Qeyûm vê carê dest dirêjî tabelaya Mehmed Uzun kir
- çand û huner
- 09:07 02/10/2017
Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê Serdar Kartal, tabelaya Parka Mehmed Uzun daxist. Qeyûm çarîka helbesta Hilbe Agrî jî rakir.
Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê Serdar Kartal, tabelaya Parka Mehmed Uzun daxist. Qeyûm çarîka helbesta Hilbe Agrî jî rakir.
Evdirehman Elçek, ku bi pirtûka xwe ya çîrokan a bi navê “Neban”ê berê xwe da çîroknûsiya kurdî, li gel bedewiya fizîkî ya kurmancî hêlên wê yên civakî, ruhî û derûniyî jî dide der. Neban, jiyaneke trajîk a gumgumokekê vedibêje û balê dikêşe ser “biyanîbûna” vê jiyanê.
Hunermend Bilgesu Erenus, anî ziman ku li tevahiya welat yek ji derdora ku di warê polîtîk de tengijiye û bêdeng maye derdora hunerê ye û wiha got: “Divê ji bo rewşenbîran tirs tune be.”
Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, li dijî dejenerekirina çandê, ji bo jiyan û hunereke alternatîf Mala Çandê ya Seruvenê ava kirin û her kesî vedixwînin vê malê.
Gelê Êzidî her sal di hefteya dawîya îlonê de roja Pêncşem û Înê Cejna Şebil Qasim pîroz dikin. Gelê Êzîdî piştî êrîşa DAÎŞ'ê ku ketin nava êşên giran duayên “Xwedê tu aramiyê bide Êzîdî û hemû cîhanê. Me ji ruhê xerab ê li ser vê axê biparêze. Hêzê bide yên me azad dike."
Lîstikvan Orhan Aydin, diyar kir ku AKP avahiyên çandeyî yên li Beyogluyê dike qurbana polîtîkayên xwe yên rantê û wiha got: “Di şerê Rojhilata Navîn û Kurdistanê de îro çawa DAIŞ bi wan keraneyên di dest xwe de mîrateya hevpar a dîroka mirovatiyê tune dike, AKP jî qadên çand û hunerê yên li Beyogluyê talan dike.”
Di kolandina li Minbicê de mozaîk û sûrên dêra suryaniyan hat dîtin.
Hunermend Ali Osman Abali ku li Mêrsînê xebatên belgefîlmeke ku bi mijara xwe li ser zor û zehmetiyên hunermendên kolanan e bi rê ve dibe, dest nîşan kir ku ji bo vê hunera alternatîf û ku ji bo gel tê îcrakirin bê dîtin wî serî li xebateke bi vî rengî daye.
Edîtorê Weşanxaneya Aramê Ulaş Guldiken, anî ziman ku bi bikaranîna medyaya civakî re girseya xwendevanan veguheriye û wiha got: “Rêjeya kesên ku pirtûkan dixwînin kêm bûye. Lê ya tirsnak ew e ku xwendevanên nû çi dixwînin.”
Di serdema perwerde û hîndekariya nû de hikumetê qet qala daxwazên zimanê zikmakî nekir. Adnan Avci yê liser zimanê lazî lêkolînan dike, diyar kir ku zimanê lazî bi tunebûnê re bi rû ye û xwest ji bo parastinê bikevin nav tevgerê.
Dengbêj Meryem Tuncer ku jiyana koçberî ya tije êş û azar bi kilaman tîne ziman. Tuncer ,anî ziman ku dema bûyerek êşbar, mirinek an jî bûyereke civakî çêbibe kilamekê dinivîse û wiha got: "Arşîva min di kûrahiya dile min de veşarî ye. Ez dengbêj nînim, ez derdbêj im.”
Şanoya Bajêr a Amedê di sezona nû de dê bi berhemên nivîskarê qerfî yê navdar Arîstofanes û nivîskarê lîstikan ê îtalî Darîo Fo, di 29'ê Îlonê de dest pê bike.
Derhênerê Belgefilma Dîroka Mirina Avê ya Heskîf û Geliyê Dîcle kirî mijar Alî Ergul, belgefilma xwe ya ku mîna “A tê tunekirin çîroka te ye" diyarî “Jinên ku Heskîfê bêpeyv bilêv dikin" kir.
Copy Paste ku daneyên der barê tirkîkirina muzîka kurdî de derdixîne holê, got ku di sala 1925`an de di çarçoveya Plana Şerq Islahatê de belgeyeke nepen hatiye amadekirin û bi vê belgeyê stranên kurdî hatine dizîn.
Muzîkjen Mehmet Akbaş, ku newaya muzîka kurd û newaya muzîka gerdûnê di nava hevde dirêse û berhemekî nû ava dike diyar kir ku ew ji koka xwe xwe xwedi dike û muzîkê pêş dixe. Akbaş, anî ziman ku muzîka kurd jî û muzîka gerdûnê jî bandorê wî dike û ya muzîkê bi teşe dike jiyana wê serdemê bi xwe ye.