Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn

img
AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û ÎHD'a Amedê vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Can Ayşîn pirsîn. Li Êlihê jî li aqûbeta Ahmet Tekîn hat pirsîn. 
 
Xizmen Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 691’emîn de çalakiya xwe li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu berdewam kir. Xizmên windayan vê hefteyê çîroka Mehmet Can Ayşîn ê di 7’ê gulana 1994’an de li gundekî Licê hat binçavkirin û pişt re agahî jê nehat girtin parve kirin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD, endamên DAKAP’ê, Xizmên Windayan û gelek kesen din amade bûn. Malbatan dîsa wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û pankarta mezin a wêneyên windayan û “Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin” nivîsî bû vekirin. 
 
Di çalakiyê de ewil Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û anî ziman ku di pêvajoya pêkanînên dijdemokratîk û peyvên nifrînê pêş dikevin de dijîn û wiha got: “Peyv û êrîşen nifrînê li dijî kurdan û zimanê kurdî bi giranî didome. Dijminantî bi gotinên nifrînê didomin. Sedema van hemû binpêkirinên giran, bêguman ji ber polîtîkayên aştiyane nayên bikaranîn. Sedema van geşedanan polîtîkayên şer in. Ji ber vê yekê wekî parazvanen mafên mirovan em bawer dikin ku di serî de pirsgirêka kurd û hemû meseleyên din tenê dikare bi muzakereyên demokratîk û bêtundî çareser bibin. Bi muzakereyên demokratîk û diyalogan ancak çareser bibin. Em dixwazin operasyonên leşkerî bi lez bên bi dawîkirin. Em dixwazin ji bo pêvajoya diyalog û muzakereyan gavên şenber bên avêtin.”
 
Zeytûn, da zanîn ku îro hemû dayikên ku zarokên wan girtî bi fikara ku dê zarokên wan jiyana xwe ji dest bidin dijîn û got: “Di vê pêvajoya Roja Dayikan de diyariya herî baş ew e ev şer bi dawî bibe.”
 
28 SAL IN LI BAVÊ XWE DIGERE 
 
Pixt re keça Mehmet Can Ayşîn, Aynûr Ayşîn qala bavê xwe kir û wiha got: “Ez 28 sal in li bavê xwe digerim. 28 sal derbas bûn 29 salin bê navber li bavê xwe digerim. Di sala 1994’an de leşkeran bi ser gundê me de girtin û şewitandin. Wê demê bavê min û gelek gundî binçav kirin. Birin Dibistana Leylî û li wir winda kirin. 28 salin bê navber li bavê xwe digerim. Heta em bimirin em ê li vir bin. Em ê heta dawî li windayên xwe bigerin.”
 
'EM NAXWAZIN DAYIK HÊSIRAN BIRIJÎNIN' 
 
Endamên Platforma Jinan a Dicle Amedê (DAKAP) jî pişytgirî dan malbatan. Li ser navê Platformê Emîne Akşahîn anî ziman ku dayik ne tenê ji bo windayan têdikoşin, di heman demê de ji bo aştiyê, edalet û demokrasiyê têdikoşin û wiha got: “Em êdî naxwazin dayikên me hêsirên çavan birijînin. Em naxwazin êdî dayikên me êşê bijîn.”
 
Rêvebera ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Îpek çîroka windakirina Ayşîn xwend. Li serpêhatiyê; di 5’ê gulana 1994’an de leşkeran bi ser gund de girtin û zêdeyî 50 welatî binçav kirin. Mehmet Can Ayşîn jî binçav kirin. Di 7’ê gulana 1994’an de gundî berdan û Mehmet Can Ayşîn winda kirin. Malbatê ji wê rojê û şûnde serî li hemû rayedaran dan. Lê heta niha encam bi dest nexistin.
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windayan û ÎHD'a Êlihê jî di hefteya 528'emîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li avahiya komeleyê li dar xistin û wêneyên windayan hildan. Rêveberê ÎHD'a Êlihê Huseyîn Elçî destnîşan kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin. 
 
Huseyîn Elçî di berdewamiya daxuyaniyê de çîroka windakirina Ahmet Tekîn ê di sala 1994'an de li Licê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin, xwend. 
 
Li vir jî ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 

Sernavên din

12/05/2022
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake