Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê

  • rojane
  • 10:43 16 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komkujiya Hewlêrê, di dîrokê de weke yek ji mezintirîn xiyaneta PDK’ê ya li dijî gelê kurd hate nivîsandin. Di komkujiyê de 83 kes hatin qetilkirin. Yek ji şahidên Komkujiya Hewlêrê Rotînda Engîn vê komkujiyê wiha tîne ziman: “Min texmîn nedikir ku kesekî ji xwe re dibêje kurd, dê xiyaneteke ewqas bêbext bike.”
 
Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di 14’ê gulana sala 1997’an de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kiribû. Dema êriş berdewam dikirin de PDK’ê di 16’ê Gulana heman salê de li Hewlêrê komkujiyeke mezin pêk anî û 83 kes hatin qetilkirin. Bi ser Komkujiya Hewlêrê re 25 sal derbas bûn. Li gel hêzên taybet ên PDK’ê, 35 hezar leşkerên tirk ku di bin navê “Hêza Aştiyê” de veguhestibûn herêmê, di 16’ê Gulana sala 1997’an de nexweşxaneya Dezgay Jiyan û Awedan (DJAK) a Heyva Sor a Kurdistanê jî di nav de, êrişî gelek sazî û dezgehan kirin. Di êrişa ser Nexweşxaneya DJAK’ê de 9 gerîlayên PKK’ê yên birîndar hatin gulebarankirin û qetilkirin. 
 
83 KES HATIN QETILKIRIN
 
Di heman saetan de Navenda Giştî ya YNDK’ê, Şaxa Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Hewlêrê, Nûnertiya PKK’ê, Yekitiya Jinên Azad a Kurdistanê (YAJK) û rojnameyên Welat û Welatê Rojê jî rastî êrişên giran hatin û hatin gulebarankirin. Di encama êrişa Tirkiye û PDK’ê de 83 kes hatin qetilkirin. Piştî êrişan jî pêla girtin û binçavkirinê dest pê kir û bi mehan berdewam kir. 
 
KOMKUJÎ NEHAT RONÎKIRIN
 
Tê gotin ku kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin li herêma Mamel Qîr di goreke komî de hatine veşartin lê belê cenazeyên wan radestî malbatên wan nehatin kirin û cihê gorên wan jî nehatin aşkerakirin. Gelek kesên piştî komkujiyê hatin binçavkirin jî hatin windakirin. Ne komkujî hate ronîkirin û ne jî faîlên wê hatin darizandin. 
 
Yek ji şahidên Komkujiya Helebçeyê Rotînda Engîn ku di komkujiyê de bi birîndarî xelas bûbû, di sala 2017’an de ew pêvajo bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re vegotibû. 
 
ERÊKIRIN Û XIYANETA PDK’Ê
 
Engîn, diyar kir ku li ser erêkirina PDK’ê û li gorî lihevkirina di navbera aliyan de li Hewlêrê bûn û wiha got: “Artêşa tirk di 14’ê gulana sala 1997’an de li dijî hêzên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê dest bi êrişê kir. Pêşiya êrişê, PDK’ê zexta xwe ya li ser kadroyên PKK’ê yên ku bi destûra wê li Hewlêrê diman giran kir. Di 16’ê Gulanê de jî komkujî kir. Êriş û komkujî li ser bingeha konsepteke hevpar hatibû amadekirin. Wê demê ez hê nû bûm û min texmîn nedikir ku dê xiyaneteke di vê astê de çêbibe. Di esasê xwe de wê demê têkiliyên di navbera PKK û PDK’ê de heta astekî baş bûn. Heta gihiştibûn asteke wisa ku PKK’ê li Hewlêrê nûnertiya xwe vekiribû. Li Hewlêrê gelek hevalên me yên birîndar û xazî hebûn. Nêzî 50 hevalên me li nexweşxaneyê bûn. Tevek jî birîndar bûn. Jixwe anîna hevalên birîndar a li vê derê jî di encama lihevkirina bi PDK’ê re hatibû kirin. Bi destûra wan ev hevalên me dihatin dermankirin.” 
 
