Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê

  • rojane
  • 20:36 12 Gulan 2022
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel ku di Doza Kobanê de ji heyeta dadgehê re got: "Dawî li vê darizandinê bêedalet bînin. Dawiya wê desthilata ku hûn pişta xwe disipêrinê tê. Ev çerx dê wisa negere." 

Danişîna 12'an a Doza Kobanê ku 108 kes pê tên darizandin, di roja 7'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê dewam kir. 
 
Piştî navberê danişîn bi daxwazên ji bo berdanê dewam kir. Ewilî Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş, destnîşan kir ku beyanên şahidan pûç bûne, lê dadgehê cardin jî qenaeta xwe neguherandiye. Demîrtaş, bilêv kir ku piştî banagwaziyê Erdogan HDP'ê kiriye hedef û got: "Ev doza bi endezyariyeke siyasî tê birêvebirind idome. Şahid hatine qanehkirin, beyanên di aleyhê de hatine girtin. Şahid beyanên xwe dinepixînin, lê  dadgeh cardin beyanên wan esas digire. ŞAhid bên û bibêjin ku 'Me bêbextî kir.' Ev dê jib o dadgehê ne muhîm be." 
 
Demîrtaş di berdewamê de angaştên tên kirin hemûyan bi belgeyan pûç kir û got: "Lê ev hemû ji ber kesên hiqûqê binpê dikin û kesên li gor fermanên siyasî tevdigerin hatine afirandin. Zarok ji ber ku xercaneya wan têr nake li dibistanan ji nêza ve ji xwe ve diçin, lê AKP'î di wesayîtên xwe de kokaînê dikişînin, bi otomobîlên luks digerin. We ev welêt xist vî halî. Dibe ku hûn niha guh li van gotinên min nekin. Îro ro mohr bi we re ye, lê li vira gel heye û dê vê mohrê ji we bistîne." 
 
Paşê Parêzer Kenan Maçoglû axivî. Piştî Maçoglû Ayla Akat Ata axivî. Ata anî ziman ku darizandin bi awayekî baş pêş ve nakeve û got: "Li vir êdî her kes her kesî nas dike. Ez helwesta we seorkê dadgehê ya ji bo hevpêşîyên min rexne dikim."  Ata di berdewama axaftina xwe de li ser mutalaayê sekinî û di dawiyê de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê divê daraz cardin bibe darazeke sebrixwe û got: "Nirxcên ku rojava ew temsîl dikin, tenê ne ji bo wan e, nirxên hemû mirovahiyê ne. Ez dixwazim mirovên li vî welatî jî xwedî van nirxandin bin. Konseya Ewropayê Tirkiye jî di nav de bi gelek welatan re pênaseya dewleta hiqûqê da ber nîqaşê û pîvan hatin danîn. A muhîm ne ku ev pîvan tenê di qanûnan de bimînin, a muhîm dadgeh jî van pîvanan pêk bînin." 
 
Piştî axaftina Tûncelê 15 deqe navber hat dayîn.
 
Ata, piştî navberê cardin axaftina xwe domand û destnîşan kir ku bi beyanên îtirafkaran maf û azadiyên mirovan hatine xespkirin. Ata, bilêv kir ku ji sala 2015'an heya niha bênavber tê darizandin û got, ya tê kirin bêhiqûqîtî ye û dê heya dawiyê bitêkoşe. 
 
Piştî Atayê Parêzer Cahît Kirkazak axivî û got, serokê dadgehê dixwaze parêzeran biçewisîne. 
 
Piştî Kirkazak Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tûncel axivî. Tûncelê, destnîşan kir ku li vê dadgehê mekanîzmaya darizandineke adil tune ye û got: "Tenê peywireke ku detshilata siyasî daye heye. Ez dadgeran îtham dikim. Ev ne meseleya we tenê ye. Desthilata siyasî Tirkiyeyê xistiye vî halî. Desthilata siyasî kê biwxaze li van dadgehan dide girtin û dide berdan. Lê binerin îro ceza li Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû jî birî. Ez ji vir piştgiriya xwe ya ji bo radigihînim. Ji xeynî vê di Doza Geziyê de cezayên li Osmana Kavala û hevalên wî yên din hatine birîn jî li holê ne. Çima? Eger îlleh wê ji ber Sarosê ceza biribin, ê Erdogan jî bi salan bi Sarosê re xebitî?"
 
Tûncelê paşê Bahtiyar Çolakê endamê çeteya Atadedelerê bibîr xist û bang li du endamên dadgehê yên bi Çolak re xebitîne kir û got: "Hûn nikarin Çolak bidin jibîrkirin. We bi hev re ev îdianame qebûl kir. Hûn û wî li ser heman sifreyê rûniştin. An wî cubeyê bi rûmet deynin an jî dev ji vê dozê berdin." 
 
Tûncelê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku meseleya kurdî dê li dadgehan neyên çareserkirin û got: "Gava hiqûq ji holê bê rakirin, dê bi her awayî rizandin dest pê bike. Eynî wekî Tirkiyeyê." 
 
Tûncelê ragihand ku pêşiya siyaseta demokratîk hatiye girtin û got, HDP û hemû kesên ji bo demokrasiyê têdikoçin tên krîmînalîzekirin. 
 
Tûncelê bang li heyeta dadgehê jî kir û got: "Dawî li vê darizandinê bêedalet bînin. Dawiya wê desthilata ku hûn pişta xwe disipêrinê tê. Ev çerx dê wisa negere. Muxalefeta civakî qels be jî, lê axirê dê ço kesên wî bi kar tînin biwestîne. Dewlety bi salane ji kurdan, jinan û muxalifên din re dibêje 'heger hûn xw ebêrûmet bikin em ê bela xwe di we nedin', lê em ê dev ji nasnameyên xwe bernedin. Em ê xwe bêrûmet nekin. Ezebbûna hevalek me kirine hinceta girtinê. Yahû ji we re çi? Çima ezebbûna wê bala we dikişîne? Qaşo şahidekî nepen gotiye, 'ên kadro nazewicin.' Gelo me ev bi we dikeve? Têkoşîna jinê têkoşîneke bi hezaran salan e. Têkoşîna jinê, têkoşîna demokrasiyê ye. Em bi salan ji bo jinan têkoşiyan." 
 
Tûncel, di berdewama axaftina xwe de dubare kir ku heyeta dadgehê adil tevnagere û got, lê wê ji van rojên tarî xelas bibin. 
 
Danişîn sibê dê ji cihê mayî bidome. 

Sernavên din

17/05/2022
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’