Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin

  • rojane
  • 10:39 16 Gulan 2022
  • |
img
COLEMÊRG – Jinên mezraya Mêrganê ku ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê rojên zehmet derbas dikin, diyar kirin ku axa wan li wan tê qedexekirin û ev tişt gotin: "Dewlet dixwaze me birçî bihêle û em gundê xwe walabikin, lê agir jî berdin bedena me em gundê xwe bernedin."
 
Artêşa Tirkiyeyê (TSK), di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dest bi êrişeke hewayî û bejahî kir. Êrişa bi hevkariya PDK'ê di 29'an de didome. Ji bo êrişê ji bajarên Qeyserî, Hatay û Bolûyê tîmên tevgera taybet anîne Colemêrgê û li bargehên li ser xetên bi sînor bi cih kirine. Ji ber şerê ku tê meşandin li gundên li ser xeta sînor ji gundiyan re gelek astengî tên derxistin û tê xwestin ku gundî ji gundê xwe derkevin. 
 
Li navçeya Çelê, jinên li mezraya Mêrgan a gîrêdayî gundê Gêman bertek nîşanê êrişê û astengiyên ku ji ber êrişê ji wan re tên derxistin dan û pirsgirêkên ku dijîn anîn ziman. 
 
‘JI BER QEDEXEYAN NIKARIN KARÊ ÇANDINÎ BIKIN’
 
Şêniya mezrayê Esmer Demîr, diyar kir ku ji ber zext û zordariya leşkeran her roj bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: "Ji ber qedexeyên ku ji bo êrişê danîne ser gund em nikarin pezê xwe bibin çêrê. Em fikaran dikin ku pezê me telef bibe. Heke pezê me neçin zozanan û derdorê gund negere wê çawa zikê xwe têr bike. Timik bi ser malên me de digirin. Ji ber şer û êrişan liv û tevgera me ya li gund hatiye qedexekirin. Em nikarin karê xwe yê çandiniyê bikin. Heta ku ev zextên li ser me bi dawî nebin wê rewşa me tim wiha be."
 
‘HETA KU EM NEMIRIN EM Ê DEV JI AXA XWE BERNEDIN’
 
Di berdewamê de Demîr, da zanîn ku dema diçin zozanan bi astengiya leşkeran re rû bi rû dimînin û derbarê mijarê de ev tişt got: "Axa me li me qedexe dikin. Jiyana me tenê bi nava gund ve hatiye bisînorkirin. Navê ev tiştê ku tînin serê me zilm e. Leşker ji me re dibêjin, 'Hûn li gund zêdetir nikarin biçin'. 18 sal in li gund de dijîm û her sal ji bo çûyîna me ya zozanan ji me re zehmetiyan derdixin. Dixwazin bi van pêkanînên xwe me li gund birçî bihêlin û em gund vala bikin. Tu niyeta me tuneye em dev ji gundê xwe berdin. Li vir me bikujin û bişevitînin jî em ê axa xwe, gundê xwe bernedin. Mirov carekê dijî û carekê dimire, dema ku em mirin em ê dev ji gundê berdin heta ku em nemirin em ê dev ji axa xwe bernedin. Ji ber ku axa me namûsa me ye."
 
‘JI BER QEDEXEYA PISGIRÊKÊN ABORÎ DIJÎN’
 
Şêniya bi navê Fatma Demîr ku 20 sal in li mezraya Mêrganê dijî jî got ku 20 sal in li gund bi zext û qedexeyan dijîn û ev tişt anî ziman: "Zozanên ku berê em bi serfirazî diçûnê niha ji ber qedexeyan em nikarin biçin wan. Êdî çi hizûra me nemaye. Ji ber astengiyên leşkeran em nikarin ji ber deriyê mala xwe zêdetir biçin cihekî din. Her wiha ji ber wan qedexeya em nikarin pezê xwe biçêrînin. Ji ber vê yêke jî em gelek zehmetî û pisgirêkên aborî dikişînin. Berê em bi serfirazî diçûn war û zozanên xwe me pancar kom dikir û difort."
 
‘ARMANCA WAN OPERASYANAN BIRAKUJÎ YE’
 
Demîr, destnîşan kir ku şer û êrişa li dijî Herêma Kurdistanê bandor li wan jî dike û wiha pêde çû: "Ji ber êrişan li derdora gundê me gelek bargehên leşkerî hatine çêkirin. Bi fikara ku wê bên kuştin em nahêlin êdî zarokên me derkevin derve. Ev der axa me ye lê nahêlin em bi dilrehetî li axa xwe de bigerin. Li her derî şer û pevçûn heye; çar dorê gundê me girtine. Her wiha hemû gundên derdorên me qedexe kirine û weke ‘herêmên ewlehiyê' îlan kirine. Dibejin, 'Li dora gundên we tiştên talûke hene'. Me heta niha tiştek wisa ne dîtiye. Kes nizane niyeta dilê wan çî ye. Sedem û armanca şerê ku li heremê dimeşînin ew e ku birakujiyê pêk bînin. Ji vê meqsed û mirazê zêdetir tiştek din naxwazin.” 
 

Sernavên din

20/05/2022
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin