Li Wanê du konser hatin qedexekirin
- çand û huner
- 11:56 27/9/2019
Walîtiya Wanê bi hênceta di çarçoveya qedexekirina çalakî û şahiyên li bajêr de konserên şaredariyên Qelqelî û Serayê qedexe kir.
Walîtiya Wanê bi hênceta di çarçoveya qedexekirina çalakî û şahiyên li bajêr de konserên şaredariyên Qelqelî û Serayê qedexe kir.
Sînemaya Mezopotamyayê, ragihand ku ew ê di 4 waran de atolyeyên sînemayê vekin û ji bo atolyeyan qeyd dest pê kirine. Atolye wê di 15'ê Cotmehê de dest pê bikin.
Dengbêj Mûkaddes Yildirim a hêj 12 salî bû bi zilamekî 54 salî û du caran zewicîbû re bi darê zorê hatiye zewicandin, niha bi kilaman êş û kulên jiya ye distrê û hewl dide bijî. Yildirim ku ji xwe re dibêje "ez derdbêj im", dixwaze çanda dengbêjiyê bidome.
Di bin banê Şaredariya Farqînê de, dê Rojên Çand û Hunerê bên lidarxistin. Wê li navçeyê 3 rojan çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin.
Weşanxaneya Sîtavê 21 jê kurdî 4 jê tirkî bi giştî bi 25 pirtûkên nû ji Fûara Pirtûkan a Amedê re amade ye. Xwediyê weşanxaneyê Kahîr Bateyî bang li xwîneran kir û xwest ku li weşanxaneyên kurdî xwedî derkevin.
Hunermendê NÇM'ê Çiya Şenses, bilêv kir ku NÇM, ji roja ku hatiye avakirin li dijî feraseta asîmlasyonkar têdikoşe û ji bo vê bedêl daye û got: "Em hêzê ji bedêlên ku hevalên me dane digirin û bêtir hildiberînin û dixebitin."
Nûnerên weşanxanên kurd ên dê beşdarî Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bibin diyar kirin ku weşangeriya kurd di pêvajoyek zehmet de derbas dibe û bang li xwîneran kirin ku hin bêtir eleqeyê nîşanî pirtûkên kurdî bidin.
Bernameya 2'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Mencelê ku îsal diyariyê Evdirrehîm Rehmî Hekarî tê kirin dê di navbera 10-20'ê Cotmehê de bi dûrişmeya "Di dika heqîqetê de tu jî replîkek bibêje" bê lidaxistin, aşkera bû.
Li navçeya Erxeniyê zarokê bi navê Huseyîn Taş ji ber xwe ve bateriyê hîn kiriye û bi bavê xwe re diçe dewetan û li batariyê dide.
Waliyê Edeneyê bi hinceta ewlehiyê lîstika şanoya Kurdî ya "Zargotin Zêrgotin e" qedexe kir û destûr neda ku lîstik derkeve ser dikê.
Pîlewer/ Qilêkerê li Navçeya Gêlê ya Amedê dijî û karê qilê dike Şukru Çoktan, diyar kir ku êdî kes naxwaze fêrî vî pîşeyî bibe û wiha got: "Ger ku ez bimirim ev pîşe jî wê bi min re bimire."
Komeleya Lêkolînên Kurdî, dest bi qeydên serdema payiza 2019'an kir. Komele wê bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kurmançkî yên Kurdî perwerde bide şagirtên xwe.
Halîme Yayan ku bi salan e "bûkok"an çê dike, got: "Ji bo li mala xwe daliqînim çê dikim, lê gava der û cînar, heval û hogir bixwazin ji wan re jî çê dikim."
BEKSAV'Ê ji bo 33 qurbaniyên komkujiya Pirsûsê bi berhemên 33 hunermendan pêşangehek vekir. Dê pêşangeh heta 30'ê Îlonê vekirîbe.
Li Stewrê Kargeha Hûnerê ya Zarokan a ji aliyê şaredariyê ve tê lidarxistin dest pê kir. Bernameya dê 3 rojan bidome li gundê Ewîna dest pê kir.