Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin

  • rojane
  • 09:00 13 Îlon 2022
  • |
ÎZMÎR - Di ser qetilkirina Apê Mûsa re 30 sal derbas bûn. Keça wî Rahşan Anter diyar kir ku divê ev doz nekeve ber demboriyê û wiha got: "Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin."
 
Di ser qetilkirina Apê Mûsa (Mûsa Anter) re 30 sal derbas bûn ku di 20'ê Îlona 1992'yan de gava ji bo tevlî Mîhrîcana Çand û Hunerê bibe hatibû Amedê, li semta Seyrantepeyê ji aliyê tetikkêşên JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin. Çendî 30 sal di ser kuştina Anter re derbas bûne jî, heya niha derbarê kiryarên wî de lêpirsîneke çalak nehatiye kirin. Doza hat vekirin û paşê bi dosyeya JÎTEM'ê ve hat girêdan jî ger biryarek jê dernekeve dê têkeve ber demboriyê. 
TETIKKÊŞÊ JÎTEMÊ NAV GOTIBÛN
 
Apê Mûsa, di 20'ê Îlona 1992'yan de li semta Seyrantepeyê ji aliyê elemanên JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin. Tetikkêşê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan, di sala 2004'an de behsa plansaziya cinayetê kiribû. Aygan gotibû ku avakarê JÎTEM'ê fermandar Ahmet Cem Ersever, Mahmût Yildirimê bi bernavê Yeşîl, elemanên JÎTEM'ê Mûstafa Denîz, Savaş Gevrekçî, Alî Ozansyo, îtirafkar Cemîl Işik (Hogir) û Hamît Yildirim ev cinayet kirine. 
 
TIRKIYE HATIBÛ MEHKÛMKIRIN
 
Piştî ku di lêpirsînê de ya derbarê cinayetê de encamek bi dest neketibû, di sala 2000'î de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû xistin. DMME'yê di 19'ê kanûna 2006'an de bi hinceta "binpêkirina mafê jiyanê û nelêpirsîneke çalak a derbarê cinayetê de" Tirkiyeyê mehkûm kiribû. 
 
DOZ HAT VEKIRIN
 
Dosyeya lêpirsînê ya piştî mikurhatina îtirafkarê JÎTEM'ê Aygan cardin wekî berê mabû. Lê piştî ku di 29'ê hezîrana 2012'an de tetikkêş Hamît Yildirim li Şirnexê hatibû zevtkirin, doz ji demboriyê xelas bûbû. Di 25'ê hezîrana 2013'an de derbarê Hamît Yildirim, Mahmût Yildirimê bi bernavê Yeşîl, Abdulkadîr Aygan û albayê teqawidbûyî Savaş Gevrekçî de bi sûcê "kuştina bi qesdî û teşwqîkirina gel a ji bo serîhildana çekdarî" îdianame hatibû amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê îdianame qbeûl kiribû. Lê belê ji xeynî Hamît Yildirim ên din nehatibûn girtin. Hamît Yildirim jî di hezîrana 2017'an de bi hinceta "dema wî ya girtinê temam bûye" hatibû berdan. 
 
WÊ Û DOSYEYA JÎTEMÊ KIRIN YEK
 
Doza Mûsa Anter, di 23'yê kanûna 2014'an de bi Doza Sereke ya JÎTEM'ê ve hatibû girêdan û di çileya 2015'an de bi hinceta "ewlehiyê" dosye ji Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê şandibûn Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqereyê re. 
 
Danişîna van her du dozan berî têkevin ber demboriyê bi 5 rojan dê di 15'ê îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran 6'an a Enqereyê bê lidarxistin. 
 
HER ROJ ŞITILINE NÛ ŞÎN DIBIN
 
Rahşan Anter, keça Apê Mûsa, ya li Îzmîrê dijî, diyar kir ku ew bi xwedîderketina li pênûsa Apê Mûsa serbilind in û wiha got: “Pênûsên pir xurt hene ku li ser rêça bavê min dimeşin. Ez agir, hezkirin û welatparêziyê di dilê rojnamevanên ciwan de dibînim. Bavo nizam tu van zarokan dibihîsî? Lê mêze, ew çinara te li dû xwe hişt her roj şitlên nû diçîne, şîn dibe."
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI HEV DERKEVIN'
 
Anterê anî ziman ku bi dehan rojnamevan li ser şopa bavê wê dimeşin û wiha got: "Mirin û girtin jî tê de be, meşa xwe didomînin. Rojnamevanên li ser rêça bavê min digirin, davêjin girtîgehan. Ez her roj êşa wan dikişînim. Ez xwe rehet his nakim, wekî di girtîgehê de bim. Her tim hewl didin ku me ji hev belav bikin. Her ku ew me belav dikin em jî zêde dibin. Bavê min digot, 'Her ku ew hewl bidin me bikujin, divê em hişê xwe bidin serê xwe. Divê em bibin yek û rêzê li hev bigirin û xwedî li gelê xwe derkevin.'"
 
ÊN RASTIYÊ DINIVÎSIN TÊN GIRTIN
 
Anterê bal kişand ser 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê hatin girtin jî û bilêv kir ku zext û zordariya li ser rojnamevanên li welêt qet naqediyaye û wiha got: "Bi taybetî zexteke mezin li rojnamevanên kurd heye. Ji ber ku rastiyê dinivîsin. Em zextên li herêmê tên kirin ji rojnamevanên kurd re hîn dibin. Lewma dixwazin wan bêdeng bikin. Rojnamevanên rastiyê dinivîsin berdin."
 
'DEMBORÎ DÊ SER RASTIYAN BIGIRE'
 
Anterê bal kişand ser danişîna doza bavê xwe ku dê di 15'ê Îlonê de li Enqereyê bê lidarxistin û anî ziman ku di 20'ê Îlonê de jî metirsiya ku doz têkeve ber demboriyê heye. Anter wiha got: “Ev doz dozeke neqediyayî ye. Ji ber vê yekê, divê ew bi dawî nebe. Ev ew doz e, dê hemû îltiba ku ji salên 90'î vir ve biteqîne. Ger têkeve ber demboriyê dê hin tişt dîsa di dîrokê de veşartî bimînin. Ji ber vê ez bang li her kesî dikim ku xwedî li vê dozê derkevin."
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

13/09/2022
09:41 Rojnamevanê ji ber ‘rojnameya qedexe’ dan peydakirin wê ji nû ve bê darizandin
09:38 DEDAŞ’ê û leşkeran bi ser gund de girtin
09:14 Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir
09:01 Li Balayê karkeriya demsalî: Şer, koçberî, xizanî û piştevaniya jinan
09:00 Dengbêj Silêmanê Şirnexî yê felc bûye dixwaze cardin wekî berê bistrê
09:00 Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN
12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin