Gundê hat valakirin niha jî bi xetereya madenê re rû bi rû ye
- ekolojî
- 09:14 04/12/2021
Gundê Xezko yê Pulurê ku di salên 90'an de hatibû şewitandin û xerakirin û paşê wekî herêma "ewlehiyê" hatibû îlankirin, niha jî bi gefên şîrketa madenê re rû bi rû ye. Gundiyên ku ev çend salin tenê havînan tên gundên xwe, qada madenê naxwazin.