Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin

  • rojane
  • 13:08 13 Gulan 2022
  • |

AMED  - Rêxistina civaka sivîl bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan û bang li dewletê kirin ku dev ji polîtîkaya pişaftinê berdin. Rêxistinan xwest ku ji bo pirzimanî û pirçandiyê bingeh were amadekirin.

Baroya Amedê, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li pêşiya avahiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Her wiha Maseya Saziyên Maf û Hiqûqê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî jî di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
 
Daxuyanî ji hêla Endama Komîsyona Ziman a Baroya Amedê Elîf Bîrkilî ve hat xwendin. Bîrkilî, ji ewil bal kişand ser Kovara Hawarê û wiha got: “Kovara Hawar, ji bo zimanê kurdî pêngaveke mezin û girîng bû. Di 15’ê Gulanê de dest bi weşana xwe kiribû lewma di sala 2006’an de 15’ê Gulan weke Cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin. Ji wê salê ve her sal ev cejn tê pîrozkirin. ”
 
‘BI PERWERDEYA FERMÎ DIKARE PÊŞÎ LI PIŞAFTINÊ BÊ GIRTIN’ 
 
Bi domdarî Bîrkilî diyar kir ku li gorî daneyên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li seranserî cîhanê nêzî 2 hezar û 500 ziman di bin xetereya tunebûnê de ne û wiha domand: “Li Tirkîyê jî zaravayê dimilî bi xetereyeke wiha re rû bi rû ye. Roj bi roj axêverên zaravayê dimilî kêmtir dibin. Dîsa li gorî UNESCO’ yê, ji bo ku civakek tune nebe divê bi zimanê xwe biaxivin û nîşanî nifşên nû bidin. Parastina ziman jî bi perwerdehiya fermî ya bi zimanê dayike pêkane.”
 
‘POLÎTIKAYÊN PIŞAFTINÊ BERDEWAMIN’
 
Bîrkilî, destnîşan kir ku ji destpêka avabûna komarê heta niha polîtîkayên qedexekirinê yên li ser zimane kurdî berdewam in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber zagona bi hejmar 2932 ku di sala 1983’yan de kete meriyetê û heta 1991’an di meriyetê de ma, ji bilî tirkî axaftina bi zimanên din hate qedexekirin. Kesên li dijî vê zagonê derdiketin û bi kurdî diaxivîn jî rastî zext û dozan hatin. Di vê pêvajoyê de bi hezaran kurdên bi kurdî diaxivîn rastî cezayan hatin. Hêj jî kurdî bêstatû û bêderfet e û ji azadiya xwe bêpar e. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser bingeha înkarkirin û asîmîlasyona zimanê kurdî berdewam in.”
 
‘SAZIYÊN ZIMAN HATIN GIRTIN’
 
Di berdewamê de Bîrkilî bal kişand ser girtina saziyên ziman û tabelayên bi kurdî ku ji aliye qeyûman ve hatine rakirin û wiha derbirî: “Sazî û navendên li ser çand û zimanê kurdî xebat dikirin û di xizmeta civakê de hatin girtin. Tabelayên pirzimanî hatin daxistin û li şûna wan tabelayên ku tenê tirkî tê de cî digirin hatin danîn. Bi heman awayî ji sala 1913’an heta salên 1980’an, wek polîtîkayeke dewletê, navên cî û warên ku gelên xwecih bi zimanê xwe li cî û deveran kiribûn hatin guherandin. Bi van guhertinan bîr û bawerîya çandî û dîrokî hat tunekirin.”
 
BANG LI RAYEDARÊN DEWLETÊ KIRIN 
 
Bîrkilî, got ku divê zextên li ser zimanê kurdî bi dawî bibin û ev bang li rayedarên dewletê kir: “Dev ji polîtîkayên pişaftine berdin û di serî de çand û zimanê kurdî ku salên dirêj in di bin zext, tundî û polîtîkayên pişaftinê de ne berdin. Hemû zimanên din ên ku di bin xetereyê de ne û tune tên hesibandin nas bikin. Azadiya zimanan esas bigirin û ji bo van zimanan derfetên fêrbûn, axaftin û fêrkirinê biafirînin. Ji bo vê yekê jî divê di zûtirin dem de zagonên pêwîst bên derxistin.” 
 
Baroyên ku daxuyanî îmze kirin ev in: “Baroya Amedê, Baroya Bedlîsê, Baroya Çewlikê, Baroya Dêrimê, Baroya Êlihê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Rihayê, Baroya Sêrtê, Baroya Semsûrê, Baroya Şirnexê, Baroya Wanê”
 

Sernavên din

17/05/2022
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’