Li Nisêbînê kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû hat dîtin
- ekolojî
- 09:45 21/5/2021
Li Nisebînê welatiyek kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû û nesla wan li ber qedandinê ye dît.
Li Nisebînê welatiyek kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû û nesla wan li ber qedandinê ye dît.
Li Çiyayê Sûltan Baba yê li navçeya Pulura Dersimê guldexwînan reng dane xwezayê.
Li Erdîşê ava Bendava Morgedîkê ji bo masîpankan dibe cihê xetereyê. Ji ber ku pêşî li ber avê hatiye girtin, masî bê oksîjen dimînin û ev bêoksîjenî jî nahêle masîpank zêde bibin.
Şewata ku duh li pêşên bilind ên Çiyayê Cûdî derketibû hê jî nehatiye vemirandin.
Li navçeya Yenîşehîrê di bin navê "projeya nûkirinê" de dar tên birîn. Hevberdevkê Ekolojiyê yê HDP'a Mêrsînê Îhsan Derînoz, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku qada daristanî pişika bajêr e.
Ji bo ku çûyîna Îkîzdereyiyan a kana kevir a tê xwestin lê bê çêkirin asteng bikin, gelek esker û TOMA sewqî heremê hatin kirin.
Walîtiya Rîzeyê ji bo 15 rojan çalakiya gundiyên li navçeya Îkîzdereyê ya li dijî çêkirina kana keviran qedexe kir.
Serokê TUM KOY SEN ê Şaxa Meletiyê Alî Gure, da zanîn ku berê rekolteya mişmişan 300 ton bû, lê niha 30-35 ton e. Gure, destnîşan kir ku sedema vê polîtîkayên çandiniyê ne.
Hîndekarê Zanîngeha Harranê Doç. Dr. Ali Riza Ozturkmen, anî ziman ku hişkesaliyê carek din qîmeta av û axê nîşanî wan da û wiha got: “Di şertên ku avhewa tê guhertin de divê teqez berhemên alternatif li Rihayê bên çandin. Sala par barîna baranê 840 mîlîmetre bû, îsal barîna baranê daket 235 mîlîmetreyan."
Cotkarên li deşta Mêrdînê ji ber hişkesaliyê zû dest bi çinîna ceh kirin. Ji ber hişkesaliyê li gorî salên berê xêrûbêra dexlûdan kêm e. Di zeviyek ku sala par 10 ton hilberîn jê dihat, îsal daketiye 2 ton hilberîn.
Kepçe ketin Newala Qasaba ya ku nêzî 300 cenazeyên endamên PKK'ê lê hatine definkirin û dest bi kolandinê kirin.
Xebatên çêkirina kana keviran a li Îkîzdereyê dewam dikin. Ji ber kavilên dar û berên xebatê newal tije bû.
Li Wanê li ser fermana walîtiyê li 84 mêrg û zozanan wê di 15’ê gulanê de qedexe dest pê bike. Ji bo kesên biçin zozanan kirê bikin û pezê xwe biçêrînin, divê "belgeyên" xwe li gel xwe bibin.
Rezên li herêma Zinar a navçeya Artûklûyê, niha bi talûkeya ava cihokan re rû bi rû ye.
Hîndekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Faruk Alaeddinoglu bal kişand ser talûkeya hişkesaliya îsal û destnîşan kir ku hişkesalî ji Vîrûsa Corona (Covît-19) xerabtir e û heta 10 salên din dê mirov bi zahmetî ava vexwarinê peyda bike.