Li Kanadayê wesayîtekê da ser welatiyên tev li mihrîcanê bûn

  • cîhan
  • 12:13 27 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kanadayê kesek bi wesayîta xwe da ser welatiyên beşdarî mihrîcanê bûn. Di êrişê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. 
 
Polîsên xwecihî ragihandin ku li bajarê Vancouver ê Kanadayê ajokarekî di mihrîcanekê de bi wesayîtê da nava girseya gel. Hate ragihandin ku di encamê de gelek kes mirin. Bûyer bi dema herêmî saet di 20:00 de li nêzî kolana Fraserê qewimî ku Mihrîcana Lapu Laup Day Block Party dihat lidarxistin. 
 
Polîsên Vancouverê li ser X'ê daxuyaniyek dan û gotin: “Gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn”
 
Hate ragihandin ku ajokar hatiye binçavkirin.