Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e

  • rojane
  • 16:52 15 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran, derbarê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bername hatin lidarxistin. Di bernameyan de hat xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn.
 
Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ku di 8'ê gulanê de starta wê hatibû dayîn, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn, meş û panel hatin lidarixstin û peşbirk pêk hatin. Di bernameyên ku hatin lidarxistin de polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdan hatin vegotin û ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn bang hatin kirin. 
 
MERSÎN 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajar a Mêrsînê, ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parqa Ozgur Çocûk daxûyaniye da çapameniyê. Di daxûyaniyê de bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî pankarta "Zimanê me rûmeta me ye" hat vekirin û dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" , "Bijî zimane kurdî" hatin berzkirin û dovîzên "Cejna zimanê kurdî pîroz be" û "Zimanê me hebûna me ye" hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de ji rêveberên HDP'ê Emîn Aksû axivî û li dijî polîtîkayên pişaftinê banga tekoşînê kir û wiha axivî: "Ji bo ku em tevahî qedexeyan bidin rakirin em li malên xwe, li karê xwe, li her qada jiyana xwe bi kurdî biaxivin. Ziman jiyan, nasname û hebûn e."
 
Kesên ku tevlî daxuyaniyê bûbûn piştre bi çepik û dirûşman heya avahiyê HDP'a Mêrsînê meşiyan. Piştî meşê li avahiya HDP'ê sînevîzyoan dîroka kurdî hat nîşandan û helbestên kurdî hatin xwendin û dengbêjan kilam gotin. 
 
Bername bi kilamên ku hunermend Kadîr Çat got û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX
 
Li Şirnexê jî bi minasebeta pîrozbahiya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Komeleya Çand û Hunerê ya Birca Belek a li navçeya Cizîrê daxuyaniyek hat dayîn. Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navenda û navçeyên Şirnexê, aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Silopiya Adalet Fîdan, Hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin,Hevşaredara Hezexê Songul Erden û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “15’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hate vekirin û dovîzên wekî “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî”, “Ez bi kurdî dijîm”, “Zimanekî azad civakekê azad e” hatin hilgirtin. 
 
Hevseroka Navçeya HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend. Ecevît, qala dîroka Roja Cejna Zimanê Kurdî kir û Kovara Hawarê vegot. Ecevît, destnîşan kir ku Cejna Zimanê Kurdî bi çoşeke mezin pêşwazî dikin û got ku pirsgirêka herî mezin Pirsgirêka Kurd e û wiha got: "Dewletên serdest ji bo tunekirina ziman, çand û nirxên kurdan hemû polîtîkayan dikin dewrê. Ji bo welatekî demokratîk pewîste zagonên bingehîn ên ku li  pêşiya azadiya zimanê kurdî asteng in, bên sererastkirin. Divê zimanê Kurdî, bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê Fermî.
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat kirin û daxuyanî bi dirûşmêyên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê kurdî rûmeta me ye" bi dawî bû.
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî li Parqa Yilmaz Guney daxuyaniyeke bi girseyî hat dayîn. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên "15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li gelê kurd pîroz be" û " "Dar li ser koka xwe, mîrov li ser zimanê xwe şîn dibe" hatin vekirin û dovîzên “Bê ziman jiyan nabe” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Parlamenter Îpekyuz û Hevberdevka Nûnertiya Platforma Zimanê Kurdî ya Êlihê Elîf Kivircik axivîn û bal kişandin ser zextên li dijî kurdî û xwestin ku li her qadê kurd bi zimanê xwe biaxivin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn. 
 
SEMSÛR
 
Li Semsûrê jî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat-Der), li Parqa Demokrasiyê daxuyanî da. Hevşaredarê Bajaroka Komirê Erhan Karakaş û nûnerên gelek rexistinên sivîl ên bajar tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê Ferat-Der'ê Kazim Tûrhal axivî. Tûrhal, bal kişand ser zextên li dijî kurdî xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî. 
 
Piştî daxuyaniyê li Şaxa KESK'ê ya Semsûrê dengbêjan kilam gotin. 
 
MELETÎ Û DÎLOK
 
Li Meletî û Dîlokê jî rêxistinên HDP'ê yên her du bajaran ji bo 15'ê Gulanê bername li dar xistin û daxuyanî dan. Li Dîlokê panelek jî hat lidarxistin.
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajar a Colemêrgê jî ji bo 15'ê Gulanê daxuyaniyek da. Gelek endam û rêvebirên partiyê tev lî daxuyaniyê bûn. Jinan jî bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li daxuyaniyê bûn û bal kişandin ser giringiya rojê. Rêvebira HDP’a Colemêrgê Kadîr Şahîn daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku weke HDP'ê ew careke din hemû polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê şermezar dikin û ev tişt got. “Em vê pergalê qebûl nakin. Aşkera ye ku pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê bi însiyatîfên demkî û taktîkî çareser nabe. Em ji xwe bawer in ku em ê vê axa sed sal in bi destê nijadperestan di aliyê çandî û zimanî de hatiye qirkirin û valakirin, ji nû ve ava bikin."
 
Piştî axaftinê daxuyanî bi çepikan dawî bû. 
 
MÊRDÎN
 
Li navçeyên Artûklû, Qoser û Nisebînê yên Mêrdînê 15'ê Gulanê bi bernameyên cuda bi çoş hat pîrozkirin. di daxuyaniyan de dovîzên "Bê ziman jiyan nabe", "Perwerdehiya Kurdî mafê meye", "Kamîya kesî binê zimanê kesî de nimite yo" ve "Dar bi av û tavê zorak bi zimanê xwe mezin dibe" hatin hilgirtin û bi zaravaniyên kurdî kurmancî û kirmanckî pankarta "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê" hat vekirin. 
 
Hevseroka HDP'a Mêrdînê Perîhan Agaoglû, bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdî û xwest ku herkes li Kurdistanê bi zimanê xwe biaxive. 
 
ÎZMÎR
 
Komaleya Lêkolinên Çand û Ziman a Avestayê, 15'ê Gulanê li Qada Seyranê ya Sarniçê bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de govend hat gerandin, pêşbirka zanînê hat lidarxistin û stran hatin gotin. Rêveberê Avestayê Mûstafa Borak axaftineke kurd kir û xwest ku nesla nû bi zimanê xwe biaxive. Piştî axaftinê xwendekarên ku di qada kurmancî û kirmanckî de perwerde girtibûn sertîfaqayên xwe girtin. Şahî bi dûrişmeya "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû. 
 
DBP Û HDP
 
Navendên Giştî yên DBP û HDP'ê jî bi daxuyaniyên nivîskî 15'ê Gulanê pîroz kirin û xwestin ku astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/05/2022
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin