Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin
- ekolojî
- 15:01 13/9/2022
Rêxistinên ekolojî û partiyên siyasî ji Êlihê bang li herkese kirin ku beşdarî meşa Çiyayê Cûdî ya li dijî qirkirin û talana ekolojîk were lidarxistin bibin.
Rêxistinên ekolojî û partiyên siyasî ji Êlihê bang li herkese kirin ku beşdarî meşa Çiyayê Cûdî ya li dijî qirkirin û talana ekolojîk were lidarxistin bibin.
Xelkê Şirnexê banga meşa dê di 17’ê îlonê de ji bo li dijî talankirina daran li Çiyayê Cûdî pêk were kirin û gotin: “Heke talankirina daristanên me wisa bidome, wê darek ku zarokên me li bin siya wê rûnên, nemîne.”
Bi tonan darên ku li gundê Navyan ê Şirnexê kişandine kêleka rê, asta talankirina daristanên li bajêr radixe ber çavan.
Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Farûk Tatlî ji bo meşa Cûdiyê ku dê li dijî qirkirina daran bê lidarxistin bang kir û got, ev meş li dijî şer û talanê serhildanek e.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Colemêrgê ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ya dê di 17’ê îlonê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Wanê ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ya di 17’ê îlonê de dê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
Saziyên ku bertek nîşanê hilweşîna ji ber şer û talana ekolojîk dan, bang li hemû derdorên hestyar kirin ku li dijî hilweşandina li Cûdiyê di 17’ê Îlonê de bi hev re biçin Cizîrê.
Endamê Meclisa Ekolojiyê yê HDK’ê Volkan Bûlût destnîşan kir ku bi talana ekokojiyê herêm ji mirovan tê xalîkirin û li dijî talana xwezayê tevlibûna Meşa Cûdiyê kir.
Serokê Komeleya Saetek Ji Bo Dara Hênê Anil Korkût bal kişand ser bandorên neyînî yên 4 kanên qûmê yên li qeraxa Çemê Mûradê yê li navçeya Dara Hênê û xwest ev kan bên girtin.
Endamên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bilgîç û Derya Akyol destnîşan kirin ku xwezaya Kurdistanê bi polîtikayên şer tê wêrankirin û ji bo meşa ku dê di 17'ê Îlonê de li Cûdiyê li dijî qirkirina xwezayê li dar bixin bang kirin.
Li navçeya Pîranê ji sala 2012’an heta niha lêgerîna madenê berdewam dike. Ji ber lêgerîna madenê gelek cih hatine kolandin û teqandin. Şeniyên ku li heremê dijîn ji ber wêrankirina xwezaye bi gilî û gazin in.
Li herêma Besta û Çilênimêja yên Şirnexê darên ku tên birîn êdî bi TIR'an tên barkirin û veguhezandin.
Hevserokê ÇEV-DER a Wanê Alî Kalçik diyar kir ku Gola Wanê ku rojane 56 hezar û 457 metrekup ava qenalîzasyonê diherikê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye û xwest devê robaran bê fîltrekirin, dawerivandinên biyolojîkî bên kirin û bermayiyên malê ji hev bên derxistin.
Rêxitinên ekolojiye û partiyên siyasî dê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezayê li Çiyayê Cûdî meş li dar bixin.
Jiyana Mûhammed Badillî yê ku ji Ameriya hatiye Stenbolê, bi welîdîna zarokê xwe re hat Rihayê veguherî serpêhatiyekê. Badilli ê ku li taxa Tesxirapê hatibû dinê bi malbata xwe re jiyaneke nû da destpêkirin û ji vehewînê heya çandiniyê jiyaneke ekolojîk û komînal rêxistin dike.