Mîhrîcana Zarokan a Sûrê ya di şopa çand û ziman de ye dest pê dike
- çand û huner
- 15:10 06/6/2019
Mîhrîcana Zarokan a Sûrê ku bi armanca şopandina erdnîgerî, çand, ziman û dewlemendiyan tê lidarxistgin dê sibê dest pê bike. Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn diyar kir ku bi mîhrîcana ku dê bi organîzasyona 17 sazî û dezgehan bê lidarxistin zimanan bighînin hev.