‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’

img
STENBOL - Nûnerên jin ên partiyên siyasî bertek nîşanî girtina Semra Guzel dan û gotin: “Semra Guzel nîşan da ku gelê kurd û jin wê serê xwe netewînin."
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ji aliyê îktidarê ve hedef hat nîşandan û ji ber du fezlekeyên derbarê wê de parêzbendiya wê hat rakirin û derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin. Guzel di 2’yê îlonê de li Stenbolê hat binçavkirin û wê birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Polîsan li ber kamereyan xwest serê Guzel bitewînin lê wê nehişt serê wê bê tewandin û serbilindahiya xwe nîşan da. Her wiha destên Guzel jî ji paş ve hatibûn kelemçekirin. Tevî zordestiya polîsan jî Guzel serê xwe li ber wan netewand û di 3’yê îlonê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û ew şandin girtîgehê. 
 
Nûnerên jin ên partiyên siyasî bertek nîşanî sepanên li Guzel hatin kirin û girtina wê de dan. 
 
‘AKP POLÎTÎKAYA XWE DA NÎŞANDAN’
 
Berdevka Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu diyar kir ku Semra Guzel parlementera ku bi dengê gelê kurd hatiye hilbijartinê û got: “Rakirina parêzbendiya wekîlên ku bi vîna gel hatine hilbijartin, mijareke wisa ye ku tenê bi vîna gel dikarin parêzbendiya wê bê rakirin. Ji ber vê yekê tevgera faşîst a AKP'ê di şexsê Guzel de ne tenê li dijî netewa kurd, li dijî tevgera jinên kurd jî polîtîkaya xwe nîşan da."
 
Çîçek Otlu
 
‘NÎŞAN DA KU SERÎ NAYÊ TEWANDIN’ 
 
Otlu anî ziman ku tişta li Guzel hatiye kirin li dijî têkoşîna jinên kurd û gelê kurd "polîtîkaya serî tewandinê" ye. Otlu diyar kir ku bi binçavkirin û girtinan re girtina dixwazin gelê kurd teslîm bigirin û wiha got: “Di şexsê Semra Guzel de jî ev hatin dîtin. Polîtîkayên AKP'ê yên serdestiya mêr, polîtîkayên zayendperest in. Jinên kurd, tevgera jinê û neteweya kurd nîşan dan ku serî natewînin. AKP polîtîkaya biçûkxistinê dike. Teqez wê gelê kurd û jinên kurd li dijî van kirinan serî netewînin û teslîm nebin. Wê gelê kurd û dostên xwe wê têkoşîna xwe her berdewam bikin. Dibe ku destê Guzel hatibe kelemçekirin, lê nikarin têkoşîna azadiya gelê kurd û vîna gelê kurd kelemçe bikin. Em ê li dijî vê têbikoşin.”
 
‘BI SERÎ TEWANDINÊ XWESTIN ÇAVÊ HER KESÎ BITIRSÎNIN’ 
 
Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca jî destnîşan kir ku îktidar dixwaze li dijî HDP’ê sepanên tayînkirina qeyûman, rakirina parêzbendiya parlamenteran polîtîkayên pir alî yên şer bide meşandin. Koca diyar kir ku girtina Guzel di hemena demê de desteserkirina îradeya gel e û her wiha dijminatiya li dijî jinan e. Koca anî ziman ku îktidar dixwaze ser sûcê xwe bigire û bi serî tewandina jinên kurd çavê gelê kurd û gelên Tirkiyeyê û hemû hêzên azadîxwaz û demokrasiyê bide tirsandin. Koca got ew ê hemû polîtîkayên dijminatiyê yên îktidarê bi têkoşîna hevpar biqewirînin. 
 
Perîhan Koca
 
‘SERÎ NETEWANDIN Û WÊ NETEWÎNIN’ 
 
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Jinû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Cansel Aslan tiştên ku li Guzel hatine kirin weke pêkanînên dijmirovahî nirxand û got: “Semra Guzel vîna gel e. Tundiya li ser wê ji bo jinan, parêzvanên aştî û azadiyê xetere ye. Ne jin û ne jî parêzvanên aştî û azadiyê wê li dijî zilm û bêhiqûqiya dewletê serî netewandin û wê netewînin. Ev lêpirsîn û biryara bi lezûbez bêhêzbûna îktidarê ye. Ev îspata wê yekê ye ku îktidar welat dikişîne nava alozî û qeyranan. Niha dema têkoşîn û bilindkirina dengê xwe ye. Divê her kesên ked, azadî û aştiyê diparêzin û nemaze di serî de jin dengê xwe bilind bikin û li dijî vê pêkanînê nerazîbûn nîşan bidin.” 
 

Sernavên din

05/09/2022
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye