Koalîsyona navneteweyî: Em ji Minbicê derketin
- cîhan
- 17:25 15/10/2019
Piştî leşkerên Amerîkayê, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî ragihand ku ji Minbicê vekişiyane.
Piştî leşkerên Amerîkayê, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî ragihand ku ji Minbicê vekişiyane.
Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Mark Esper, diyar kir ku şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “Dagirgeriya yek alî ya Erdogane” û got: “Ev bû sedem ku li gelek deveran mirov bimirin, koçberî çêbe û hilweşandin pêk were.”
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rusya Alelsandr Lavrentyev, diyar kir ku wan di navbera rêveberiya Şam û kurdan de navbeynkarî kirin û got: “Divê li ser xeta sînor a Sûriyeyê artêş bê bi cihkirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku leşkerên rûs li bakurê Sûriyeyê li xeta hevbirînê ya hêzên hikûmetê artêşa tirk dewriyeyan davêje.
Ofîsa Mafên Mirova ya NY têkildarî operasyona li ser Rojava didome Tirkiyê hişyar kir.
Koma wesayitan a Volkswagenê ragihand, ji ber êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava wan biryara xwe ya ji bo avakirina febrîqeya nû ya li Tirkiyeyê rawestandine.
Dewleta Çekyayê firotina sîlehan a Tirkiyeyê rawestand.
Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navnetewî (CPJ) êrîşa li dijî rojnamegerên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn şermezar kir û got “ev sûcê şer e.”
Rewşenbir û rojnamegerên Fransî, li dijî êrîşên Tirkiye ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne bang li hikûmeta Firansayê kirin û xwestin bibe înîsiyatif.
Çalakiyên protestoyî yên li djî êrîşên Tirkiye ku li dijî Bakur û Rojhliatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de dabû destpêkirin li gelek welatên cîhanê didomin. Nûnerên rêxistinên sivîl li gelek bajarên DYA û welatên Ewropa çalakî li dar xistin û operasyon şermezar kirin.
Serokkomarê Fransayê Macron diyar kir ku ji Erdogan û Trump re gotiye ku divê êrîşa Tirkiyeyê raweste.
Seroka Almanyayê Angela Merkel, derbarê operasyona li dijî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê de bang li Tirkiyeyê kir demildest operasyonê rawestîn e.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, diyar kir ku bi fermana Trûmp bi temamî ji bakurê Sûriyeyê vedikişin û wiha got: "Di 24 saetan de dibe ku Tirkiye êrîşa xwe ber bi aliyê başur û rojava ve berfireh bike. Me hîn kir ku QSD bi Rûsya û Şamê re di nav lêgerîna lihevkirinê de ye."
Berdevkê OCHA NY'yê Jens Laerke, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rohilatê Suriyeyê hişyariya ku sivîl bi koçberbûnê re rû bi rû ne da.
Dostên kurdan êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhişlatê Sûriyeyê li balafirgeha San Franciscoyê şermezar kirin û sefera THY'ê ya Stenbolê betal kirin.