GAV BI GAV BER BI XIYANETÊ VE
 
Bi domdarî Engîn anî ziman ku heta wê demê jî têkiliyên bi PDK’ê re baş bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiyeyê di 14’ê gulana 1997’an de bi îdiaya ‘Hêza Aştiyê’ li dijî herêmê dest bi êrişê kir. Di erafeya komkujiyê de PDK’ê li kolanên Hewlêrê dest bi nêçîra endamên PKK’ê kir. Beriya komkujiyê hinek geşedan çêbûn. Du hefte beriya operasyonê jî çendek hevalên birîndar hatibûn. Dema tedawiya wan li nexweşxaneyê didomiya, guherîna di nêzikatiya PDK’ê de berbiçav bû. Hevalên birîndar bêyî narkoz dihatin emeliyatkirin. Ez bi xwe jî birîndar bûm û ji bo tedawiyê li nexweşxaneyê bûm. Bijîşkan got ku dê ji mejîpişt parçeyekî bigirin. Hinek kesên li nexweşxaneyê bi tirkî diaxiviyan hebûn. Îxtîmalekî mezin endamên MÎT’ê bûn. Vê yekê bala min kişand. Beriya niha me kesên wiha qet nedîtibûn. Du hefteyan beriya operasyona 14’ê gulanê, liv û tevgera li nexweşxaneyê jî zêde bûbû. Hejmara kesên bi tirkî diaxiviyan zêde bû. Hinek yekîneyên kontra ku MÎT’ê birêxistin kiribûn li wir bûn. Derziyekî giran bo min danîn. Ji bo ku vê derziyê nedeynin min gelek li ber xwe da lê birîndar bûm û min pê nekarî. Piştî derzî jî kef ji devê min hat. Hêj ez ser negihiştibûm bê ka çi diqewime ku derziyeke din danîn. Bi vê yekê re ketim erdê û di cihê xwe de cemidîm.” 
 
‘TÊKILIYEKE PIR QIRÊJÎ YA PDK Û TIRKIYEYÊ HEYE’ 
 
Di berdewamê de Engîn da zanîn ku di hevdîtinên bi PDK’ê re hatine kirin de PDK’ê tu carî ji wan re negotiye “Ji Hewlêrê derkevin” û wiha domand: “Hem tedawîkirina hevalên birîndar û hem jî vekirina saziyan bi awayekî fermî dihat kirin. Ji ber yekitiya kurdan û hevkariya wan, me ev geşedan gelek bi erênî dinirxandin. Lewma em li benda tiştekî wiha nebûn. Dema helwesta wan hişk bûyî jî me wateyeke wiha nedayê. Lê dema niha lê dinihêrim, dibînim ku têkiliyeke pir qirêjî ya PDK’ê bi dewleta tirk re heye û ev helwest li ser tifaqan diguhere. Di esasê xwe de PK’ê li Hewlêrê şoreşgerên kurd bi qurbanî Tirkiyeyê kirin û pêşkeşî wan kirin.” 
 
XIYANETEKE BERBIÇAV BÛ 
 
Engîn, destnîşan kir ku komkujî bi hevkariya PDK’ê hate kirin û wiha pê de çû: “Xiyaneteke berbiçav bû. Îcar li Hewlêrê û ser re jî li nexweşxane û saziyên kurdan zarokên canfeda yên birîndar ên gelê kurd hatin qetilkirin. Şebekeya xiyanetê bêyî ku dudil bimîne bi ser de girt û nêzî 100 şoreşgerên birîndar qetil kir.  Min tu carî texmîn nedikir ku dê xiyaneteke ewqas bêbext were kirin. Bi nav hişê min nediket ku kurdek xiyaneteke ewqas mezin bike. Di carekê de bi hezaran gule li ser me direşiyan. Bi sedan PDK’iyan dor li me girtibûn. Cara ewil bû ku min xiyanet ewqas ji kûr ve di dît. Bi çavsorî li me dinihêrtin û me bawer nedikir ku yên van guleyên mirinê li me direşînin, kurd in. Lê mixabin kurd bûn. Yên ku ji xwe re digotin ez kurd im, ji bo berjewendiyên dijminê xwe li pey xeniqandina birayê xwe bû.” 
 
HETA ERD Û ASÎMAN JÎ ŞERM KIR 
 
Engîn got “li dijî vê xiyanetê erd û asîman jî şerm kir” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewlêrê jî şerm kir. Xiyanet, mîna benekî kete stûyê wan. Dema mirov carekî li bêarî û bêrûmetiyê da, êdî li pey wê koreke bêbin e. Dema êriş dest pê dike, hevala Hêvîdar deriyan digire û diçe berbankê. Bi saetan li wir bi tena serê xwe li ber xwe dide. Piştre jî birîndar dibe. Hewl dide bombeya xwe li ser xwe biteqîne. Naxwaze bikeve destê xayînan. Bombeya wê ji wê dûr bû û ew bi xwe jî bi giranî birîndar bûbû. Hêzên PDK’ê jî deriyên nexweşxaneyê şikandin û diçin berbankê li cem wê. Wê bi wî halê birîndarî ji qata sêyan diavêjin xwarê. Piştre jî tazî dikin û 4 rojan bi wî halî di nava kolanê de teşhîr dikin.” 
 
Bi ser Komkujiya Hewlêrê re 25 sal derbas bûn lê hêj nehatiye ronîkirin. Heman PDK îro jî bi AKP û MHP’ê re beşdarî êrişa li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bûye. Lewma jî îro careke din ji hêla gelê kurd ve weke “xayîn” tê pênasekirin. 
 

Sernavên din

20/05/2022
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin