‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
- çand û huner
- 17:00 14/5/2024
Mamoste û xwendekarên ARSÎSA’yê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Dayikan serdana Meclisa Dayikên Aştiyê kirin û balê kişandin ser girîngiya axaftina bi kurdî ya li her qadekê.
Mamoste û xwendekarên ARSÎSA’yê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Dayikan serdana Meclisa Dayikên Aştiyê kirin û balê kişandin ser girîngiya axaftina bi kurdî ya li her qadekê.
Zimanzan û mamosteyê MED-DER’ê Îbrahîm Xelîl diyar kir ku kurdî yek ji zimanên herî dewlemend e û got: “Lewma divê em zimanê xwe biçûk nebînin. Zimanê me zimanekî qedîm e, xweş e û şirîn e. Divê em lê xwedî derkevin.”
Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Samet Yavûz bilêv kir ku îsal jî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di bin zextan de pêşwazî kirine û got: "Ji bo zindîkirina kurdî berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê malbatan."
Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê, 10 sal in ji bo standardîzasyona kurdî û folklora kurdî gelek xebat kirine.
Di panela Cejna Zimanê Kurdî de banga xwedîderketina li kurdî hat kirin.
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Şirnexê panel hat lidarxistin û li Wanê jî meş hat lidarxistin. Di çalakiyan de banga “Li her derê bi kurdî biaxive, bifikire, binivîse û bijî” hate kirin.
Li Sûrê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ji bo gel vexwînin çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî xwestin belavokan belav bikin. Girse piştî astengkirina polîsan, bi devkî, gel vexwend çalakiyan.
MED-DER, li gundên Text û Hertayê yên Pasûrê bi zarok û jinan re civiya. Li gundê Textê Cejna Zimanê Kurdî, li gundê Hertayê jî Roja Dayikan pîroz kirin.
Şaredariya Cizîrê di çarçoveya aktîvîteyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de “10’emîn Mîhrîcana Ziman, Çand û Hûnerê ya Cizîrê” li dar dixe. Di mihrîcanê de Dîwana Dengbêjan hate danîn.
Li Bismilê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li qada vekirî panel hate lidarxistin û helbest hatin xwendin. Eleqeya ji panel û helbestan re zêde bû.
Li Êlihê dê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji Kolana Hunerê heta Parka Yilmaz Guneyê bi çepik û dirûşmeyan dimeşin.
Sanatça û Şaredariya Peyasê bi tevlibûna bi hezaran kesan konserek li dar xist. Dengbêjên NÇM’ê û Rastak guhdarvanan mest kirin.
27'emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya ku Ûçan Supurge pêk tîne dest pê kir.
Dengbêj Halideyê diyar kir ku ew berdewamên têkoşîna Hozan Mîzgîn in û got: "Hebûna Hozan Mîzgîn, wê her tim di hunera kurdî de cih bigire û ji nifşên pêşerojê re bibe mînak."
Mamosteyên Kurdî-DER'ê ku di sala 2016'an de hat girtin niha amade ne ku li Navenda Çand û Hûnerê ya Eyşe Şanê perwerdehiyê bidin xwendekaran. Yek ji van mamosteyan Aydin Deniz diyar kir ku armanca wan ew e ku navendê veguherînin fêrgehêekê û wiha got: "Em dixwazin vê derê bikin fêrgeheke berfireh a zimanan."