Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
- çand û huner
- 09:10 15/12/2020
Karîkaturên ku 50 girtiyî derbarê şewba Covîd-19'ê de xêz kirin, bi navê "Korona Gunlerînde Mahpûslûk" hatin çapkirin.
Karîkaturên ku 50 girtiyî derbarê şewba Covîd-19'ê de xêz kirin, bi navê "Korona Gunlerînde Mahpûslûk" hatin çapkirin.
Cabbar Alp piştî salên dûr û dirêj ên li bajaran, biryar da ku vegere gundê xwe. Alp, piştî salan vegeriya gundê xwe yê girêdayî navçeya Farqînê. Alp anî ziman ku divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne.
Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yavûz Akkûzû diyar kir ku bi bernameya ‘Hinek Henek’ dixwazin çanda kurdî ya wekî xezineyekê ye derxînin holê û got: “Em bi lîstikan kena xwe bi desthilatdaran tînin.”
Medreseya Feqîyê Teyran a dîrokî ku li gundê Keraşînê navçeya Basa ye, ji ber xemsarriya dewletê û mirovên li herêmê hilweşiyaye û tenê dîwarên wê mane.
Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê 5 sal berê li Sûrê hat qetilkirin, strana “Hewar” li ser medya înternetê parve kir.
Mamosteyê îxrackirî Ramazan Kavak, di pirtûka xwe ya sêyem a bi navê “Rêwiyê Demên Windayî” de behsa çand, êş û berxwedana herêma Torê dike.
Berfa Servîn ku pirtûka wê ya bi navê "Cinawira Gola Wanê" bi alîkariya malbata wê bi kurdî hat çapkirin, got: "Mêjiyê min kurdî ye, lê zimanê min tirkî ye. Ji bo zimanê xwe yê zikmakî pêş bixim, min xwest ev pirtûk ji bo min bibe gava destpêkê."
Pirtûkxaneya Lîlavê, bi boneya 25'ê Mijdarê dest bi kampanyayê kir.
Şanoya Bajêr a Amedê ji bo Meclîsa DTSO’yê û Meclîsa Jinan a DTSO’yê lîstika “Hema Hema Jin Elizabeth” da nîşandan.
Berhema bi navê “Xewna Giran” a hunermend Tara Mamedova derket. Mamedova berhemê û klîba “Xewna Giran” jî li ser platformên dijital da belavkirin.
Mursel Yildiz ku gava di girtîgehê de bûye tevî du hevalên xwe yên girtî gotarên bi navê "Annales ve Tarîh" nivîsandiye û niha jî gotarên xwe û hevalên xwe kiriye pirtûk. Yildiz, anî ziman ku xwestine li Tirkiyeyê li dijî dîroka siyasî, pêşîkeşiya dîroka civakiyî bikin.
Bircên Fînîkê yên dîrokî yên li gundê Keraşînê yê navçeya Basayê, bi tunebûn û hilweşandinê re rû bi rû ne.
Koma Çar û Mar ku ji 4 jinan, 4 zimanan û 4 çîrokan pêk tê, bi helbest, muzîk û çîrokên xwe dengên jinan radigihînin.
Muzîkjen Yûnûs Kamay ku ji ber şewbê betal maye, atolyeya xwe ya baxlemeyê pêşî kir kafe, niha jî kiriye tekstîl. Kamay ku hîn jî kursa baxlemeyê dide anî ziman ku, dê îsrara wî ya ji bo muzîkê dewam bike.
Walîtiya Rihayê jî lîstika şanoyê ya bi navê “Bêrû” qedexe kir. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu bertek nîşanî biryara qedexeyê da û got: “Ev jî nîşaneya bêtehamuliya li hember kurdî ye.”