Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne

  • rojane
  • 14:38 10 Gulan 2022
  • |
STENBOL - Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol diyar kir ku têkildarî kesê di bin çavdêriya polîsan de ketiye avahiya wan, li bendê ne ku saziyên fermî daxuyaniyê bidin û wiha got: “Em li cihê xwe û di rêya xwe de ne.”
 
Kesekî ku nasnameya wî nediyar şeva 1'ê Gulanê kêliya ku kesek li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê nebûye, di çavdêriya polîsan de ketiye avahiyê. Rêxistina HDP’a Stenbolê têkildarî vê rewşê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu û parêzerên partiyê beşdarî civînê bûn. 
 
Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol, da zanîn ku di 1’ê Gulanê de bi telefoneke hişyariyê ya xebatkarekî wan ê kevin rewş ferqkirine û wiha got: “Ji me re got ku deriyê avahiyê vekiriye. Em di roja 1’ê Gulanê de li qadan bûn, xebatkarên me tune bûn. Di dîmenan de me dît ku kesê nasnameya wî nayê zanîn 6-7 deqîqeyan li hundir maye pişt re derketiye û piştî bi polîsan re axiviye ji wir dûr ketiye.”
‘KESÊ KETIYE AVAHIYÊ BIÇEK E’
 
Bîrol, destnîşan kir ku di dîmenan de tê fêmkirin ku kesê ketiye avahiya partiya wan biçek e û wiha berdewam kir: “Kes ji kolana jêr a avahiya me derdikeve û bi awayekî aram tê ber avahiyê û bi du polîsên bi unîforma ku li hemberî avahiyê tê xuyakirin ku di nobetê de ne, pirsa avahiyê dike û pişt re dikeve avahiyê. Ew kes piştî ku di avahiyekê de tişteke ku hêj me tespîtnekiriye dike derdikeve. Di derketinê de dîsa bi heman polîsan re hevdîtinê dike. Pişt re cihê bûyerê dûr dikeve.”
 
Bîrol, tespîtên ku di heman rojê de di dîmenên kamerayan de tespît kirin wiha ragihand in: “Di dîmenan de tê xuyakirin ku di kolanê de hin wesayît, polîsên biunîforma û bêunîforma hene. Dîsa ji van wesayîtan yek bê pîlaqeye û 2 polîsên biunîforma, bi polîsekî din ê bi unîforma ku di wesayîta bê pîlaqe de ye re dikevin têkiliyê. Pişt re tê dîtin ku polîs paş ve vegeriyan e wesayîtê û pişt re hemû ji wir dûr ketine.”
 
Bîrol, da zanîn ku bi van agahiyan dixwazin saziyên fermî têkildarî mijarê lêpirsînekê bidin dest pê kirin. 
 
TÊKILIYA WÎ BI MIDURIYETA POLÎSAN RE ÇIYE? 
 
Pişt re dîmen hatin nîşandan. Piştî ku dîmen hatin temaşekirin Bîrol ev pirs pirsîn: “Têkiliya vî kesî ya bi miduriyeta polîsan re çi ye? Wesayîta bi markaya Skoda a reş a bêpîleqe ku polîsê biunîforma kete ya kê ye, çima li wê derê disekine? Di wesayîtê de kesên din hebûn? Piştî ku kes kete avahiyê di 6-7 deqîqeyan de çi kiriye? Bi çi armancê ketiye hundir? Em dibînin ku dema kes dikeve avahiyê polîsên li ber derî çavdêriyê dikin. Armanca polîsan a kontrolkirina avahiyê çiye?”
 
‘EM DI RÊYA XWE DE NE’
 
Bîrol, destnîşan kir ku ji saziyên fermî li benda daxuyaniyekê ne û wiha got: “Beriya niha jî êrişî avahiya me kirin. Me hevalên xwe windakirin û hevalên me birîndar bûn. Em ji bo ku hemû beşên civakê ji meseleyê re bi hestiyarî tevbigerin parve dikin. Em li cihê xwe û di rêya xwe de ne.”
 
Yek ji parêzerên OHD’ê jî Ferdî Yamar jî bi bîr xist ku HDP’ê di êrişan de gelek endamên xwe winda kirine û wiha got: “Divê demildest êriş bên bidawîkirin û HDP’ê bêyî fikarên ewlehiya can xebatên xwe bikare bi rê ve bibe. Em ji Miduriyeta Polîsa a Beyoglûyê, Miduriyeta Polîsan a Stenbolê û Wezareta Karên Hundir dipirsin. Ev her du polîs û polîsên din kî ne? Wesayîta bê pîleqe aydê kê ye û di hundirê wê de kî hebûn? Sedemê mayîna van polîsan a li pêş avahiya me çi ye? Û sedemê diyaloga van polîsan a bi wî kesî re çiye? Ev kes çima ketiye hundir armanca wan çiye? Di hundir de li yekî geriya ye an jî çûye keşfê bike. Em nizanin vî kesî di 6-7 deqîqeyan de li hundir çi kiriye. Em weke OHD dixwazin ji vir bêjin ku em ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bidin û giliyê vî kesî û kesên berpirsyar bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê polîsên fermî û sivîl, li derdora avahiyê lêkolîn kirin ku kamerayên ku HDP’ê dibînin hene an nînin.
 

Sernavên din

14/05/2022
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN
13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin