendiyên şexsan in. Lewma jî em li her deverê ji bo parastina xak û xwezaya xwe têdikoşin. Welatê darê nîne. Her darek bandorê li tevahiya cîhanê û welatan dike. Heke tu wê darê bibirî, wê demê ne tenê gelê wê herêmê jê bandor dibe. Her kes baş pê dizane bê ka guherîna avhewayê gihiştiye qonaxeke çawa. Yek ji sedema vê jî birîna daran e.” 
 
MA/ Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

18/09/2022
15:08 Çalakiyên li Îranê berdewam in: Jinan pora xwe jê kirin
14:34 Wezaretê got ku sedema rabûna lehiyan şaredariya AKP'î ye
14:25 TJA: Em têkoşîna nasnameyê ya Mahsa Amînî ji bîr nakin
13:56 Aydenîz: Bila kesek li ser kurdan hesaban neke
13:25 Hovîtiya leşkerên Azerbaycanê: Jina ermen a leşker tecawiz kirin û bi îşkenceyê qetil kirin
13:04 Tirkiyeyê êrişî gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
12:21 Li Pirsûsê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
12:20 Der barê kesên ‘33 Rêwiyên Hêviyê’ bi bîr anîn de îdianame hat amadekirin
11:53 Şêwirmendê Peker hat binçavkirin
11:49 Rojanemeger Ezmî: Divê Tirkiye di mijara DAIŞ’ê de bi agir nelîze
11:09 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 559’an de didome
11:03 Baroya Şirnexê ji bo qirkirina daristanan cara duyemîn serlêdan kir
10:49 Li Çewlikê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:34 Li Silêmaniyeyê 3 rojnamevan hatin binçavkirin
10:31 Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter diyar bûn
09:57 Xwendekarên ODTU'yê ku tev li Meşa Cûdî bûn: Em ê li her derê têbikoşin
09:12 '3 meh in em nikarin bi zarokên xwe yên girtî re biaxivin'
09:02 'Hêzên demokrasiyê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan rêyekê peyda bikin'
09:01 Ferît Şenyaşar: Pirtûka 'Adalet'ê xulaseya qîrîna malbata me ye
09:01 Îdare dixwaze mazgalên deriyên hucreyan bigire
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2022'YAN
17/09/2022
22:04 Zeraq li ser 'Rengê Hebûnê' axivî: Duzimanîbûn ji bo me mirin e
18:27 Ji bo tevlî Meşa Cûdiyê nebin 11 saetan hatin sekinandin
16:51 Amînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve hate qetilkirin bi girseyî hate veşartin
16:46 Li Cûdî bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan: Rêya me rêya azadiyê ye
16:42 Li Dîlokê qirkirina xwezayê hat şermezarkirin
16:36 Di lêpirsîna derheqê kesên tev li Nobeta Edaletê bûyîn de biryara neşopandinê hat dayîn
16:19 Îşkenceya li Guzelê hate kirin bi gotina ‘fikra kesayetî ye’ hate îadekirin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Ozkan, Yaşar û Durmaz bên berdan’
15:39 Bi hezaran kes li dijî şer û talanê li Cûdî ne
15:15 'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû
14:43 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag re got: Daxwaza me edalet e
14:36 ‘Biryara demborînê nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye’
14:19 Sîbel Balaç sewqî Lijneya Tenduristiyê hate kirin
14:10 ANF: 5 HPG’î di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan
13:59 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Gundem pirsîn
13:40 HDP dê li Egeyê bi gel re bicive
13:30 Kalê 84 salî bi gopalê xwe tev li Meşa Cûdî bû
12:27 Di navbera Tacîkîstan û Kirgizîstanê şer derket
12:11 Ji alîgirên Amedsporê re doza 'nerabûna ser piya ya Sirûda Îstîklalê’ hate vekirin
12:01 Kesê jê re digotin ‘ji tîma sûîqestê ye’ boyaxvanê emniyetê derket
11:42 Jina êzdî ya li Kampa Holê hatiye rizgarkirin: Ez ê ji bo azadiya jinên êzdî bixebitim
11:20 Du baskên Meşa Cûdî gihiştin hev: Em destûr nadin bêmirovbûnê
10:12 Ji bo 16 rojnamegeran serî li AYM’ê dan
10:06 Şampiyonên herêmê yên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût li Silopiya ne
09:45 Îsraîlê ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir: Herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
09:44 Kilinç ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:30 Li bajarê pîşesaziyê Dîlokê tu kes ji şertên jiyanê ne razî ye
09:02 Delîla Suham Şengalî: Jinan bi Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve afirand
09:02 Ji ber tirşiyê ceza li girtiyan hatiye birîn!
09:01 ‘Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatiye tescîlkirin'
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:51 Ji Serhedê ber bi Cûdî ve ketin rê
16/09/2022
21:20 Li Kercewsê dozger xwe kuşt
20:44 Sancar malbata Hakan Arslan ziyaret kir
20:37 Lî Sîlopiyayê 8 kes serbest hatin berdan
20:09 Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê didome: Girtî zihîf bûne
19:53 Li Kerboranê jinek hat qetilkirin
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’