Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin

  • rojane
  • 15:41 15 Gulan 2022
  • |
img

AMED –  Zimanzan Zana Farqînî, di panela "Hiqûq û Ziman" de axivî û ev tişt got: "Ji bo em bikarin ziman bi parêzen divê me emanete ku dê û bavan girtiye em teslîmî zarokan bikin."

Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforam Zimanê Kurdî çalakiyên 15’e Gulanê Cejna Zimanê Kurdî didomin. Di çerçoveya çalakiyan de Tora Ziman û Çanda Kurdî, Komeleya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê, li Eyvana Konferansê ya Tahîr Elçî ya li navçeya Yenisehîr a Amedê panela, ‘Hiquq û ziman’ li dar xistin. Di panele de pankarta, “15’e Gulanê Cejna Zimanê Kudî Pîroz be" hat daliqandin. Endamê Komisyona Ziman a Baroya Amedê Elîf Birlîklî moderatoriya panelê kir û zimanzan Zana Farqînî, nivîskar Bahoz Baran û parazêr Cemîle Tûrhalli Balsak jî weke panelîst tev li panelê bûn û li ser ziman û hiqûqê nirxandin kirin. 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, bi axaftinêk kurt vekirina panelê kir. Eren, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û beşdarên tev lî panelê bûn silav kir.
 
‘ASTA DIBÎSTANÊN DEWLETE BILIND DIBE PIŞAFTIN JÎ BILIND DIBE’
 
Moderetor Birlîklî piştî axaftina vekirinê ya Eren mafa axaftine da Zana Farqînî. Farqînî, dêstpêkê Cejna Zimanê Kurdî li tevahî kurdan pîroz kir. Farqînî, di axaftine xwe de bal kişand ser zext û astengiyên li ser ziman û têkoşîna li  dijî zext û astengiyan tê meşandin û bi lêv kir ku gelê kurd tevî astengiyan jî bi kovar û rojnameyan tekoşîna ziman meşandiye û ev tişt anî ziman: “Ev ziman me ji dê û bavên xwe girtiye, gelo em ê bikaribin vî emanetî teslîmî zarokan bikin. Dema asta perwerdehiya dewletê bilind dibe, pişaftin jî ewqas bilind dibe. Dema em rewşa kurdan dinêrin kesên ku bi kurdî dizanin kal û pîrên neçûne dibîstanê ne. Dema em rewşa dibistanan dinêrin her çiqas asta polan bilind dibê pişaftin jî ewqas bilind dibe.”
 
‘EM Ê ZIMANÊ XWE ÇIQAS DERBASÎ ZAROKAN BIKIN?
 
Bi domdarî Farqînî, ev tişt gotin: “Di warê ziman de referansa min a yekemîn diya min bû. Lê niha em rewşa dayikan dinêrin, ji bavan zedêtir ziman ji bîr kirine. Ew jî polîtikayên bişaftinê li ser jinan dide nîşan. Heta em xewnên xwe bi zimanên xwe nebînin û tûjînên xwe li hemberî dewletê bi kurdî nedin ew tê wê wateyê ku em asîmile bûne. Li gorî lêkolînên UNESCO'yê, xetereyên li ser ziman yek jî ziman derbasî nifşên din dibe an na? Gelo em wek dê û bav dikarin zimanê xwe çiqas derbasî zarokan bikin?"
 
‘DEWLETE Jİ BER KURDÎ MERİVEK DALIQAND’
 
Piştî Farqînî Cemîle Turhalli Balsak, bi zarawayê kirmançkî axivî. Balsak jî destnîşan kir ku pişaftina li ser ziman her ku diçe kûrtir dibe û ji bo ziman bê parastin jî xwedî derketinêk xurt pevîste. Balsak, bi lêv kir ku ziman nasnameya mirov e û wiha got: “Dû curayên ziman hene yek te însanan dide nasîn ya din jî te ji însanên din vediqetîne. Li gorî zagonên navnetewî mafê perwerdehiya ziman mafek bingehîne. Heke kesek bixwazê bi zimanê xwe biaxivê divê dewlet wî mafî bi cih bîne. Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê kurdî tune hat hesibandin û dewlet li gorî polîtikayên yek netew, yek ziman, yek al tevgeriya û pişaftinê li kurdan ferz kir. Di dîroka dewletê de kurdêkî ji ber ku bi tirkî nizan bûye biryara daliqandina wî hatiye dayin. Di biryarê de hatiye gotin ku kesek bi tirkî nizanbe divê bê kuştin. Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Îsmet Înonu jî ji bo vê biryarê ji dadger re pîrozname şandiye."
 
‘DEWLET MESELEYA PIŞAFTINE DE CIDDIYE LÊ EM NE CIDDINE’
 
Herî dawî jî nivîskar Bahoz Baran axivî. Baran jî bal kişand ser bandora polîtikayên pişaftinê yên li ser civake û wiha got: “Bandora pişaftine li ser civakê pir belav bûye. Divê haya gel jî li ser polîtikayên pişaftine hebe û xwe berpirsyar bibîne. Divê sazî û siyaseta kurd jî girîngiyek xurt bide ziman, daxuyaniyên xwe bi kurdî bikin. Bi vî avayî em dikarin gel hişyar bikin. Divê em mafê zimanê xwe bixwe bixwazin. Lê dema em rewşa me heyî dinêrin em dewlete dixwazin yanî em parsekiye dikin. Saziyên ziman jî divê di bin banê saziyêke de bicivin û xebatên xwe bikin. Dewlet di meseleya pişaftine de pir ciddiye lê mixabin em ewqas ne ciddî ne.”
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.
 

Sernavên din

20/05/2022
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin