Li Iraqa ku heta ber qirikê di nav pirsgirêkan de digeveze hilbijartin!
- analîz
- 09:00 01/10/2021
Dê di 10'ê Cotmehê de li Iraqa ku di nav pençikên mudaxileyên derve, êrişên DAIŞ'ê, nakokiyên şiî-suniyan û qeyrana civakî de ye, hilbijartina pêşwext çêbibe. Dê 109 partiyên siyasî û gelek namzetên serbixwe tevli vê hilbijartinê bibin. Lê belê dîsa jî bêhêvîtiyek heye ku dê Iraq piştî vê hilbijartinê jî istiqrarekê bi dest nexe.